Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Armanca Pîroz

Ya Reb! Tu bibînî halê milletê mezlûmî Kurd
Bê war û bê azadî perîşan in di dînê da
Pêncî milyon nebû dewlet ev ji me re bûye derd
Ji bo vê xeyala mezin me canan da d'serê da

Bi peyman û bi îxanet perçe kirin welatê xweş
Xweyê vê ax û welatî bê par hiştin d'serê da
Nesekinîn mîrat kirin wekî mirovên serkeş
Li pey vê zilm û zoriyê zaf kul mabûn di dilê da

Pênc perçebûn ne hêsan bû, jihevdûrbûn û hesret bû
Nedixwestin em bibin yek dijmin sînor li nav me da
Nemabû kêf û xweşî rewşa me gellek xirab bû
Gelê Kurd bindest û bende mabû di welatê xwe da

Li ser bihişta derewîn jiyan tev bûye îxanet
Bav û kur ap û birazî hev dikujin di şerê da
Cehşîtî bûye xelat û yekîtî jî bûye xelet
Welleh ev ne jiyan e jehr û ziqqûm e em tê da

Têr nabe ji kuştin û xwînê dilê dijminê serker
Dişewitîne gund û bajar kesekî nahêle tê da
Dimijin li xwîna welat war bûye warê mêtînker
Em birçî û lawaz hîştin di nav welatê xwe da

Me bi dehan serî hilda ji bo meqseda delal
Lê her carî wa me kuştin perîşan kirin di ser da
Ji bo evîna sedsalan xwîna me bibe helal
Tunebûn berx û beran lê me mirov qurban dida

Rojê helat li Kurdistan îro ne wekî do ye
Ronahî bûye hawirdor me rêya xwe dî tê da
Qur'an bûye rêberê me rastiyê şanî daye
Ji bo vê armanca pîroz can û malê me tev feda

Derdê giran bêlome be neyê serê tu kesî
Em zanin çi hate serê me di rêya azadî da
Lê bira qîrîna ji dil here guhê herkesî
Ji bo armanca pîroz her wext em in canfeda.