Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Aşiqim ez

Seyîd Feysel Moctevî kullanıcısının resmi

Aşiqim ez aşiqê deşta cemalim
ez li evdan bêniyazim.
Bûme aşiq derd û rencan.
Lev bi ser nakim kilavê
tirs û xewfa merdimê dûn.
Ger nehêlin şîn bibim ez
bax û bostanê xudê da.
Dê firoşim tirs û lerzê ez bi serma,
dê mirim ta bibme avek ser bi axê bikme der.
Ger qirare dûrî hibba dilnişîn bim,
konci zindan bo mi qesrek
dilribaye ez li vê nakim qusûrî,
dê visa sebrê bikim ser ta weten tenha bimîne.
Ne nikarim biçme der mîrê dinê destê niyazê bikme pil,
bo du rojê jînekî sar kûtekî tenha sitînim.
Bibme ker ga bibme seh van.
Ma ezê ta key bimînim? ta ku xwe erzan firoşim.
Dirhem û dînar û kincan bikme armancek
qevî dil van du rojê axirê.
Şahi mêranî firoşim bêbiha bikme
bi destê nakesan de? ne nikarm, ne nikarim.
Ez kirim kincê mirovan,
ta ku derd û xem bizanim,
xwe nekim zindani xew da.
Dest û zenda hilbidim
zevyê nekêlayî bikêlim.
Gulizaran bikme rengîn,
singê zozanan biçînim.
Desti alaxa zemanî dûrî revşa gul bikim.
Baxi pir bit bîte rengîn ta ku bilbil
nexmeyan teqdîmi işqek pak û bêdavîn
biket ta roji roşen her bimînit.
Xwîn şirînim ez nikarim vê dinê tenha bimînim.
Destê xem danêm bi çokan sûreta yeisê bixwînim.
Ev civane aşiqel cindîtiya xwe.
Em bi pê vî diçne der malê bibînin,
mehveşa dil kir kovan da.
Lev re ez aşiq bi Leyla, Zîn û Şîrîn û Şeker mam,
ketme zindana xeman de bûme ava gerdena vê.
Bûme Zêrek pir biha,
hez dikim ez bibme toz û bibme
axek bê beha ta ev şirîna pir beha
pê li ser çavê mi dane min biket
kana telayî.
ez bi vê bibme beşer ta ez bimînim.
Yêke din bejna bilinde,
serbilinda rindi rinde,
şevçera zozan û gunde,
pir şirîne xemrevîne,
dilriba wek vê çinîne.
Pir li ave sorgulêt vê xenderûne
Damenêt vê mêrg û çîmen kesk û sorin.
Bûye mesken bo xezalan.
Ev Gulistane gelo lavo xolamim
ez li vî erdî de erdim sûsen û
beybûn û askan nabe ber min bikne reş beş,
van gula nav xwe bikin beş,
aşiqê bejna welatim nademez ava heyatê
ax û toza singi rabû.
Ev li îman bû gula min.
Aşiqê işqa weten her aşiqê işqa xudaye.

Vezn : Faêlaton
Behr : Tevîl
Senendec 05. 10. 2005