Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Ax Helepçê!

Çum bajarê Helepçê, min dît reşî wêran
Goristana şehîdan, agir ber dide dilan

Ber âbîda şehîdan, min guhê xwe da axê
Tev lanetê dixweynin, li vê dewr û li çaxê

Ji xeybê rabu perde, eyan bu ev zulimat
Hewara zav û zêçan, ji Erşê Âla dihat

Pêçek hemêza dê de, bê can ketiye erdê
Kezeb li min peritî, ev çi derde ya Xwedê

Di hemêza bavê da, du sê mehî pêçekek
Di nav milê bavê da, can dikşîne sebîyek

Keç û bûk û xort û dê, mane bê ruh û nefes
Dikin axîn û nalîn, nayê hewarê tu kes

Ewrekî reş xwe berda, kete nava Helepçê
Jorda agir dibare, mirin ji her alî tê

Meh ji mehan edare, li her alî bihare,
Herkes bi kêf û şahî, Helepçe zarê zar e.

Ev çi qehr û qotike, çiye ev êş û ev jan
Ya Rebb ma çare nîne. Tune ji me ra derman

Ew derguşê zarukan, ji wan ra bune tabut
Bibîne berhemên xwe, ey xwînxwar û ey taxut

Binêr li medenyetê, tev kor û kerr û lal in.
Bi Seddamê xwînxwar ra, destbirak û heval in.

Ey serok û serweran, ey giregirê cîhan,
Ma berdêla petrolê, dibe bi hezaran can.

Gelî şêx û sofîyan, gelî mu’mîn û murşîd
Ka mu’mîn tev birabun, min dengê we nebihîsd

Hûn di xewa şêrîn da, dibînin xewn û xeyal
Binêr li lodên laşan, bese ev rewş û ev hal

Bi hezaran kurd mirin, hûn bê doz û bê rewşin
Ev ne dîne ey birak, çima hûn awa tewşin.

Bese ey milleta kurd, bese ev xwîn û birîn
Ji bin axê derkeve, ka edî xwe raweşîn

Îro reş girêbidin, ji bo Helepçê bigrîn,
Bes nîşanê me nede, van rojên bi derd û xwîn.

Ey şehîdê bajaran, Helepça bi derd û kul
Tu car qet ji bîr nabî, kula te ketiye dil

Heta bajom ez ‘emir, Li ser dunya derewîn
Bi şev û roj binalim, ji bo te tim bikim şîn.

Ey şehîdê bajaran, ey kulîlka kurdîstan
Li cem Rebbê alemîn, bi text û tac û erqan

Ji Uhud ra buy bira, Kerbela ra hevalî
Cîranê pêxemberî, bê pirs û bê sewalî

FİKRÎ AMEDÎ