Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Bestekén telaqreşan

Têko Bekes kullanıcısının resmi

Îsal 937 sal in ku em bûne dîlê tirkan, gelo ev rewşa awarte bextê me ye, em nikarin biguherînîn û serdest bibin? Çima em tim dibin boçika neyaran. Tika minji misilmanê dilsozên ku dû Tayîp diçin û wî baş nas nakin, ez dibêjim,ey kurdên xoşewîst,êdî şiyarbin di bestek û tûrikê Tayîp de bê derew/vir û xapandinê tiştekî nû dernakeve,ew mirovekî bê bawer e her kesî dixapînî ne tenê gelê kurd,tirkên misilmanê dilsoz jî dixapînî ew rêşaşa mîna kerpeze ye.

Bi salan e dewleta tirk mêtinger qaşo bestek û pêşnûmayên nû gelê kurd dixapîne, di salên 1920-1938’an de M Kemal, demek dirêj Îsmetê ker û hin minafiqên din, qasî 40 salî jî Silêmanê keçel û Ecevît lawikê reş, Tansûya kej, Necmedînê misilman,van 6 salen dawî jî şagirtê wî,Tayîp ew erka xapandinê girt,mezata bişavtinê jî ser Tayîpê derewîn û rûreş de hîştine.

Wek hûn jî dizanin gelik wextê qaşo pêşnûma GAP û bestekên aborî (12 milyar dolar) gelê kurd dixapînî, wek her deverê li herêma me jî ger mirovek tiştekî ji yekî pirs bike/bixwaze navnîşana AKP'yê, jê re dibêjin here cem serokê navçeyê bibe endamê AKP’ê ew alîkariya te bike. Gelê belengaz bi qertên kesk, meqarne, rejî, birinc dixapînin. Di alîkîde jî, beniyên Tayîp bi dafikên qaşo îslama dexel ser hin kurdên xizan û nezan ji daxwazên xwe yên çepel re dike alav.

Tayîp wexta ku qala bestekên xwe dike, zaroktiya min tê bîramin. Ez û hevalê min Siltanê kurê Mehmed Arif tim bi hev re digeriyan. Ez çûm ber derê mala Apê M.Arif cem Siltîn, ew û dêmariya xwe va ne pevdiçin. Min ew her du hinekî temaşe kirin, amojna Fatê tinazên xwe bi Siltîn dikir, jê re digot, Toto. Wî jî xûdikir û ji wê nanê rûn dixwast. Amojna Fatê digot ez her roj nanê rûn nadim te. Ser wê nîqaş dikirin. Amojna Fatê bi hêrs nanekî tisî avêt Siltîn û jê re got, “Toto tim bi pozê xwe dilîzî, tu dibêjî g….min ketiye firnika Toto…” Ser vê gotina amojna Fatê, Siltan hêrs ket got Ez d….dayika te û nanê te, nanê xwe lûr kir,lûr kir û avêt ser xaniyê Şerîfê Sarê û bi çavên hêsir da rê çû… Di alîkî de Dewleta tirk gelê kurd ji her tiştî bê par dihêle,alyê din de jî qaşo alîkariya wan dike.Gerê Îro her kurdekî bi rûmet weke Siltanê M.Arif ji Tayîp û wawîkên wî re bibêjî,Em d….derê qula te û besteka te a aborî û rejî ya te qewed, lawê qewedan, belî (bimîzî) ser tiştên wan bike û bavêjî ser rûyên wan, rûreşan. Bibêjî tu nînî hezar salê fena tizrûgê xwîname dimijî...

Di nav gelê tirk û komara wan de cîh û mafê kurdan çi ye, ez dixwazim hinekî jî li ser vê babetê bisekinim, wexta rêzanîmedarê kurdan guhdarî dikî pirên wan dibêjin em kurd di nav komara tirk de heman hîmî ne, piranî ne, hindike nîn in, di avakirina komarê de keda me jî heye em jî mîna tirkan in, di avakirina komarê de ji bêtirî tirkan keda kurdan heye lê mixabin neket dewsa tiştekî, perenekir. Wexta ku mirov bi çavekî bêalî li mezrekên komara tirk mêze dike rastî ne ew e. Mafekî kurdan li ber çavan tune ye, jiyana me qedexe ye, ziman, netewe û çanda kurd qedexe ye, qet li tu qadên jiyanê de reng û deng li berçavan nîn e, navên wan li tu derikî nayê xwedin. Di nav gelê tirk de bêrûmet in. Ger gelê kurd salên 1920’an û paşê sist tevnegeriyana îro nediket vê rewşa xirab û bê maf nediman. Ji bo wê jî em kurd hindikayî ne, piranî nîn in, piranî û hindikayî li gorî hêjmaran nayê hesibandin, ger li welatekî hin gel bêmaf in, hemû mafên wan ji aliyê wê dewletê ve bi zor ji dest wan bêne girtin, wê çaxê ew hindikayî ne.

Li gorî Dewletên Evropî bi awakî neheqî dewletek di nav xwe de ziman, çand û mafên gelekî qedexe bike û bê maf bihêle ew gela hindikayî ye, hindikayîtî li ser esasê hêjmarî nayê hesibandin, ger li welatekî gel ê hindike hemû mafên xwe yê rêzanî, aborî û çandî fena hemwelatiyê din nastînin ew hindikayî ne.

Ez bi xwe dibêjim van rêzanîmedarên kurdên ku dibêjin em di nav komara tirk de piranî ne haya wan pir jî ji vê mijarê nîn e, ew benê du hewanê ne.

Hin kurdên me jî dibêjin kurd mêtingeh nîn in. Ez jî dibêjim xwezila em kurd mêtingeh bûna, wê wextê zimanê me, çanda me, navên me û navê, erdnîgariya me qedexe nedibû, li dîroka erdnîgariyên ku aliyê mêtingeran ve hatine dagirkirin qet li welate kî çand û zimanê wan gelan nehatine qedexekirin.

Teko Békes