Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Cewşen-î Kebîr (Cewşen-a Mezin 1-10)

1- Ya Xweda! Ez ji bo heqqê van navan ji te dixwazim û lavayî ji te dikim.

1-Ey Xwedayê Mabudê her tiştî
2-Ey Rehmanê dost û dijmin ji hev cihê nake û rizqê hemu mehluqatî dide
3-Ey Rehîmê ku wê li axretê rihmê li dostê xwe tenê bike
4-Ey Alimê ku her tiştî bi heqqî dizane
5-Ey Helîmê ku ji evdê xwe re mulayîm e.
6-Ey Ezîmê ku xwedî mezinayî û bilindaîya bêdawî
7-Ey Hekîmê ku her tiştî di cî de çêdike
8-Ey Qedîmê ku destpêka hebuna Wî tune
9-Ey Mûkîmê her tiştî li pê digre
10-Ey Kerîmê ku qencî û îkrama Wî zêde ye.

Tu ji hemu qisûr û sifatên kêm munezzeh î. Ji xêynî te îlah tune ye ku were hewar û gazîya me.
Emanê bide me, em emanê dixwazin. Me ji (ezabê) cehennemê xelas bike.

2-

1-Ey efendîyê efendîyan
2-Ey Ewê cewab dide duayan
3-Ey Ewê xwedîyê qencî û başîyan
4-Ey Ewê derece û payeyan bilind dike
5-Ey Ewê berketa wî mezin e,
6-Ey Ewê xeletîyan effû dike,
7-Ey Ewê qeza û belayan def dike
8-Ey Ewê dengan dibihîse
9-Ey Ewê daxwaz û mirazan tine cî
10-Ey Ewê bi sirr û veşartîyan dizane

3-

1-Ey bixêrê effukaran
2-Ey bixêrê alîkaran
3-Ey bixêrê hukumdaran
4-Ey bixêrê her tiştî bi hîkmet vedike
5-Ey bixêrê zikirdaran (Ewê Wî zikir dike)
6-Ey bixêrê warisan
7-Ey bixêrê pesindaran
8-Ey bixêrê raziqan
9-Ey bixêrê her meseleyên muşkîl hel û fesl dike
10-Ey bixêrê mûhsînan

4-

1-Ey Ewê xwedîyê îzzet û rindîya rastîn
2-Ey Ewê xwedîyê celal û seltanata rastîn
3-Ey Ewê xwedîyê qudret û kemala rastîn
4-Ey Ewê mezin û bilind
5-Ey Ewê qudret û ezabê wî dijwar
6-Ey Ewê îqaba Wî dijwar
7-Ey Ewê hesab pirr zû dibîne
8- Ey Ewê li cem xwe rind û xelata wî heye
9-Ey Ewê li balê Ummu’l Kîtab heye
10-Ey Ewê ewrên bibar ji tunebunê çêdike

5-

1-Ey Hennânê xwedî rehma bêdawî
2-Ey Mennânê xwedîyê qencî û îhsanê
3-Ey Deyyânê berdêla hemu emelê evdê xwe zayî nake tam dide wan
4-Ey Xufrânê effukirina wî zêde ye.
5-Ey Burhânê rêya rast dide ber evdê xwe
6-Ey Sultanê xwedîyê saltana rastîn
7-Ey Subhânê ji hemu qisûr û sifatên kêm munezzeh
8-Ey Musteânê alîkarî jê tê xwestin
9-Ey Ewê xwedîyê nîmet û beyanê
10-Ey Ewê xwedîyê emn û emanê

6-

1-Ey Ewê Ji ‘ezameta Wî re her tiştî sitû xwar kiri ye.
2-Ey Ewê ji qudreta Wî re her tişt teslîm buye
3-Ey Ewê li hemberî îzzeta Wî her tişt zelîl buye
4-Ey Ewê Her tiştî ji hêweta wî re îtaet kiri ye.
5-Ey Ewê ji seltanata Wî re her tiştî înqîyad kirî ye.
6-Ey Ewê ji ber tirsa Wî re, her tiştî jê re sitû xwar kirî ye.
7-Ey Ewê ji ber tirsa Wî ve çîya diderize û perçe dibe
8-Ey Ewê bi emrê xwe esmanan li pê digre
9-Ey Ewê bi emrê Wî her tiştî qerar danî ye
10-Ey Ewê li xelkê welatîyên xwe zulmê nake

7-

1-Ey Ewê mexfîretê li xeletan dike
2-Ey Ewê belayan radike
3-Ey Ewê hêvî di wî de diqede
4-Ye Ewê îhsanê zêde dide
5-Ey Ewê hedîyeyên wî fireh e.
6-Ey Ewê rizq dide mehluqat
7-Ey Ewê qerarê mirinê dide
8-Ey Ewê gilî û gazinan dibihîse
9-Ey Ewê Eskeran dişîne
10-Ey Ewê Hêsîran berdide

8-

1-Ey Ewê xwedî hemd û sena
2-Ey Ewê xwedî rûmet û bilindîyê
3-Ey Ewê xwedî fexr û bihayê
4-Ey Ewê Xwedî ehd û wefayê
5-Ey Ewê xwedî eff û rizayê
6-Ey Ewê xwedî qencî û mexfîretê
7-Ey Ewê xwedî soz û hukmê qet’î
8-Ey Ewê xwedî îzzet û bêdawîyê
9-Ey Ewê xwedî camêrî û nîmetan
10-Ey Ewê xwedî qencî û nîmetên bêberdêl

9-

1-Ey Mânîyê tiştê naxwaze re dibe manî
2-Ey Dafîyê tiştê bizirar û manîyan def dike
3-Ey Nâfîyê Tiştê bikêr çêdike
4-Ey Sem’îyê hemu dengan dibihîse
5-Ey Râfîyê merteba kî bixwaze bilind dike
6-Ey Sânîyê hertişti li gor hunerekî çêdike
7-Ey Şâfîyê şefaetê li evdê xwe dike
8-Ey Camîyê ku li gor daxwaza xwe dicivîne
9-Ey Vasîyê îlm û îhsana Wî her tişt zeft kiriye
10-Ey Mûsîyê Tiştê ku dixwaze li gor daxwaza xwe zêde û fireh dike

10-

1-Ey hunermendê hemu huneran
2-Ey xaliqê hemu mehluqatan
3-Ey raziqê hemu merzuqan
4-Ey xwedîyê hemu xwedîyan
5-Ey ferahkarê hemu tengîyan
6-Ey şahîvanê hemu xemgînan
7-Ey Merhemetvanê hemu merhuman
8-Ey alîkarê bêalîkaran
9-Ey Ewê eybê eybkaran dinuxume
10-Ey sitara hemu mezluman

FİKRÎ AMEDÎ

UFKUMUZ NET