Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Heft bizin

Li gundekî medresek hebu. Di medresê de gelek feqiyan dersa feqîtîyê digirt in. Melê wan ji, di der û dora xwe da melekî pirr bi nav û deng bu. Rojekî karê mele li bajêr heye diçe bajêr.
Zengînê gund jî wê rojê mewludekî dide. Tê medresê pirsa melê dike. Dibêje :
-Ka seyda ne li vire hela gazîkinê
Feqê dibên wele seyda çuye bajêr ne li vir e.
Zengînê gund dibê de di şuna seyda de yek werin ji me ra vê mewludê bixwînin.
Ji nav feqîya yek dibê ezê bixwînim lê belaş nabe
Welhasil bi heft bizina li hev dikin.
Civat kom dibe feqî ji wan re mewludê dixwîne.
Gava mewludê dixwîne; çima seyda di devê derî de nakeve hundir
Feqî dinêre rewş xerab e. Heta vî zemanî kesî mewludek bi heft bizina nexwendî ye.
Feqî hema di nav mewludê de bi weznê mewludê çarînekî li hev tîne û ruşwetê/bertîlê teklîfê seyda dike. lê gundî fahm nakin dibên qey ew ji ji mewludê ye.
Dibêje:
Min û min û min û min
Hate seydayê mezin
Tê de heye heft bizin
Çarê te sisêyê min

Seyda dinêre di serê vê bêdengîyê de çar bizin heye dengê xwe nake û dibêje:
-Saeta te xweş be. Seydayê hêja. Û diçe li quncikê odê rudinê.

FİKRÎ AMEDÎ