Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Sitranên Şoresgerî


Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin bibin nivîskarên malperê an jî berhemên xwe bişînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
---------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
---------------------------------------------------------------------------------

Gelî Şêyx û Sofiyan

Gelî Şêyx û Sofiyan

wêneya Fikri Amedî

Gelî şêx û sofîyan ma bi wird û bi zikir
Gelo zulim radibe hinekî ka bifikir

Ne rêbere pêxember, wî çi dikir li Bedir
Bi tekbîr û selewat ma wî qe şer nedikir.

Gelo kê fetih kire, kî ajote ser Heyber
Ma çiye ew Huneyîn, kî ji fethê ra rêber

Çi digere sehabe , li Rom û li Îranê
Gelo kî Misir girte, hukum danî cîhanê

Lê ez li te dinêrim, te rakiriye cîhad
Tu bi wird û bi cizbê, cîhanê dikî âbad

Rojekî tu li Kabê, rojekî li asîman!
Carna di bin erdê da, carna jî li ser çîyan!

Bi def û bi elbanê, digerî li aleman!
Ji xwe kerametê te, guherandîye cihan!

Tu binêre li Cihud, Qudsa şerîf girtîye
Muslimana dikuje, ruh û can jê birîye

Emrîqa talan dike, axa me muslimanan
Qur’anê perçe dike, davêje tim ber pîyan

Rakiriye xîlafet, evê rejima xwînxwar
Kuştin alim û mela, avêtin zîndanên sar

De ka rabe ey murşîd, ka rabe qutbê zeman
Tu binêre li kufrê, zeft kire erd û esman

Wexta hukmê te hate, bîne tu kerametan
Bira kafirên namerd, bigrin ji te ibretan

Tu jî wek Elîyê şêr, bilind bike Zulfîqar
Ji ber derba şurê te, dijmin bike zare zar

Destê xwe bilind bike, agir jor da bibarîn
Tanq û topê dijminan, deryayê da birejîn.

Bi yek sewt û qêrînê, bajaran bike wêran
Li ser dilê dijmin xe, pirr êş û derbê bi jan

De ra be xwe raweşîn, weka baz û pilingan
Bi sutyê dijmin bigre, têxe nava gulingan

Lê ez li te dinêrim, tu tim para direvî
Gelo çi buye li te, tu bê ziman û devî

Hukmê te derbas dibe, lê tim li me feqîran
Tim devê me xwar dibe, ji ber wan kerametan

Em nedin te zikatê, wek weris tên badandin
Wê li her du aleman, çavê me bê derandin.

Tu ji me ra nexwînî, eger ku dewra salê
Ji xwe em xelas nabin, ji sicîn û newalê

Ger bav û kal bimire, em nedin te isqatê
Emê bibin mar û mişk, li wejîn û xîlqetê

Bese ev dek û dolap, bese ev xax û derew
Gelo ma hun nahêlin, em şîyarbin tim ji xew

Binêre şêxê delal, tiştê dibêy ne dîne
Ji bo nafeta dinê, derbê li dîn nexîne

Ji bona van fêlê we, ji dîn sar bu gelek kes
Dev davêjin dinê me, ehmaq û kesên teres

Bi elbanê û cizbê, tî û birçî têr nabe
Bi şaşik û bi cizbê, der û doran xêr nabe.

Binêre şêxê delal, li şêx Seîdê pîran
Girt bi rêya pêxember, hezande erş û cîhan

Li Ameda şewutî gava ew xeniqand e
Bi çil û heşt aliman, wan dewran digerand e

Dinê di serê xwe da, hun ji me ra nekin dîn
Urf û edetên dinê, li nav dînê me nexîn

Ji Muhammed Mustefa, pêvtir nas nakin serwer
Xêynî Qur’ana pîroz, tune ji me ra rêber.

Wî pêxemerê mezin, got ez ji wer dihêlim
Bi çar desta pê bigrin, bikin rêber ji xwer tim

Pêxwas dibê terk bikin, van qal û qîlê betal
Ger bigrî bi Qur’anê, nabe ji te qe sewal

FİKRÎ AMEDÎ

0
Your rating: None

Şirovêyan

wêneya Salih Toksoy

pêdandinek helbestî sipas memosta amedî

maşallah memosta ê hêja ev çi helbestek xweş û bi bandorê. bi rastî pêdandina we, bi zimanekî  edebî û helbestî gellek başbûye min pir eciband .

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Fikri Amedî

-------------------------------------------------------------------

Sernivîs Şîrove Xwendin Ray Cûr
Dilo Dîno!
0 1,217
0
Helbest
Ey delalan gerdan sipî
0 1,327
0
Helbest
Ey dijminên xwînxwar!
0 1,150
0
Helbest
Ey Şehîdên Îslamê
0 1,188
0
Helbest
Ez ji bona vê dîlberê
0 1,149
0
Helbest
Hevdîtne îro Îyd e
0 1,310
0
Helbest
Keçek wuha narîn min qe nedîtî
0 1,480
0
Helbest
Lê koçerê
0 1,149
0
Helbest
Min dîlbera xwe dît
0 1,216
0
Helbest
Rabe ji xewa şêrîn
0 1,229
0
Helbest
Rêya Heq
0 1,147
0
Helbest
Sebeb tu yî lê dilberê
0 1,136
0
Helbest
Te Ez Hellandim Dîlberê
0 1,160
0
Helbest
Were em herin zozana dilber!
0 1,305
0
Helbest
Şerrê me
0 1,218
0
Helbest
Dozam xerab bûye dayê
0 1,283
0
Helbest
Tefsîra Suretê Fatihe
0 1,284
0
Nivîsar
Weqfa Dêrê
0 1,486
0
Pêkenî
Di Quranê de tekrara (dubara) kelîman
0 1,307
0
Nivîsar
Testa Dawîn
0 1,406
0
Pêkenî
Nûşîrewan û Kund
0 1,473
0
Çîrok
Hesabê Weris
0 1,695
0
Çîrok
Dûa -1
0 1,422
0
Nivîsar
Şîreta ku Din li Welî Kiri ye.
1 1,698
0
Çîrok
Tefsîra Sûreta Esr
0 856
0
Nivîsar
Memûrên me xwe çawa xwedî dikin?
0 1,465
0
Pêkenî
Hz.Îsa (a.s) û Şivanê Arif
0 1,709
0
Çîrok
Dua - 2
0 1,416
0
Nivîsar
Rûbaî-1
1 1,635
0
Helbest
Şîret û Nesîhetên Hekîmê Loqman
0 1,446
0
Nivîsar
Ayetel-Kursi
0 2,189
0
Nivîsar
Şerê Şeytan û Êzingvan
0 1,703
0
Çîrok
Ez hirçim
0 1,903
0
Pêkenî
Musa (a.s) û Xizan
0 1,476
0
Çîrok
Bel'am - 1
0 2,897
0
Lekolin
Bel'am - 2
0 2,467
0
Lekolin
Hz Silêman û Mûrî /Gêrik
0 1,890
0
Çîrok
Rûbaî-2
0 1,364
0
Helbest
Ji Hz. ‘Elî Şîretên Zêrîn -1
0 1,335
0
Nivîsar
Ji Hz. ‘Elî Şîretên Zêrîn -2
0 1,282
0
Nivîsar
Malê Dinyayê
0 1,360
0
Çîrok
Heft bizin
0 1,707
0
Pêkenî
Tefsîra Sûreta Tebbet
0 1,335
0
Nivîsar
Tirşikçî
0 1,086
0
Helbest
Xutba Xatir Xwestinê
0 1,074
0
Nivîsar
Agir Ji Dinyayê Tê.
0 1,958
0
Çîrok
Gelo Kafire Yan Mu’mîn e.
0 1,544
0
Çîrok
Îbadeta Bê Îlim
0 1,468
0
Çîrok
Nimêja Jinikê
0 1,232
0
Pêkenî
Rûnê Jinika Gundî
0 1,697
0
Pêkenî

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

Gul
Gul
Banga me
Banga me
Gul
Gul
Gul
Gul
Bêriya te!
Bêriya te!
Gul - M.Ç.
Gul - M.Ç.
Gotinên pêşiyan
Gotinên pêşiyan
Gul
Gul
Gul
Gul
Xweda mezin e
Xweda mezin e

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.