Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
---------------------------------------------------------------------------------
Cizîra Botan Û Medreseya Sor, mîr Evdal, Gora Nuh, Mem Û Zîn Û Burca
Cizîra Botan Û Medreseya Sor, mîr Evdal, Gora Nuh, Mem Û Zîn Û Burca
Bajarê Cizîrê ji kevntirîn bajarên Mezopotamiyayê ye. Şetê
Dicle xwe li vî bajarî dipêçe û ji kevin ev bajar bi sûr û beden
bû, hêjî kavlên bedena wê di gelk cihan de maye... Ji sê rexan ve
dergeh di sûrê de hebûn, ew dergeh jî bi nav bûn: Dergehê Çiyê,
dergehê Torê û dergehê Deştê.. Hem jî ev bajar, ji mej ve û ta roja
îro bi çend taxan bi nave wek: Taxa Kelehê, taxa Mîr Elî, taxa Torê..
Lê vê paşiyê hin taxên din hatine ava kirin wek: Taxa Sûrê, taxa
Cûdî, taxa Şaxê û taxa Nûrê… Di vî bajarî de bingehê
rewşenbîriya kurdî hatiye danîn û gelek şûnewarên dîrokî lê hene
ji wan:
Medreseya Sor: Ev medreseya ku mîrekên Botan, mîr Şeref kurê mîr
Evdal ji malbata Azîzan, di destpêka salên 1500 ê zayînê de ava
kiriye. Mîr Şeref û melayê Cizîrî, hevçerxên hev bûn û Melê
Cizîrî di vê medreseyê de mamosteyî kiriye, hem jî pesnê mîr Şeref
daye dema di dîwana xwe de dibêje:
Ne tenê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî şahê Xurasanê defrewarê te be..
Medreseya Sor di heyamê xwe de zaningehek bi nav û deng bû. Mîr
Şeref ji malê xwe ava kiriye. Û ta niha bi navê Medreseya Sor navdar
e, ji ber ku bi qermîdên sor hatiye ava kirin. Di vê Medreseyê da hemû
ilmên hemdemî dihatin derisdan û xelkên Botan bi wî ilmî dihatin
perwerdekirin. Ne tenê ilmên olî di vê medreseyê de dihat dersdan,
belê Şagirtên vê medreseyê di warê Rêziman, Mentîq, Exlaq, Tib,
Dîrok, Matematîk, Hendese, Endezyarî, Mîmarî, Leşkerî, Felsefe û
tev şaxên zanistiyên hemdemî de, bi dilê xwe dixwendin di hatin
dersdan. Li gor ku min sehkiriye; di vê Medreseyê de pirtûk ji zimanên
erebî, farisî û osmanî dihatin wergerandin bo zimanê kurdî û tev
şagirtan bi zimanê Kurmancî dersên xwe digirtin. Rola zaravayê Zazî
û Soranî gelekî kêm bû Zaravayê Kurmancî yê sereke bû..
Mesrefa xwendinê ji xezîna Dîwana mîrê Botan, mîr Şeref dihat
dan. Di baweriya min de, medreseya Sor di heyamê xwe de, ne kêmî
zanîngeha Elezherê bû, ya ku îro li welatê Misrê, bajarê Qahîrê
ye.. (Hejaye gotinê ku di orta çerxê derbasbûyî de Şêx Saîdê
Nûresî jî divîbû zanîngehekê mîna Medreseya Sor li Wanê ava
bike..) Ez li tev ode, xilwet û hicrikên ve medreseya dîrokî geriyame,
bi melayê Cizîrî re kûr û dûr çûm: Ger lûliwê mensûr ji nizmê tu dixwazî Wer şiirê Melê bîn! Te bi Şîrazî çi hacet..
Hem jî dibêje:
Gulê baxê Îremê Bohtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
Gora melayê Cizîrî:1570 - 1640 jî, ya ku perçeyeke ji medreseya Sor,
dikeve kêleka medreseyê de, lê jê nizimtire, ango di odak binerd de ye.
Di medreseyê re, mirov derbasî quba gora Cizîrî dibin û di dervî
medreseyê re, derbasî xanîkê ku gora melê Cizîrê têde ye, dibin. Li
dor gora melayê Cizîrî şeş gorên din hene. Hin dibêjin ku ew gorên
mîrekên Botan e û hina û hen dibêjin, gorên şagirtên Melayê
Cizîrî ne..
Gora nebî Nuh: Ji wir me berê xwe da gora Nûh pêxember û mizgefta
wî, gor gelekî dirêj bû, min bi gavan pîva dor 6 mitran dirêj bû.
Nûh pêxember, evê ku ji ber tofanê, bi keştiyeke mezin reviya.. Kevoka aşîtiyê bi nikilkê xwe şaxek ji darên zeytûnan, ji çiyayê
Cûdî jêre bir, wek mizgînî ku gihaye bejayê. Hem jî çiyayê Cûdî
pişta xwe ji keleka wî re xuz kiriye, wek ku kurd dibêjin.. Di Quran
pîroz de jî hatiye: We estewet ela elcûdî.. Di gel gora Nûh de,
mizgeftek nû û bedew bi navê wî hatiye ava kirin… Hem jî di rex de,
aşxaneyek heye, xwarina belaş li feqîr û fiqereyan belav dike.. Di
bakurî gora Nûh de, bi çend mitran, gora Îsmail Ebû L-Îz yê Cizîrî
ye, ku di navbera salên 1136 û 1206 an li Cizîrê jiyaya ye û bi navê
Bedîûzeman hatiye naskirin. Dibêjin, ew di warê mekenîkê de gelekî
şareze bû û ew yekemîn kes e ku bîra çêkirina Robotê biriye.. lê
mixabin ez tiştekî zêde li dor jiyana wî nizanim..
Medreseya mîr Evdal: Di baweriya min de ev medrese kevntirîn medreseye
di bajarê Cizîrê de, li ser dergehê wê hatiye nivsandin, ku ev medrese
di sala 1437 an de, di heyamê mîr Evdal ê Azîzî de hatiye çêkirin..
Gora Mem û Zîn: Gora Mem û Zîn di Medreseya mîr Evdal de ye. Ev
medreseya ku di orta goristana bajarê Cizîrê de ye, di odak bin erd de, ji vê medreseyê, ji rex bareş ve gora Mem û Zîn e û û li ber serê
wan gora Beko ye. Wek ku hûn tev dizanin Şêx Ehmedê Xanî di sala 1695 an de destana xwe Mem û Zîn li dor wan hunandiye.. Hin dibêjin û ez jî bi wan re, ku Ehmedê Xanî ev destana xwe ji çîroka Memê Alan biriye, lê belê, kirasekî nû lê kiriye..
Goristana Cizîrê: Goristana Cizîrê dihundirê Sûrê de ye û cihekî
mezin ji bajarê Cizîrê girtiye.. Medreseya mîr Evdal û gora Mem û
Zîn jî dikevin nava vê goristanê de.. Hem jî gora şehîd Orhan Dogan,
Mustefa paşa Miran… û bi hezeran gorên şêx û ewliyan hene.. Min di
jiyana xwe de, goristan wek goristana Cizîrê mezin û dîrokî
nedîtiye.. Lê min keskek li ser gorekê ji gorên van şêx û ewliya
nedît, wek ku li nav goristanên me Binxetiyan belav in..
Westanî: Di heyamê berê de, meydanek fireh û mezin bû, li rojhilatî
bajarê Cizîrê, ser peravê şetê Dicle...Di vê meydanê de pehlewan
kom dibûn û hunera xwe şanî xelkên Cizîrê didan. Cizîriyan hespên
xwe lê dibezandin û lê cirîd dikirin. Di wextê şer û cengê de
leşkerên Botan lê diciviyan, kom dibûn û karê xwe û şer dikin.. Hem
jî wek seyrangehekê bû ji xelkên Cizîrê re. Roja îro jî, eynê
seyrangehê ye, bûye parka bajarê Cizîrê û tev çalakiyên rojên
Çand û Hunerê, di bin siya darên wê de, li ser peravê ava Dicle, di
bin pala çiyayê Cûdî de û bi beşdarbûna Emîre Sînemxan keça mîr
Celadet Bedirxan hatin li darxistin. Burca Belek: Me ji Mîrza û Ûnis xwest ku me bibin bi rex Burca Belek
ve. Gotin mamoste! Qedexeye, qijleya leşkerî ye. Em dikarin di ber re
derbas bibin.. Weha em li otomobîlê siwar bûn û di rex Burca Belek re derbas bûn. Tevî ku ji dûr ve Burca Belek wêran xuya dikir lê kavilên wê yên reş û spî paye, bilind û berz xuya dikir. Hêjî qijleyeke
leşkerî ye, cendirme têde çilvîtkan didin.. Qedexeye ku mirov nêzîk
bibe.. Di baweriya min de, Burca Belek, ev avaniya ku şetê Dicle lê
difitile, li şûna şûnewarekî dîrokî û gelekî kevnar hatiye ava
kirin. Burca Belek ji sedê salan ve cihê rûniştina mîrekên Botan bû,
cihê şêwir û mişêwira wan bû, cihê ra û tevdîra wan bû..
Dibêjin ku ev avanî berî hezar û sêsed salî hatiye avakirin,
bilindahiya dîwarên wê, sîh metro ye. Li ser dergehê wê wêneyên du
şêran hene, yek li çiyayê Cûdî û yek li çiyayê Gabarê mêze
dikin. Di hundirê Burcê de çil ode hene, hem jî zindana tewanbaran di
gel aşxaneyan û chê mêvanan hene. Her weha holeke fireh û dirêj bo
rûniştina mîr û civata wî heye. Dibêjin ku deh ode jî bo mêvanan
di hundirê Burcê de hene. Dora Burcê jî, bi bexçeyên ku bi ava Dicle
dihatin avdan xemilandî bû. Gêra Mîr Mihema dikeve baxerbî Burcê de.
Di heyamê berê de, Gêra Mîr Mihema wek benderekê bû ji bajarê
cizîrê re, tev kelek û qeyikên ku ji Amedê û zozanan, di çemê Dicle
re dihatin di wê gêrê de kom dibûn û li bajar û derdorê belav
dibûn, ango navendek bazirganiyê bû.. Rezê Mîra dikeve bakurî Burcê de û Westanî wek ku berî niha me qal kir, dikeve rojhilatî Burca Belek de.
Bela ev nivîs li şûna bersivê be… Em ji wilo mezintirin..û Kido kido..
Konê Reş
Qamişlo 31/03/2009
- Bo şirovan dakevin hundir
Çap bike
Ji hevalê(n) xwe re bişîne
---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Konê Reş
-------------------------------------------------------------------
Niviskar.Com çi ye?
Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.
Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.
Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.















Spasî
Memosta dest û dilê te her bijin, Bi rastî memosta, canabê te cardî, devara Cizîra Bota bi sirushtiya wê ya rastî zinî kir, ji nefshên Zindîyên bi teybetî nu ên deverê re.
Memosta bi shîrove canabê te, ya shirîn, li ser vê babatê ku babatik di cihê xwde, hêja dever shirin tirin û balkêsh dibit!.
Biji Biji tu mamaosta
Kone rash xwidanê hestê rawsha bi rumet,
Navser Botani