Wekî berê

Bi rastî carnan pirr tişt tên eqlê mirov lê yek carnan jî tu tiştekî nay bîra mirov ku mirov binvîsîne, wekî Nasreddîn xoceyê tirka, ku dibêjin rojekî derketîye ser kursî ku ji cemaeta xwe re waiz bide, lê tu tiştekî nahatîye eqlê wî ku ji wan ra bêje û di dawî da gotîye:

-Ey cemaet hun dizanin ku ez gellek tiştan dizanim, lê îro tiştekî nay bîra min ku ez ji we re bêjim. Kurê wî jî di cemaetê da rûniştibûye û wiha gotîye:

-Bavo ma qey nay bîra te ku tu ji kursîda jî peya bibî werî jêr?
Xoce wiha bersiv daye:
-Erê lawo! Welle ew jî nedihat bîra min.

Dema ku em zarok bûn û me bi hev re dilîst û em ji hev belav dibûn, dûvre ku em dîsa dihatin cem hev de, me digot “heval hevalên berê lîstik jî lîstika berê”, me dilîst herwekî berê lê tu zirar û xisara me ji tu kesî ra çênedibû. Lê xwezî her tişt wekî lîstika zarokan ba. Hinek tişt henin ku tu çawa jî bikî îmkan tune, nabe weka berê, lê ji berê pirtir xirab û nexweş dibin. Mesela:
Tu şûşekî bişkênî tu careka din nikari ewî têkî wekî berê, an tu yekî bikujî dîsa tu nikarî ewî sax kî, bikî wekî berê.

Va bû 15 sal e ku şerrekî di navbera tirk û kurdan da heye 35.000 (sîûpênchezar) însan hatin kuştin, 4600 gund vala bûn, bi sed hezaran kes ketin bin çev û li wan şkence hate kirin û bi deh hezaran kes jî, ketin girtîgeha, bi deh hezaran însan malxerab bûn û gellek zarokên kûrdan jî, bê xwedî, bê xwendin û bê dê û bav man. . Îro jî şerr rawestandine û bi tevî dewleta tirkan dibêjin bila herkes bizvire gundên xwe û dîsa wekî berê jiyana xwe bidomînin. Yanî wek panzde sal berê. Pekî çi hat guhertin di vî panzde salî da? Wekî ku dibû wekî berê, lê 15 sal e ev şerr ji bo çi bû?!… Ji bo ku bibe wekî berê?!…

Dema mirov difetile bi bal 15 sal berê, her tişt ji niha pirr çêtir bû. Gundên kurdan şên bûn, zarokên kurdan bi dê û bav, bi xwedî û mal, bi kêf û xwendin bûn, li her qereqolekî tirkan sê-çar heb leşker hebûn, rewşa kurda ya aborî jî, ji niha rindtir bû, lê zimanê me, radîo-Tv. Me, navên me dîsa qedexe bû

Niha çi hatîye guhertin? Dîsa wekî berê!

Lê li aliyê dinê tişteka gellek xirab çêbûye. Faşîst hatin îqtîdarê, gelê tirk tev bûn yek, leşkerê tirkan hînî ceng û şerr bûn, bi minasebeta vî şerrî ji xwe re gellek sîlahên herbê sitendin, gellek xortên kurdan hatin kuştin, kurd bê mal man, bê cîh man, zarokên wan sêwî man, jinên wan stûxwar man, ka wê çawa bibe wekî berê?

Ez jî, wekî Nasreddîn Xoce, tişt naynê bîra min (an jî, tên bîra min lê ez naha naxwazim bêjim) lê destê min jî, ji nivîsê nabe. Dibêjin ku di demek da, yekî laz hevalekî xwe yê eskerîyê teklîfî welatê xwe kirîye û pişt re ewî girtîye birîye ser mezela û behsa mêrxasîya ewanê di mezel da kirîye û bi zimanê xwe wiha gotîye:

-Ha ûşak pû pûnî öltirdî, ha pû da peş kîşî öltirdî, ha bû bûnîn babasînî öldîrdî, ha pû da dört kîşî yaraladî, ha pû da on hirsîzlîk yaptî........ bi vî awahî tek tek mezela jimart û neqşê wanên ku dema li dunê bûne jê re got. Dûvre çû ser mezelekî û darê xwe li kêlikê wî mezelî xist û got:

-Ha ûşak bû da yatay poxî poxîne (ne kes kuştîye û ne jî kesî ew kuşt, belkî bi ecelê xwe mir)

Ez nizanim ka ku mirov biçe ser mezelê wan şehîdan merivê ji wan ra çi bêje? An wekî ewê laz bêje: „Ha ûşak hun li vira radizên poqîpoqine”?!….

Dibên ku mîrovekî hebûye û zewicîye, çend sal şûnve Xwedê kurekî daye wî û lawik timî cîhê xwe şil dikir hetta ku bûye heşt salî. Vana nêhêrîne ku bi vî awahî nabe. Rabûne gedê xwe girtine birine cem çend doxtora, lê jê re tu çare nedîtine. Yekî gotîye bibin cem şêxê gund, bila jê re bixwîne û niviştekê bike, belku ev lawik başbibe. Mêrik û jina xwe destê lawikê xwe girtine û çûne cem şêx. Hindek jî pere û hedîye di destê xwe da birine jê re. Şêx bi lawik da xwendiye û jê re niviştekê jî kirîye. Piştî nivişta şêx, lawik hem destava piçûk hem jî ya mezin bi hev re di nav cîh da kiriye. Vana rabûne lawik bi tevî niviştê girtine birine cem şêx û wiha gotine: „Şêxê min heta niha lawik bi tenê bi xwe da mîz dikir li piştî nivişta te hem bi xwe da mîz dike hem ji destava mezin, aha ji te re dîsa hinek pere û hedîye lê em ji te rica dikin ku tu lawikê me dîsa bikî wekî berê ma ne lazimê qencîya te ye”!

Em hêvî û rica dikin ku ger doxtorê kurdan ji lawikê (kurdistan) me ra çarekî dîtin bila bibînin, ger çare nabînin bila dev ji me berdin, me lazimê nivişta şêx e, Em bi vê nexweşiyê tenê razîne, bila nexweşîkî xirabtir li me çênekin!…

Bila xwendevanên hêja li qisûra min nenhêrin, min berê jî gotibû ku carnan pirr tişt naynê bîra mirova ku mirov binvîsînin. Ê min jî îro bes çend çîrok hatin bîra min, ezê wan ji we re binvîsînim, hêvî dikim ku tiştên naynê eqlê min belkî bi van çîroka werin bîra we!...

Eva sisîya; dibên ku Evdokî hebûye û tim digot, “dîya min pirr ji min hezdike, ger Ezraîl rojekî were ruhê min bistîne, wê diya min di ber min da ruhê xwe bide“. Hevalên wî gotin; „ Evdo dîya te derewa dike”, lê Evdo ji wan bawer nedikir. Rojekî wan û Evdo bi hev re planekî li serê jinikê çêkirin. Evdo bi derewa xwe nexweş xist û ket nava cîya, çend roj di nav cîyan da ma û bi gora planê wî û hevalên wî, dîkekî girtin rûçikandin û hinek pot û bendik bi poçika dîk va girêdan û di pacê da berdan hundirê xanî. Dema dîya Evdo çav bi dîk ket, tirsîya û got: „Evdo ev çîye? Evdo got dayê “eva Ezraîl e hatîye ruhê min distîne û te heroj digot ezê ruhê xwe di ber te da bidim, ger tu li ser soza xwe yî, wê ruhê te bistîne, ku tu bêjî na, wê ruhê min bistîne, de îja tu çi dibêjî”?

Jinikê bala xwe da Ezraîl tirsiya, ricifî, çav li serî fireh bûn, kur jî, soz jî tev ji bîr kir. Berê xwe da Ezraîl û got:

-Ya Ezraîl, ez ne nexweş im û ne jî yê ber mirinê me, ger tu dixwazî ruhekî bistînî haway nexweş li ber te ye!”

Evdo wê demê bi gotina hevalên xwe bawer kir, zanî ku “rûh şîrîn e, di rehetîyê da herkes davêje, dibêjin ya “tîra li hevalan siya li kendalan”, lê li ber mirinê rûh ji her tiştî şirîntir e!.. Ji boy ruhê şirîn pirr kesan pirr tişt qurban kirine..

Belê, pêşên gelê kurd ji me re tiştek nehîştine û her tiştî gotine. Çi dibêjin?

„Pêşî can dûvre canan“.......

Êrê bira erê erê, Xwezî her tişt biba wekî berê!

M.Nureddîn Yekta
01.11.1999

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn