Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Videoyên balkêş

Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin berhemên xwe biweşînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Malpera me tenê kulturî ye, ji kerema xwe ra nivîsên siyasî neweşînin.
Bu site kültürel bir sitedir, lütfen siyasi yazıları yayınlamayın!.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Niha di malperê da di besha muzîkê da bi hezaran sitran hene. Kîjan dengbêj, Hozan, Hunermend an jî Komên Muzîkê bixwazin cîhkî taybet (wek beşa Seîd Yusiv û Hozan Brader) bo wan hebe, bila ji kerema xwe ra me agahdar bikin. An jî ku nexwazin em muzîka wan biweşînin dîsa ku me agahdar bikin emê muzîka wan derxin neweşînin.


---------------------------------------------------------------------------------------

Nirxandina Nivîsekê - Şahînê Bekirê Soreklî: [Pisîk jî xewnan dibînin]

Nirxandina Nivîsekê - Şahînê Bekirê Soreklî: [Pisîk jî xewnan dibînin]

Cankurd's picture

Cankurd
Bi bergekî reng qurşînî, ku tenê wêneyê pisîkek (reş û sipî) li ser e, pirtûkek ji 128 rûpelan û 20 çêrokan ji aliyê niviskarê hêja Şahînê Bekirê Soreklî ve ketiye nav destêd xwendevanê kurd.

Hêja Soreklî, ku niha ji porsipiyên niviskaran e, bi zimanê xwe yê şirîn, bi serpêk û tecrubeya xwe ya dirêj di jînê da, û bi têrbûna mejiyê xwe ji çande û kelepûra Îngilîzî, Erebî û Almanî, li gel ku ew kurdekî xudan dilekî nazik e û evîndarê welêt e, ji me ra hinde berhemên hêja berê lêkirine û pêdakirine, û wek stûnek wêjevaniya kurmancî di nav Kurmancan da xwe ji zû ve daye pejirandinê.

Şahînê B. Soreklî di van kurteçêrokan da jî hikariya du cîhanan, ku li ser wî heye, tîne ber çavan, Yek: Hikariya mezin a çande û kelepûra Îngilîzî û jîna ji zû ve, ku ew li dûriyê, li Australiya dijî. Du: Kul û êş û malwêraniya Kurdan, ku wek geyayekî hov, xwe her û her davêje nav hemî berhemêd wî û wan bi zûkî dipêçe, nahêle ew vehese û binzor dibe, ku xwe bi wan kul û sohtînan ve gêro bike.

Wek di [Windabûn-1987], [Namûsa Êmo- 1994] û [Azadbûna Mehmet Karataş – 1985] da jî, ew ji civata kurdî, ji bêzarî, hejarî, nezanî û sohtîna kezeba Kurdan venabe. Lew re jî ew di vê pirtûkê da, berî hemî çêrokên din, bizava xwe dike, ku xwe ji Kurdan rizgar bike, bi ser çêroka John Hayde da diçe, lê dîsa jî di wê da ew û Johnê xwe li dûriyê û li mirina di dûriyê da digihînin hev, ji hev nabin, nikanin xwe ji dava dûrketinê û çandeya wê rizgar bikin, têda tên pişaftin û dibin xulî...Lê di pişaftinê da bîrana wan bi xortî wan vedigerîne çandeya wan a ku ewan jê hatîne... ev biberhevketina çandeyî hertim li ba Şahînê B. Soreklî çêdibe, wek gladiyatorê paş her serkeftinekê dîsa dadikeve trata hevkuştinê û qehremanekî an bokeyekî dî yê amadeye bo kuştinê li pêş xwe dibîne. Ew gilî û gazincên xwe dibe civata pêxemberan, lê çi fayde?! Ew belengazek e di nav pêlên zireyek mezin û fireh da, di tariyê da avjenîyê dike, nizane qeraxên wê zireyê li ku ne, û çandîn dûr in. Ew li ber lêdaçûnê, destê xwe dipelîne û davêje her tûmekî, bo rozgariya xwe ji dûriyê, ji tenahiyê û ji mirinê, lê ma dikare?! Ez dibêm: Ew bi xwe jî nizane rê li kîderê ye û çare çiye!

Şahînê B. Soreklî her û her vedigere şikefta, ku jê hatiye, zarotiya li paş gelek zire û welatan her û her ji wî re hembêza xwe vekiriye, û li ser sewkiya welatê xwe bi qeser welatê xwe yê piçûk lingêd xwe dirêj dike, bihnekê, soliqekê berken dibe, bi bîrana xwe dilşa dibe, lê deng û qîreqîra jînê di dûriyê da wî radike, ser ji nû ve heşar dike...

Ew di van kurteçêrokan da, wek me berê di nirxandina [Windabûn] da gotibû, bizava xwe dike, ku rojekê an katekê ji gera xwe ya gerdonî raweste û seriyê xwe deyne ser balifê welatê xwe û vehese, lê belê ew nema dikare di rastîniyê da vegere wa zarotiya berî niha bi pêncî salî, wa mala, ku hatiye herifandin û malek dî jê pêda bûye, û nikare vegere wî niştî, ku bi sedan car tar û mar bûye, ew niştê, ku êdî nema tê bîra wî, ka Şahînê B. Soreklî li kîderê maye, çima ne li mal e...
Dûrî û bîran herdu bi hev re dêm û hinavêd Şahînê B. Soreklî bi kizotên sor her û her disotînin...Berhema wî ya nûjen jî [Pisîk jî xewnan dibînin] kezebsohtînek dî ye di vê rêya dirêj da, di va xewna wî ya herdemî da...

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Cankurd

-------------------------------------------------------------------

Title Şîrove Xwendin Ray Cûr
Barzanî 0 1,867
0
Helbest

Dest pêdikim ez bi navê Yezdan
Vê helbestê li ser şêrê Barzan

Da bi wê li pey min nav bimînê
Navê Cankurd li rûyê zevînê

Dibêjim bi zarava Kurdaxê

Baxê Gulan 0 1,777
0
Helbest

baxên cîhan
Her ez diçim, her ez ditêm
Di ber serê gula xwe re
Şev û rojê, diçim ditêm
Gula min e, tenha eve
Bervê diçim, ew direve
Tava royê bi ser ve tê

Bîranok 0 1,733
0
Helbest

Dema stêrk li ezmanan dirijin…!
(1)
Dayikê her digotê:
"Xulî bi serê te, tu têr nabî."
Bavê digotê:
"Xulî bi serê te, tu hişyar nabî."
Hostayê wî digotê:

Ez Kurdaxim 0 1,712
0
Helbest

Ez bihishta Serê Kaniyê me, ez zinarê Qirkê me
Ez pireya Hesharkê me
Ez ash û zinarên bin ava Meydankê me

Li hev hûnandin – 2 0 1,858
0
Helbest

Zana û nezan

Li welatên serdest
Berî razanê
Bav bo zarokan çêrokan dixwênin
Li Tarîstana min
Zarok bo bavan çêrokan dixwênin…
…………………

Hejar

Di jînê de

Li hev hûnandinek bi Kurmancî 0 1,766
0
Helbest

4 Kurtejiyan ên
Mehoyê Simo, Reshoyê Çarderî, Siyamendê Hermayî û Evdalê Sormasî
Cankurd

Mehoyê Simo

Ji dayik bû,
Wekî min û te bû…

Newroz 0 1,766
0
Helbest

Wek qurmekê dara gulê
Her salekê şiqin didim

Tarî û şev min nas dikin
Tîrêjeka rojê me ez..

Min lêv dikin li her deran
Ez dame ser çav û seran

Van Kurd hemî min hezdikin

Nizar Qebbanî di riswakirina Seddam Huseyn da 0 2,225
0
Helbest

Nizar Qebbanî di riswakirina Seddam Huseyn da
(Wergerandin ji Erebî: Cankurd)
2005

Kenok-girînok bû şergeha kendavê
Ne şûr li ser şûran şikestin
Ne jî mêr bi hev çûn

Nûroza şoreşîn û cejna aşîtî - Derwêsh Mele Suleyman 0 3,075
0
Helbest

Va helbesta ya hevalê nemir Derwêsh Mele Suleyman e, Min ji devê wî nivisandiye, lê helbest ya wî ye...

Tevgera gelê min (13) gera tu pê rabû

Serîhildana di gorrê de 0 1,607
0
Helbest

Netew rabû wekî pêla
Nema raze di zorê da
Şer û ceng e li ber kêla
Serî hilda di gorê da

Dirahêje tivinga xwe
Wekî Rustem di cengê da
Xweya kir wî hebûna xwe

Were em bifirin 0 1,870
0
Helbest

Were,

Bi hev re
Em ji vir biçin
Xwe ji dem û cî azad bikin
Bi hev re
bala û gelek dûr bifirin…
û li niştekî dûr

Dîk 0 1,360
0
Helbest

Hozanvanê sûrî yê nemir: Nîzar Qebbanî
wergerandin ji Erebî: Cankurd

1
Li taxa me
Dîkekî sadîst ê xûnrêj heye
Perrên mirîşkên taxê hildiçine,
her sibeyekê.

Gotar 1 0 871
0
Nivîsar

Alava agirê fîtneya li Lubnanê
Cankurd

Gotar 2 0 301
0
Nivîsar

2008-05-16
Kî dikare rexneya tevgera bê şaşî bike?
Cankurd

Kronolociya Osman Sabrî 0 299
0
Nivîsar

Amedkar: Cankurd
Me hêvî ye ji xortan, ew binasin karê xwe
Dest bavêjin tifing, biparêzin warê xwe
Ew nizanin dost û yar li ser wan çi dibêjin
Nemaze em kalemêr ziman dirêjin

Nirxandina nivîsekê - Li ser pirtûka Mihemed Hemo: "Di kûraniya vê riyê de" 0 323
0
Nivîsar

Mihemed Hemo, ku ji xelkê Kurdaxê ye û li Suleymanî dijî, pirtûka xwe ya helbestan "Di kûraniya vê riyê de" li ba dezgeha weşandinê "XAK" bi motîvên Felkdîn Emîn û derhêneriya Xebat

Nirxandina Nivîsekê - Li ser romana Lokman Polat: "Nûrheyata Licî" 0 206
0
Nivîsar

Paş romanên "Kewa Marî – Mêkew", "Fîlozof-Katibê Şêx Seîd)", "Gulîzar" , "Rojnamevan" û "Robîn", û gelek pirtûkên kurteçêrokan, wek "Evîn û Jiyan", "Jin û Zindan", "Evîndar" û

Ji helbestên wergerandî 0 237
0
Helbest

Dîk
Hozanvanê sûrî yê nemir: Nîzar Qebbanî
Wergerandin ji Erebî: Cankurd
1
Li taxa me
Dîkekî sadîst ê xûnrêj heye
Perrên mirîşkên taxê hildiçine,
her sibeyekê.

Di dema “Global Village” û “Scoring” de azadî? 0 132
0
Nivîsar

Cankurd
23.05.2008

Ji hev dûrketina Maldar û hejaran civatê diherifîne 0 219
0
Nivîsar

Cankurd

Kî dikare rexneya tevgera bê şaşî bike? 0 289
0
Nivîsar

2008-05-16
Cankurd

Têror di dema niho da 0 224
0
Nivîsar

Cankurd/ 2002

Li ser romana Lokman Polat: Rojnamevan 0 173
0
Nivîsar

Cankurd

li sazxistina cîhanê ji nû ve û sira hishmendên amerîkî (*) 0 429
0
Nivîsar

Cankurd
2003

Rojhilata Navîn di nav bahozê da 0 219
0
Nivîsar

Cankurd
15.10.2004

Raste, Raste… hema ne wilo ye.. 0 346
0
Nivîsar

Cankurd
2004

Li Amerîka jî hespên derveyî tewlê hene 0 190
0
Nivîsar

Cankurd
2006

Bayê evînê 0 1,773
0
Çîrok

Cankurd
5 / 2000

Helbestek 0 422
0
Helbest

Ji tarîstanê dengek tê
Wekî reshbayê çolan tê
Dibêje min: Te ez hêshtim
Ji boyî kê, ji bo yî kê?
......................................................... Berma di dîwanê de ye...

Nirxandina Nivîsekê - Li ser pirtûka Helbestên Xilat Ehmed: Çarîkên Berbangê – Tiryaq 0 282
0
Nivîsar

Cankurd
25.05.2005

Nirxandina Nivîsekê - Şahînê Bekirê Soreklî: [Pisîk jî xewnan dibînin] 0 162
0
Nivîsar

Cankurd

Kanîn rêhevalên Şêx Maşûq? 0 300
0
Nivîsar

Cankurd
30.05.2008

Ho, Şêxê şehîd li me biborîne… 0 208
0
Nivîsar

Cankurd - 03.06.2008
[…û tew guman nekin, ku ewên di rêya Xwedê de hatîne kuştin, mirîne, lê belê ewana zindîne, li ba Xwedayê xwe tên riziqdan.]

Em di ber hev re diçin, lê em hev nabînin 0 279
0
Nivîsar

09 Nîsan 2008 Çarşem Saat 12:43

Berevkirina yên wek hev diramînin 0 278
0
Nivîsar

Cegerxwîn- Pîr Rustem - Hamêd Bedirxan
(Nimûneyin ji Roşenbîran: ji nav tevgerê û ji derveyî wê)

Barzanî 0 438
0
Helbest

Cankurd

Dest pêdikim ez bi navê Yezdan
Vê helbestê li ser şêrê Barzan
Da bi wê li pey min nav bimînê
Navê Cankurd li rûyê zevînê
Dibêjim bi zarava Kurdaxê

Evîna te û agirê Zêyos 0 242
0
Helbest

Cankurd
07.01.2008
Ewê evîn pêda kirî
Xweş dizane, dûrî ji evîndarê çiye!
Ewê agir pêda kirî
Baş dizane, êşa ji ber agirê çiye!
Evîn û agir mîna hev in

Baronê Diz û Keleşan 0 236
0
Nivîsar

Cankurd

Ne tenê polîtolog û dûroknas û rojnamevanan bêmafî li neteweya Kurd kirine. Zanyarên arxiyolocî jî di vê bêdadî û vê bêmafiyê de xudanên para xwe ne.

Ji olên mirovatiyê: Ola Konfûşiyos 0 136
0
Nivîsar

Cankurd
27.03.2006
Li ba Çîniyan Konfûşiyos bi "Şah" tê navkirin. Ew sala 551ê berî zayîna hezretî Isa ji dayîk bûye û sala 479ê ji dinyayê koç kiriye.

Ji olên Mirovatiyê: Ola Bûda 0 588
0
Nivîsar

Cankurd
06.05.2006

Ji olên mirovatiyê: Ol a Zerdeşt 0 244
0
Nivîsar

Cankurd

Cotek solên sipî 0 819
0
Çîrok

Cankurd
6 / 2000

Bayê evînê 0 1,599
0
Çîrok

Cankurd
5 / 2000

Çêroka Necoyê Wêsî 0 26,887
0
Çîrok

Cankurd
Havîna 2004

Rêdar û dara gûzê (*) 0 370
0
Çîrok

Cankurd

Sê dizên ne wek dizan 0 692
0
Çîrok

Cankurd
1 / 2000

Diz û Mele 0 1,266
0
Çîrok

2002
Cankurd
Pîremêrekî kurd, ku ji min re çêrok digotin, wilo dest bi axiftina xwe kir:

Jîna ducarkî 0 571
0
Çîrok

Cankurd
12 / 1999

Evdik ê Çolo 0 1,704
0
Çîrok

Cankurd
Berî nîvro, meha Çileyê pêshîn, sala çûyî, Evdikê Çolo pishta xwe dabû dîwarê dadgeha penahberiyê, li benda ku dadmend mafê Asylê bide wî û malîyên wî.

Rûreshiya apê E’zîz 0 280
0
Çîrok

Cankurd
1987

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

PÎROZBAHÎYA SERÊ SALÊ
PÎROZBAHÎYA SERÊ SALÊ
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul