Şiir

Heyva Beharê

2017
Heyveke buharê ya çardeşevî
Çavê xwe bi ewirekî reş Kilda
Dilê min î jar
Wekî girtiyekî pîr
Di zindana dûriyê da
Dîsa bû hespekî kumêt
Li nav zincîr û merbenda
Seriyê xwe, ji bo azadiya xwe,
di tariya jînê da hilda
Nema tê girtin
bi tewl û qeyda
Ew bû stêrkeke asîmanî
Ji dûr ve rijiya û pêl da
Evîna min li buraqê suwar bû

TU NEMÎNÊ...

Ez zarok û bê gûneh bûm.
Xortekî hêvîdar û liser xwe bûm.
Xeyalê min tev Zîndî bûn.
Min ava kir te xera kir.
Tu nemînê li vê Dinê.
..Ketim bela zor û zordest.
..Emrê min da tim bi zahmet.
..Te tim da min kûl ev dert.
..Tu her demî mîne ser xweş.
..Hêvîdarim tu nemînê.
Dewran xerab zor û zilme.
Tu tim bezî jibon pere.
Ez firoştim dijmin neyar.
Xweş zanibe bêbext xerab.
Hêvîdarim tu nemînê.

ÇIME LÊ....!

Heye qernek ez êsîr.
Zîndan mal û war limin.
Di destê xelk û alem.
Xeyala min tim tu bû.
Vaye tu jî xayîn ket.
Çime lê te wisa kir.
..Kâ bêje sebeb çîye.
..Na razim şev û rojê.
..Ger ez bimrim tu newê.
..Ser qebra min ne tucar.
..Tu nekê wê şînikê.
..Çime lê te wisa kir.
Ez firoştim bi milk pere.
Evîn nehat bîra te.
Min çiqas got fêde nekir.
Te wek xwe kir xayîn yar.
Ez Westîyem ji vî hâlî.

EM KETIN DEWRANÊ REŞ DE...

Nema umud û hêvî.
Cîhan tevde bêbext ket.
Mane em bi serê xwe.
Em ketin dewranê reş de.
..Ey felek tu jibîr nek.
..Dû derketî lime xayîn.
..Rojek ez nû şîn di bim.
..Dewran çîye ez bêjim.
Tu zanê ez namirim.
Heme heta qîyamet.
Soz û peyman ez didim.
Dewran wê bê jibon min.
..Ez kevnar û asîlim.
..Dîrok û esasî me.
..Tu ne kene liser min.
..Dewran wê bê tu bigrî.
Evîndarê dozê me.

EV BÊBEXTÎ ÊDÎ BESE...

.EV BÊBEXTÎ ÊDÎ BESE...
Nema lime tiştek nema.
Em westîyen jiva hova.
Her tim hatin em xapandin.
War û canê me sitandin.
Em ketin çole em perîşan bûn.
Ev bêbextî êdî bese...
..Tim di lîzin va lîstike.
..Wek gûrê har wek cahşike.
..Tim fermane ji bone me.
..Tevde ye kin liser lîstike.
..Ev bêbextî êdî bese.
Em tevde bêjin yek gotinê.
Bi dengekî bi carekê.
Ya mafê me ya bi zorbûnê.

XEMGÎNIM BO ÇÎ

XEMGÎNIM BO ÇÎ ?

Em tev xortê ciwan û hêja ne,
Xwîna me tevî a Kurdîstane ,
Em ji bonî welat can fedane,
Ev dem bûrî me pir şehîd dan e.

Gişî welat pir şêrîn û xweş e,
Gul vebûn çîçek bi rengê geş e,
Gelek bi kêf û dîlan dimeşe,
Gel dibêjin, Kerkuk û Laleş e.

Govend û meş heye, gelo çîye?
Li Hevler û Silêmanî şahîye,
Name û pênus tev bi Kurdî ye,
Sedem û armanc tev giştpirsîye.

Sayfalar

Hikaye

Yollar yorgun ben yorgun
Yorgunluğuma inanmasanız
Güllen güllere
Öten bülbüllere sorun
Ötme bülbül ötme, yeter öttün başımda

Mizah

Delinin biri camiye girer, belli ki namaz kılacak.
Ama oturmaz, meraklı ve şaşkın gözlerle etrafı süzer-dolanır. Bir oraya, bir buraya her köşeye dikkatlice bakar ve hızla çıkar gider.

Makale

Bağımsız Devlet yalanı üzerine – Analiz
KCK Yürütme Konseyi üyesi Kasım Engin, ulusal birliğe gelmeyen güçlerin bağımsızlığı savunmasının mümkün olmadığını değerlendirdi.

Şiir

Yollar yorgun ben yorgun
Yorgunluğuma inanmasanız
Güllen güllere
Öten bülbüllere sorun
Ötme bülbül ötme, yeter öttün başımda