Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Seydayê Cegerxwîn Herdem Di Dilê Kurdan De Dijî

Konê Reş kullanıcısının resmi

Piştî 24 salan ji koçkirina Seydayê Cegerxwîn, hêjî welat yara
Cegerxwîn e. hêjî yara Cegerxwîn dinal e.. Mixabin jî, ku ew kesên
xwe dikin helbestvan û dibêjin em di bin bandora seydyê Cegerxwîn de
bûne helbestvan û xwe wek şagirtên wî bi nav dikin, me ew li ser gora Seyda nedîtin…!? 
   

Doh 22/10/2008 salvegera Seydayê Cegerxwîn a 24 an bû. Bi vê
helkeftinê, birrek ji evîndarên wî, evîndarên ziman û rewşenbîriya
kurdî çûne serdana seyda û gora wî bi gul, kulîlk û mûman
xemilandin. Di vê biwarê de, mamoste Konê Reş çend gotin anîn ziman
û got: Eger Cegerxwîn di warê oldariyê de, wek ku di warê ziman û
helbestê de xwe westandiba, bêguman wê şêxekî bi nav û deng jê
derketiba.. An li malê dinyê geriyaba wê maldarekî mezin ba.. Wî
herdû rex dane alîkî, bi tenê li hespê ziman û helbestê siwar bû û
biserket..û berdewamkir û got: Em kêfxweşin ku serokê Komîta
Fêrbûna Zimanê Kurdî, mamoste Derwêşê Xalib di gel 11 mamostayên
zimanê kurdî bi me re li ser gora Seyda amade ne. Bi rastî ew cihên
hêviyek mezin in; ji çend salan ve ew bi hewildanin ku pêvajoya seyda a
pîroz dagrin û wiha bi sedan ji şagirtên zimanê kurdî bi saya wan
hatine pê… Di pey Konê Reş re, helbestvana kurd Diya Ciwan çend gotin
di derheqa Seyda û rola kebaniya wî Kehla xanim de gotin. Wê parek ji
serketina seyda da kebaniya wî.. Di pey re Bavê Heval: Mihemed Elî
Hiso:1930, wek hevalekî seyda çend gotin û helbestek xwe bi navê şîna
Cegerxwîn xwend û got:
Va daweta Seyda ye kî destê min bigire
Birayê tirk û ereb, a min ji bextê we re

Ê bê seydayê kurd mir, seydayê wan bimire
Ger bavê te şêrîn e, bavê min şêrîtire..
Di pey re mamoste Derwêşê Xalib, çend gotinên balkêş anîn ziman û
got: Em bihêvî ne ku em karibin ew pêvajoya ku seyda dabû ser, li gor
imkanên xwe birêve bibin û xwendevanan ji zimanê kurdî re peyda
bikin.. Di pey wî re Mihemedê Ferman yê ku ji hevalên Cegerxwîn bû,
çend gotin ji bîranînên xwe bi seyda re anîn ziman.
Û her wiha Rustem, Kamîran, Elî Şehab wan jî bîrûbaweriyên xwe
gotin, ta ku neviya Cegerxwîn Hozana Mîro bi gotinek kurt spasiya
mêvanan kir.  Salihê Silo (Bavê Muslih), wek gula civatê yê dawî bû.
Wî bîranîna 24 saliya seyda bi sê helbestên wî xemiland:
Welat Yara Cegerxwîn e, Fala Qereçiyê û Pîra Torê, fermo bo we çend
rêz ji Pîra Torê:
Hilkişîme çûme jorê, herdû rex min bend û rez
Min dî pîrek tê ji Torê, ker di berde tê bi lez
Hate nêzîk rojbixêrek da, û wek min dil bi xem
Pirebî bû, por spî bû, taqî reş bû rû gewez
Min ji pîrê xweş di pirsî; Ey metê tu ji kuve tê ?
Go ji Sêrtê diçme Bêrtê, xwîniya Romê me ez
Xan û eywan kirne weran, mêr û jin ser jê kirin
Min go pîrê qey tu kurdî ? Çûye tilyên xwe bi gez
Gotî dayê; em dixwînin wek Cegerxwîn gotiye:
Zû bi xwînin, hev bibînin, biçne Kurdistan bi lez.
Qamişlo 23/10/2008
Cemşîd Bagokî


Ne mir, Memosta Cigerxwin

Navser Botanî kullanıcısının resmi

Ne mir, Memosta Cigerxwin her û her demî, em di dilêxwede di jîyênin û di dilê mede dijê.
Memosta Cigerxwîn e kole, ne tenê Hozanvan û shaîre, navê Memosta Cigerxwîn Hestê Netewa Kurd di nav ravanda Kurdîde xwirt dike.

Memosta Kone Resh.
Ji bo canbê te û ew rêzdarên li gel canbê te li ser Gora nemir Memosta Cigerxwîne ku bi agara bîr anîne nemir Memosta Cigerxwînî amada û rawestana, bi hazarê caran Spas û dest xweshî ji bo hiweyên Rêzdar û hêja, bijê helwesta hiwe jî...

Nvser Botanî