Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Birîna Huner û Hunermendan

Dilovan Abdo kullanıcısının resmi

Ji avabûna dinê û heta roja îro huner û hunermend di xizmeta dîrokê deye.

Her dem huner bûye pêlikên sîyaset,şoreş û tekoşînan.Gava ku merev baş lêkolînê bike ew çax wê baş bê fêmkirin ku huner di xwezayaxwe de di warê xizmet û xizmetkarî yê de rolê xwe stendîye,û bi vî rengî hatîye cabirandin. Ez dibêm ev ser bilinda yî ya hunerê ye.Hûn baş balaxwe bidinê çi beşên hunerê dibe bila bibe ên ku bi hunerê re eleqedarin û ew bi xwe berheman diafirînin,dilênwan tenik,mêjûyên wan zelal û bê pesn hestên wan mîna agirê cehennemê germe û her dikele.Huner vê xwezaya xwe ji jîyan û civakê distîne.hestên xwe jî ji wan dewlemendîyên xweza’yê têr dike.Huner çiye?bi rastî jî şîrovekirina vê hevokê tiştekî pir zore.Jibo çi zore?Ji ber ku huner tiştekî pir bi rûmete û kûrayî ya wê heye.Dibe ku di danasînawê de kêmasyên min çêbibin.Ji ber vê yekê ez bi tirsim ku hunerê li gor hestên xwe bînim ziman.Ji ber vê yekê ji nehade lêborîna xwe dixwazim.

Belê ez li gor hestên xwe hunerê binim ziman.Gelo huner çiye? Huner ked’e huner tekoşîn e,li hemberî zilm û zordarî ya mafên mirovan sekne,huner pêşkêşî ya pêşerojên rohnî û jîyeneke bê kuştin û mirina bi destê kesane.

Huner qirêjî yê,kuştinê bê hiqûqî yê di navxwe nahewîne.Merev bi gotin û nivîsandinê nikare dawî li da nasîn û xweşikbûna hunerê bîne.Ew qasî rûmeta wê û dewlemandîya wê heye.

Ez hêvî û rica yê ji temama mirovan û rêxistinên tevgerên hunerê dikim!Bi saxî rûmeta huner û hunermendan zanibin.Li wan û berhemên wan yên ku wê sibê di dîrokêde we temsîl bikin xwedî derkevin.Ku hûnê di saxîyawan de rûmetê nedin ew hunermendên ku temama ermên xwe di xizmeta mirovantîyê de buhurandine.Gava ku bi çavên vekirî û bi dilê kul çûn ser dilovanîya xwe,ew çaç gorîna wan ji mermerên giran buha çênekin û xwe nedin pê sîya behrem û kesayetîya wan. Hewceyî ya hunermendên ku bi xizanî çûne ser dilovanîya xwe ji mermerên neqiş kirî tunne.Bê gûman ez bawerim dewlemendiya wan têrawan dike.

NİVÎSA SEYDA PERÎNÇEK