Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Awaza bermayên qizêz

Bêkes Têlo kullanıcısının resmi

Bihnvedana te…dûriya çavên rojê
minalek razayî di nav komir de
dorpêç dikir û awaza pelan werdibû
dengê te direviya ji têlê....
kî wê rojbaşa berbangê bide min?
Rojbaşa cîhanê
tijî reng û kûlîlk

li ser lêvên min nîgar dikir
bo ji te re bêjim: Ik hou van jou !

Nema dixwazim li tiştekî
guhdarbim...

tenha min bi ramûsanekê xelat bike,
xwezî te bizanîba
ku li ba çûkan xewnên
vekirî wek asoyê hene.
lêvên te ser qirika min
wek pepula bask hundayî
di xew de bûm
ser avê meşiyam bi firîna pepula,
kelemçe li birînê
min bada.
Lê ez ê stêrkan têxim destên kê?
êdî peyv dest vala

ji xew radibin
bi hêstirên qizêzkirî

li hev dikevin
û jojî gawir bav
canê min cot dike.

Giyan li kolanê
rex min bahoz …

pêlav derbas dibin,
her dû çavên te
bi çirûska bê dengiyê
bêkesîtiya min dimijandin.
Ez ê barkim rê
û her çar demsal
di taristana bêriyê de,
kenê kê dê reşiya jînê bişo?.
felek ne hişt
destên te min hembêzkin
bo tu baş min bixwînî .
Ez ê navê te bibim asoyê
ber bi berbangê….

çilo li rojê meyzênim
roja min..

tijî pepule dibe....

Tu sibehek sipehî ye
lê min nizanî bû ku tu
bihar û zivistana dawî ye.

2007

Cegerxwîn dengê krîstal

Nav lêkirê min
barana payîzê
çivîkê azadiyê….
du mûmik
jîyana me ronî kirin
nav û pênûsa te.
rojbûna te…..
melayketan ser
lêvên Hesarê
çemê ristên te ….hiştin bombe di esman de
bi rengê kesk, sor û zer.
Em ketin jîyana efsana te

û destên te me hembêzkir
bo me baş bixwînî.

Destên me tijî ronî bûn
gava pênûsa te kon ji mere veda
bi zîxura baranê ji kenê te,
derbasî dilê me dibû
û bi gurzan gul vedibûn ji
dengê te.
Tu dengekî krîstal di hundire me de yî
wek gulîstan…..ser nergizan difirî
da ku em bijîn.

Sal 2000 -2007
*****************************************

bo hogirê min Dîlewer Meyqerî

Barana bi keder
û bahoza tewandî
mejiyê mirovan
daliqandî dihelî di esman de.
**************
bo hûnermend **LORÎN**

Dengê te
Bi çavên girtî
min dibe hembêza deryayê
beramberî pêlên sipî
mişt hêstir,lavij û êş....

Bêkes Têlo
bekes_tello@hotmail.com