Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Sitranên Şoresgerî


Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin bibin nivîskarên malperê an jî berhemên xwe bişînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
---------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
---------------------------------------------------------------------------------

Daxuyanîya Encama 3. Kongreya TEVKURDê

Daxuyanîya Encama 3. Kongreya TEVKURDê

wêneya Niviskar

Daxuyanîya Encama 3. Kongreya TEVKURDê
Tevgera Yekîtîya Neteweyî a Kurd (TEVKURD) di 06 Îlona 2008ê de li bajarê Amedê 3. Kongreya xwe pêk anî û bi Raya Giştî re bîr û rayên xwe yên ku li jêr hatine nivîsandin, parve dike.
Kongreya me ya 3. li ser xebat û çalakîyên Meclîsa Yekîtîyê û Komîteya Rêvebir guftûgo kir. Guherandinên destûr û rêbazê jî têde, ji bo kar-xebatên pêşerojê biryaran girt û endamên xwe yên Meclîsa Yekîtîyê yên nû hilbijart.
Kongreya 3. ya Tevkurdê, di destpêka vê salê de dîyarkirina serxwebûna Kosovayê û di van rojên dawî de jî biryarên Osetiya Başûr û Abhazyayê wek biryar û pêngavên girîng dinirxîne. Kongre di wê bawerîyê de ye ku, biryarên wusa ji bo gelê Kurd jî girîng e, da ew jî li ser bingeha maf û azadîyê, weka hemû milletan bi serbestî biryara pêşeroja xwe ya li ser axa xwe desthilatdarîyê bide. Gongreya me sînorên cografîk yên ku ji derveyî îradeya gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd hatine kişandin, sebebên bingehîn û sereke yên alozîyên herêmê dinirxîn e. Kongre ya me li ser axa Kurdistan ykîitîya netewa Kurd mafekî xwezayî û tarîxî dipejirî ne. Loma jî kongreya me careka din bîr û raya xwe destnîşan dike ku; mafê Netewa Kurd e ku bi nifûsa xwe ya 40 milyonî bibe xwedîyê welatê xwe û dewleta xwe damezrîne.
Kongreya 3. ya Tevkurdê dîyar dike ku, di pêvajoya têkoşîna rizgarîyê ya ji bo azadîya gelê me de gellek pêngavên hevbeş hatine avêtin û ewê têbikoşe ku ev pêngavên hevbeş bibine girseyî. Bi vê mebestê Tevkurd, ewê her têbikoşe ku, hejmara hêzên neteweyî û demokratîk yên ku xwedîyê bîr û rayên cuda ne, di vê yekîtîyê de firehtir be. Di vê çarçoveyê de Tevkurd, bi endamên xwe yên dezgehî wek nimûne, bi Mesop, Dema Nû, Komal û bi Çira re bawerîya xwe ya xurtkirina yekîtîya dezgehî didomîne.
Kongreya Tevkurdê, di xebatên xwe de ji xwe re bêîtaetkarîya sivîl û meşrûîyetê, rêzlêgirtina mafê mirovan, demokratîyet û azadîparêzîyê bingeh digre. Herweha têkoşîna aştîyane û demokratîk dipejirîne.
Kongreya me ya 3. destnîşan dike ku; bingeha kêşe û krîzên li irkîyê, di esasê xwe de berdewamkirina sîyaseta înkarê ya li ser Neteweya Kurd û mafê Neteweya Kurd ku li ser axa xwe, xwe îdare bike û birêve bibe, dibîne. Herweha eşkerebûna têkilîyên avahîya bi navê Ergenekonê û dewletê jî, dîsa ji vê krîzê pêk hatîye.
Kongreya 3. ya Tevkurdê, xwedî li hemû deskeftîyên li Başûrê Kurdistanê derdikeve û piştgirîya xwe dîyar dike. Herweha balê dikşîne ser ku, di serî de Kerkûk û bi giştî cografya Kurdistan ya dîrokî divê têkeve nav sînorên Kurdistanê. Bi vê mebestê Tevkurd xwe weka hevkarê Parlamentoya Federe ya Başûrê Kurdistanê û Hukumeta Herêmê ya Kurdistanê dîyar dike.
Kongreya me ya 3. di pêkhatina Yekîtîya Neteweyî de ji dîtin û rayên cuda re, ji hêzên neteweyî yên cuda re û ji hiqûqa wan re rêz digre. Li ser bingeha vê rûmetdayinê, ji bo pêşeroja Neteweya Kurd û ji bo birêxistinkirina wê, rûmeteke mezin dide sebir, xweşdîtin û toleransê.
Bi silav û Rêzên me
06.09.2008 – Amed
Tevgera Yekîtîya Neteweyî a Kurd / TEVKURD

Şirovêyan

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Niviskar

-------------------------------------------------------------------

Sernivîs Şîrove Xwendin Ray Cûr
silav
0 461
0
Hikaye
Dusturen me! Her niviskarek gerek carek bixune!
1 5,146
0
Nivîsar
fgf
0 719
0
Lekolin
Agahdarî
0 951
0
Nivîsar
Ji Kom-Muzikê bo hemî malperên Kurdî
0 866
0
Nivîsar
Daxuyanîya Encama 3. Kongreya TEVKURDê
0 555
0
Nivîsar
Filma "Bahoz" ket vîzyonê
0 1,382
0
Nivîsar
Ji Medya û Raya Giştî re - TEV-KURD
0 781
0
Nivîsar
Malperen Kurdi
0 2,833
0
Nivîsar
Husên M. Hebeş
0 396
0
Nivîsar
Mewlûda Kurdî
0 365
0
Nivîsar
Helbestvan Husên M. Hebeş
0 57
0
Nivîsar

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

Gul
Gul
Gul
Gul
Gul - M.Ç.
Gul - M.Ç.
Tu evîna min î
Tu evîna min î
Ez şivan im
Ez şivan im
Keça min
Keça min
Banga me
Banga me
Gul
Gul
Gul
Gul
Acımız - M.Ç.
Acımız - M.Ç.

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.