Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Malpera me tenê kulturî ye, ji kerema xwe ra nivîsên siyasî neweşînin.
Bu site kültürel bir sitedir, lütfen siyasi yazıları yayınlamayın!.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Were em herin zozana dilber!
Were em herin zozana dilber!
Ji deng û gemara evan bajaran
Were em herin zozanan dîlber
Ji kîn û kerba evan dilsaran
Were em herin zozanan dîlber
Herin zozanan nav bexçê hêşîn
Li vêra tune bihar û havîn
Quncikê cinnetê ka wer tu bibîn
Were em herin zozanan dîlber
Li bin konê reş vexwin tasek av
Hênikin dil û cîger û hinav
Li pêy terşê xwe herin gav bi gav
Were em herin zozanan dîlber
Çîyayê Sîpanê ra em bibin mêvan
Serê xwe deynin ser tat û latan
Warê xecê ra bibên niştiman
Were em herin zozanan dîlber
Herin Behra Wanê nav qaz û qulingan
Derkevin nêçîrê bi tîr û tivingan
Mest bibin bi seyra şêr û pilingan
Were em herin zozanan dîlber
Pêxwas dibê em dilê xwe şa bikin
Miskînîyê em ji ser xwe ra bikin
Warê xwe li zozanan ava bikin
Were em herin zozanan dîlber
Fikri Amedî
- Bo şirovan dakevin hundir
Çap bike
Ji hevalê(n) xwe re bişîne
Şirovêyan
---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Fikri Amedî
-------------------------------------------------------------------
Niviskar.Com çi ye?
Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.
Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.
Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.













