Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3266 flas, 290 mp3 û 66 jî kilasîk

li ser hev = 3620 sitran hene!


* * *

* * *

Rewşenbîrê Kurd?

Konê Reş kullanıcısının resmi

Bi Kurt Kurmancî; Kiye Rewşenbîr Û Kiye Rewşenbîrê Kurd?

Rewşenbîr; ilm, zanîn û serwextiya giştiye. mirovên rewşenbîr
jî, ew mirovên ku di nav me de dijîn û serwextî piraniya cûreyên ilm
û zanînê ne û her dem û gav bi dûv zanîn û nûbûnê de dibezin da
ku civata me bi rengekî şaristanî û demokratî bi pêşkeve û civata
me di xweşî û şadiyê de derbas bibe.. Erê mirovê rewşenbîr; xwedî
zanîneke giştî û têvele, wek: tore, bi tev cûreyên xwe ve, dîrok,
bi şaristaniyên mirvaniyên xwe ve, erdnîgarî, bi çiya û deştên xwe
ve, civat û polîtîkî, bi fen û xapên xwe ve.. Ango mirovê
rewşenbîr ji her cûreyên ilm, zanîn û toreyê dizanin..Û çendî di
zanîn û serwextiya xwe de kwîr û milevan bin, wiha ew ji rewşenbîrên
rast û durist têne dîtin. Di vî warî de em nikarên kesên wek:
Bijîjkan(Doktoran), bervedêran(Avokatan)û endezyaran ji rewşenbîran
bibînin, eger ew di rewşenbîriya giştî de, bi rengekî têvel ne
milevan û serwext bin.

Li gor baweriya min, rewşenbîrê ku rast û durist xwe rewşenbîr
bibîne, pêdivîye ku zanîna xwe bi rengekî hunerî, li gor ku di wê
zanînê de pispore, di ber gelê xwe de xerc bike, çi di warê civatî,
toreyî, siyasî an aburî de be.. û bi mêranî û cegerdarî
bervedêriyê di ber civata xwe de bike.. Ronahiyê berde ser quncikên
reş û tarî di civata xwe de û bangke û bibêje: Ev rewş xerab û
şaşe ya rast û durist eveye.. Da ku civata ku ew têde dijî, bi pêşde
here, di azadî û şadiyê de bijî.. Ango rewşenbîr wek pêxemberan e,
li xweşî, geşî û pêşetina miletan digerin, bê ku cûdabûnê di nav
nijadekî û njijadekî de bibînin, an miletekî di ser miletekî re
bigirin, tev nijad û milet li bal wan wek hevin.

Rewşenbîrên rast rewşenbîr bin, ewên ku her dem û gav bi dûv
rastî û heqiyê de dibezin, gelek caran ji ber vî karê wan, sergêjek
li wan geriyaye, di ber bîrûbaweriyên xwe de hatine girtin, sirgunkirin
û kuştin wek; Ismaîl Beşikçî di roja îro de û Helacê Bexdadî di
heymê derbasbûyî de.. Di her heyamî de rewşenbîrên wî heyamî hene
û ta ku çerxa felekê li dar be û mirovanî li ser riwê zemîn hebe wê
rewşenbîrên rast û durist jî hebin..

Belê rewşenbîrên kurd kîne? Rewşenbîrê kurd di gel şert û
mercên li jor me gotin; Ewên ku tûrikê wan yê ilm û zanînê ji du
çandan hatibe dagirtin, yek jê, çanda fermî ye, ewa ku di dibistan û
zankoyên biyaniyan de fêr bûne wek: Erebî, Farisî û tirkî.. Ya din
çanda kurdî ye, ewa ku ji biçûkanî ve di civata kurdî de fêrbûne û
bûye perçak ji giyanê wan.. Ango rewşenbîrên kurd evin yên ku, ji du
çandan bi hev re tûrikê xwe dagirtibin û sûdeya ku ji herdu çandan
dîtbin û tevî bixin xizmeta ferhenga kurdî de…

Di baweriya min de, ev yek tiştekî gelekî erêniye ji rewşenbîrên
kurd re. Vêca gereke rewşenbîrên kurd, wê çanda biyaniyan a ku fêr
bûne, bixine bin xizmeta ziman û çanda kurdî de..Ne ku çand û
zargotina kurdî a ku ji bav û kalên xwe fêr bûne bixine bin xizmeta
ferhenga biyaniyan de..

Mirovê rewşenbîr roleke mezin di pêşketina civatê de dilîze, ji
xwe rewşenbîre yê ku civatê ber bi pêş ve dibe, rewşenbîre yê ku
li hemberî desthilatê disekine.. Rewşenbîr û desthilat du hîmenên
dijî hevin, rewşenbîr spî ye, desthilat reş e. Û ta ku dinya hebe wê
reş û spî raserî hev bin, wê di nav wan de şer be û wiha ta dawiya
dinyê.. Bi gotineke din, rastiya ku rewşenbîr lê digere tenê dêmekî
wê heye, ew dêm spîye. Yê rewşenbîr her dem û gav li wî dêmê spî
digere û dêmê reş û tarî di hetikîne, ji cemawer re beyan dike.. û
wiha da ku civata ewê rewşenbîr têde dijî, ber bi xweşî, geşî û
azadiyê ve here..

Bêguman rewşenbîrî berî her tiştî hilberîn û afirandine..
Belê yê ku ne şareze, zîrek û serwext be, nikare berhevkarî û
wergêriyê jî bike.. Ne her tişt têne berhevkirin û wergerandin,
pêwîste ew tiştên ku berjewendiyên gel di wan de hebin, di xizmeta
xweşiya gel de bin bêne wergerandin û berhevkirin.. Pêwîste ew
berhevkarî û wergêrî di xizmeta gel de be. Berhevkarî û wergêrî jî
berpirsyarî ye..

Belê, Ji şert û mercên rewşenbîrên kurd ku bi kurdî bixwîne û
binivîsîne, sûdeya ku ji tore, çand û folklorê biyabiyan dîtibe -
ango dewletên dagirker-, bixwe bin xizmeta ziman u toreya kurdî
de…Rewşenbîrê kurd ewe yê ku, bi zimanê dê û bavê xwe girêdayî
be, di mala xwe de bi kurdî xeber bide, serwextî zargotina gelê xwe be..
Ku jê bê xwestin straneke kurdî an çîrokeke kurdî bibêje! Gereke
zanibe, jiber be û bibêje, bi kêmayî yekê zanibe.. Hem jî, bi
kêmayî gereke 25 pend û gotinên pêşiyan zanibe… Pediviye ku
rewşenbîrê kurd çend malik ji pêşgotina Mem û Zin a şêx Ehmedê
Xanî ezber kiribe, hem jî, sirûda netewî kurdî Ey Reqîb ji ber
kiribe..Di gel ku serwextî dîrok, serhildan û erdnîgariya kurdistane
be…

Şertê ku giftugo li ser nabe eveye; Ku rewşenbîrê kurd bi kurdî
bixwîne û binivîsîne, zimanê kurdî zimanê axaftina mala wî be.. Hem
jî divê ku serwextî tevgera rizgariya kurdî be, bi tev baskên wê ve,
û eger şaşiyan di baskekî tevgerê de an di civatê de bibîne, gereke
bê tirs û bi cegerdarî wan şaşiyan li ber çavê welatiyan raxîne..
Dawî ez dibêjim ku rewşenbîr paleye di civata xwe de, palevaniya
şaşî û nexweşiyên civata xwe dike, da ku civata wî, di xêr, xweşî
û pêşketinê de bijî… Erê di baweriya min de, mirovên wiha
rewşenbîrên kurd in.

Konê Reş
Qamişlo 13/07/2008

Ji Rojnameya Agiri/ Kurdistana Rojhilat

Dest Xosh

Navser Botanî kullanıcısının resmi

Dest Xosh Memosta.

Belê Memosta:

Rewshenbîr ewe ku Kurdewar bê, Rewshenbîr ew ku di Kurditîya,xwede Xwidî Biryar bê.

Rewshenbîr ewe ku di Axiftin û di Nivîsên xweyên Kurdîde, Ne bi sheweyên Nivîsên Dagirkarên Kurdistanê bi axivê û binivîsênê.

Rawshenbîr ewe, Ku çi bandora dagirkaran liser,xwe û çi helwesta biyaniyan jî li serxwe Qabulneke.

Bes di warê Rawshenbîrîya Kurdîde, Hest û Pêwîstîya Gelê,xwe, Bi Kurduwarî hewildarbê, Ne tenê Kurdiyatî bê!.

Divê berî hertishtî, Rewshenbîrê Kurd Kurduwarbê.
Ku Rawshenbîr hestên Regesên Kurdî nasnekê, Wê nikaribê Neqsh û Motiva bi Kurdî bi karbînê.

Lê Memosta ez bixwe, Gelak bi hêvîme ku civaka me Kurda, Berbî rawshenbirîve, Hindikjîbê, Bi teybetî nevshê nu wê bi bandorbê û civakak Kurda Rawshenbîr biafirênin!.

Memostayê wekî Konê Resh Hebin Wê hewildan jî bi durustibin û bi encabin
Dest xosh Hêjayê min, Memosta Konê Resh Bijî tu....

Navser Botani