Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Sitranên Şoresgerî


Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin berhemên xwe biweşînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Malpera me tenê kulturî ye, ji kerema xwe ra nivîsên siyasî neweşînin.
Bu site kültürel bir sitedir, lütfen siyasi yazıları yayınlamayın!.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Ji Kom-Muzikê bo hemî malperên Kurdî

Ji Kom-Muzikê bo hemî malperên Kurdî

wêneya Niviskar

Birêz Birêvebir

Em vê nivîsê li ser navê Kom Muzîk pêşkeş dikin. Kom Muzîk di sala 1997'an de ava bû û ji bo pêşxistina muzîka Kurdî xebat kir. Armanca Kom Muzîk a sereke ew e ku muzîka kurdî ji çavkaniyên xwe yên çandî-dîrokî sûd wergire û bi pûçkirina astengiyên fermî û fîîlî yên li ser çand û hunera Kurdî berhemên muzîka Kurdî bigihîne gelê me. Ji ber vê taybetmendiya xwe Kom Muzîk saziyeke Kurdan e . Di nav 10 salên dawî de Kom Muzîk li ser van esasan xebat meşand û nêzî 200 berhemên Kurdî pêşkeşî gelê me kir.

Wekî ku hun jî dizanin xebatên di qada çandî û hunerî ya Kurdî de di nav şert û mercên dijwar yên salên 90'î de xwe gihand sazîbûyînekê. Ji wê pêvajoyê û heya îroyîn her çiqas hin qedexekirin û astengiyên li ber çand û hunera Kurdî rabûn jî , pirsgirêkên fermî hê jî hene û binesaziya me ya teknîkî û aborî ne xurt e. Astengî û qedexekirinên fermî yên li ser muzîka Kurdî faktorên derveyî ne, lê her wiha hin kêmasî û pirsgirêkên navxweyî jî hene. Muzîka Kurdî bi salan êşa kaset û cd'yên korsan kişand û dikşîne. Hin fîrma/şîrketên mezin ku pala xwe dane kapîtala netewî an jî navnetewî jî gelek ditengijin, îca ji bo me Kurdan ku xwedî derfetên kêm û bisînor in xebat meşandin hê girantir e.

Bi taybetî di van salên dawî de şêwe û rengê guhdarkirina muzîkê diguherin. Qadeke nû pêş dikeve ku jê re 'qada digital' tê gotin. Zêdetir bi alavên wekî computer,mp3 û telefonên bêrîkan muzîk tê guhdarkirin. Ji ber vê yekê edî ji kaset û cd zêde muzîk nayê guhdarkirin. Em jî hewl didin ku li gor van pêşketinan hin gavan bavêjin û hin amadekariyan bikin. Lê halê hazir, di qada digital de guhdarkirina muzîkê bi giranî bi rengê korsan pêş dikeve. Tevî ku hin malperên ku mirov dikare bi rengekî fermî muzîk daxîne hebin jî, li aliyê din bi sedan malper hene ku bi rengeke korsan muzîk tê daxistin.

Ji bo ku muzîka kurdî binesaziya xwe ava bike, xwe bigihîne pêşerojê û berhemên serwext pêşkeşî gelê me bike, hewce ye ev rewş biguhere. Ya divê mirov cd an kasetên orjînal bikire an jî bi rengeke fermî ji malperan muzîk daxîne.

Ji bo vê yekê barekî giran dikeve ser milên malperên Kurdî ku di internetê de weşanê dikin. Dibe ku gelek malperên Kurd ji vê rewşê haydar nebin. Lê em dikarin vê bi zelalî destnîşan bikin ku ev rewşa heyî zirareke mezin dide pêşketina muzîka Kurdî. Hêviya me ji we, hun xwendekar û guhdarên xwe di vî warî de agahdar û serxewt bikin. Ya herî girîng, divê hun daxistina muzîka Kurdî ji malpera xwe rakin, hewce ye kes nikaribe ji malpera we bi rengeke korsan muzîk daxîne. An na, roj bi roj derfetên pêşketinê yên muzîka Kurdî kêm dibe.

Xebatên çand û hunera Kurdî, bi ked û bedelên mezin pêş ketiye û em tev berpirsyar in ku bi pêjinkarî tevbigerin. Di nêrîna xwe ya jiyanê de jî em kedê dixin navenda her tiştî û em her tiştên ku bi erzanî hatine bi dest xistin red dikin. Ji ber vê yekê gelek tiştên ku em dikarin bi hev re bikin hene

Em ê vê nivîse bigihînin hemû malperên Kurdî. Ji bo ku em ji daxistina muzîkê ya korsan re bibin asteng emê xebateke berfireh bimeşînin. Sektora muzîka Tirkî ji bo mafên xwe biparêze serî li dadgehan dide, em ê jî serî li wijdana me ye hevpar bidin û xwe bispêrin wê. Em hêvîdar in ku hunê di malpera xwe guherînên ku hewce ne bikin û nehêlin ku bi şekleke korsan muzîk were daxistin û her wiha em hêvî dikin ku hun piştgiriya me bikin ku em dikaribin vê nivîsê bigihînin derdoreke berfireh. Pêşxistin û parastina nirxên çandî û hunerî berpirsyariya me ya me hemûyan e.

Xebat xweş, silav.

Kom Muzîk
--------------------------------- ------------------------------------
Nîşe
Mirov dikare berhemên Kom Muzîkê bi rengeke fermî ji www.ttnetmuzik.com daxîne. Mafê her stranekê ku ji vê malperê tê daxistin digihe me .Bo agahiyên firehtir hun dikarin ji www.kommuzik.com.tr xwe bigihînin me.

Şirovêyan

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Niviskar

-------------------------------------------------------------------

Sernivîs Şîrove Xwendin Ray Cûr
silav
0 592
0
Hikaye
Dusturen me! Her niviskarek gerek carek bixune!
1 7,235
0
Nivîsar
fgf
0 937
0
Lekolin
Agahdarî
0 1,177
0
Nivîsar
Ji Kom-Muzikê bo hemî malperên Kurdî
0 1,092
0
Nivîsar
Daxuyanîya Encama 3. Kongreya TEVKURDê
0 769
0
Nivîsar
Filma "Bahoz" ket vîzyonê
0 1,592
0
Nivîsar
Ji Medya û Raya Giştî re - TEV-KURD
0 996
0
Nivîsar
Malperen Kurdi
0 4,110
0
Nivîsar
Husên M. Hebeş
0 612
0
Nivîsar
Mewlûda Kurdî
0 606
0
Nivîsar
Helbestvan Husên M. Hebeş
0 273
0
Nivîsar
Nivîs
0 216
0
Nivîsar

1 199
0
Helbest

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

Ez ji te hezdikim
Ez ji te hezdikim
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Newroz
Newroz
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Ez xulam-M.N.Y.
Ez xulam-M.N.Y.

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.