Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Videoyên balkêş

Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin berhemên xwe biweşînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Malpera me tenê kulturî ye, ji kerema xwe ra nivîsên siyasî neweşînin.
Bu site kültürel bir sitedir, lütfen siyasi yazıları yayınlamayın!.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Niha di malperê da di besha muzîkê da bi hezaran sitran hene. Kîjan dengbêj, Hozan, Hunermend an jî Komên Muzîkê bixwazin cîhkî taybet (wek beşa Seîd Yusiv û Hozan Brader) bo wan hebe, bila ji kerema xwe ra me agahdar bikin. An jî ku nexwazin em muzîka wan biweşînin dîsa ku me agahdar bikin emê muzîka wan derxin neweşînin.


---------------------------------------------------------------------------------------

Beyta dilî- Feqiyê Teyran

Beyta dilî- Feqiyê Teyran

Cankurd's picture

Beyta dilî
(Dilo rabe)
Feqiyê Teyran (*)
Amadekirin bi tîpên nûjen: Cankurd

"Yek ji mezintirîn hozanvanên Kurdistanê Feqê Teyran e, û yek ji bihatirîn parçeyên hozanên wî Beyta dilî ye. Ev hozana ji 260 malikane, nivîskarekî kurd ê bi navê Xelîl Muhemed Dihokî ji zardevê birader (Ehmed Tahêr Ebdillah) wergirtiye, ku xelkê gundê Guherzê ye û jiyê wî dora 40 sala ye. Seyda Ebdilreqîb Yusif di nivîsara xwe da, (Dîwana kurmancî) li berperê 129ê ev parçeyê hozanê aniye ser zimên, lê diyare, ev hozan neketiye destêd wî. Cara yekemîn hozana [Beyta dilî] di kovara Beyan de jimare (?) hatiye belavkirin. Berî niha bi çend salan min ev parçe bo belavkirinê bi tîpên kurdî yên nûjen amade kiribû."
Dilo rabe dilo rabe,
Veke çava, ku êvar e,
Nezan û bes di xew da be,
Bi newmê (1) ra mebe yare..
Dil û şîrîn neke newmê,
Ji nefsa xwe bike lewmê,
Neçe nêzîka wê qewmê,
Dilo ew fîîla (2) xesar e..
Dilo newmê me jê bese,
Beyana xefletê nehs e,
Nehişyarî gelek tehs e,
Li min ew xaba mirdare..
Dilo rabe li vê xabê,
Weku bapîr, weku babê (3),
Lazim dê çîne tu rabê,
Li bal bax û weferwar e..
Binêr bax û weferwarî,
Binêr çerxê û rojgarî,
Li te roj hate êvarî,
Te ne e'qlew (4) ne hişyar e..
Eger e'qlî were cengî,
Bi nefsa xwe heta kengî,
Tu xafilî bi vî rengî,
Ey ya kehro ley guhdar e..
Çi wey sistî, çi wey kehlî,
Dixu bêk û dixu mehlî,
Nebe xerkoş di nav deh'lî,
Siyadê (5) te kevandar e..
Siyad dibêt te ranakem,
Me bêj nabêt, me bêj nakem,
Mecale dê bi xew xakem,
Binêr carek çi hawar e..
Binêr carek çi bangîne,
Ji newmê xwe vehiş (6) bîne,
Dinê qetl e û dinê xûn e,
Dinê gerdûn (7) û rizgar e..
Dibarîtin di gerdûnê,
Li xwe rabe demek rûnê,
Tu natirsî li heytûnê (8),
Li bin te agir û nar e..

Li nav narê evê pêtê,
Li ser sêlê xewa kê tê,
Ecel gurg e (9) yeqîn kê tê
Te ne fikre û ne ew kar e..
Tu wan fikra çi ranakey,
Tu xwe ji xewê cuda nakey,
Dê êvarî çi peyda key,
Ey ya meymestê (10) xemmar e..
Xewa qelbî e'mel bê cih,
Guhê xelkî kehr û bê bih,
Mecd xwe berda ser balgih,
Xewa bê cih qewî áre (11)..
Xewa bê cih qewî pos e,
Me ne nav e û ne namûs e,
Dikana Xaçe ya rûs e,
Dibên Xaçe yê qerdar e..
Dibên Xaçe yê bê debr e,
Di meenê da dikan qebr e,
Tijî toz û tijî xebr e,
Sepet reng e tijî mar e..
Tijî mar û tijî mor e,
Qew (qebr!) ya teng e, gelek kûr e,
Xwe ji qebrê nekin dûr e,
Li wê mal e, li hêre war e..
Bûye payîz li van wara,
Xezal weryane bin dara,
Li bin çi diken gelî yara,
Li mêrgan bûye xîsar e..
Xezal zerbûn ji sermayê,
Rabûn rewneq ji dinyayê,
Li boşavan guşîn (12) nayê,
Ne ew man û ne enhar e..
Buhar borî û av kêm bûn,
Hizar bexçe li ber dêm bûn,
Payîz dahat û gul kêm bûn,
Weşandin belkêt minxar e..
Ne berçem man, ne sosin man,
Ne gul man û ne rîhan man,
Ne lalayêt sibah (siyah) (13) xal man,
Tenê min h'eyf ji wan xar e..
Tenê min h'eyf ji wan tişta,
Li beybûna li bamişta,
Xwezî ew reng heban hêşta,
Li êlçiyêt nîstîn (14) dar e..
Ne çîçek man, ne zeytîn man,
Ne ábidêt di xweşxûn man,
Ne zozanêt di rengîn man,
Ne Nîsan û ne Adar e..
Xweşî borî li Nîsanê,
Heyamê van mihan kanê,
Bûye Îlon li zozanê,
Ne kanî man, ne cobar e..
Ji cobara geya kehr çûn,
Ji lutfa xwe bi dilber çûn,
Wekî bayê kelem ber çûn,
Dilo! ya bêt jî dijwar e..
Li min bayî kire gazî,
Xezal pêçane efrazî,
Madem aşe li wî sazî,
Weşandin sunbilan ar e..
Dibarît ar ji esmana,
Zemanê çerx û dewrana,
Gerê (15) avête rîhana,
Ne bixûr û ne bulxar e..
Li bulxara di reng dayê,
Di mexmorî di pêçayê,
Qumaşkevne bi kêr nayê,
Ruyê hîma yê e'ybdar e..
Rûyê hîma bî çil salî,
Di nav qebrî û reşkalî,
Reqîq barî li ber talî,
Hemî têk bûne cobar e..
Li min pertal ketne avê,
Kefa behrê giha navê,
Siya mexmor li ber tavê,
Sipî bûn reng û rûbar e..
Sipî nûr û hîdayate,
Reşî renge bi zulmate,
Yeqîn ev çû ew roj hate,
Xwedê xessalê qehhar e..
Xessalî têrkirin şiştin,
Li ber tavê gelek miştin,
Ji rengê pîriyê riştin,
Şukirdarin bo cebbar e..
Şukirxazîn bi vî h'alî,
Hewa ê lew libas lalî,
Weşandin belgêt helalî,
Ne min reng man, ne roxsar e..
Ne me reng ma, ne rah'et ma,
Ne me xew ma, ne qiwwet ma,
Ne me çar ma, ne taqet ma,
Hemî jê çûn dinê sar e..
Dinê mehd e û mehlok e,
Weku lu'b e û leyzok e,
Çi dizanin tifl û zarok e,
Felek çerx e û xeddar e..
Bê qerar e ya şîrîn e,
Weku şekir û hingivîn e,
Di nav êk da ya şîrîn e,
Ya dav doz e ya mekkar e..
Dinê qenc e ji şêran ra,
E'cîb mulk e ji mêran ra,
Ku avakin ji xêran ra,
E'cîb mezra û e'ffare..
Dinê qenc e tijî şêr bin,
Di xêran ra di xweşmêr bin,
Ne şubhê min di bê xêr bin,
Di bê kesp û bê kar e..
Ey ya bê kespê bê xêr e,
Eger e'qlê te texsîr e,
Tu ya can nede bi ya pîr e,
Desta jê berdin ya sar e..
Gulo (16) ya pîr bi kêr nay e,
Lew ya qenc e, ku mezra ye,
Ji xêran ra Xwedê daye,
Xebatê biken, ku êvar e..
Du car naye di dinyayê,
Cewaba xweşhero nayê,
Bigre qotê xwe ji vê zayê,
Niho ev qotê bê çar e..
Tu qutê xwe niho çarke,
Zewadê axretê karke,
Bilezîne û dê barke,
Dinê ew sîk û bazar e..
Ne Adem ma, û ne Sîs ma,
Ne Nûh ma û ne Idrîs ma,
Ne Yûnis ma, ne Cergîs ma,
Ne Eyyûbê birîndar e..
Ne Yeh'ya ma, Ne Salih ma,
Ne Haron ma, Ne Mûsa ma,
Ne Meryem ma, ku Isa ma,
Ne Ehmed ma, ne çar yar e..
Ne Eflaton û Luqman man,
Ne Dawod û Suleyman man,
Ne Fîrewn û Ne Haman man,
Ne xîndkarêt li ser kar e..
Ne Calînos, ne Qeret man,
Ne Tatalêt, Seqret man,
Ne Zulqerneyn û Mureet man,
Ne Cemacîn û Eqyar e..
Ne Cemîd ma, ne Cimcim ma,
Ne Qeys ma û ne Hatem ma,
Ne Asif ma, ne Xatem ma,
Ne sultanêt di kubar e..
Ne Talot û ne Calot man,
Ne Harot û ne Marot man,
Ne ewladêt di Yehqob man,
Ewê pîrê Yûsif xar e..
Dinê pîr e, dinê sîk e,
Dinê pîr e û ne nû bîk e,
Heçî mêrê ku pê şîk e,
Kul û guh û niho xar e..
Eya xelqê biyabanê,
Xelqê me dît hemî kanê,
Hemî çûne li wê xanê,
Ne sultan man, ne xîndkar e..

Dinê sûka Ebo Cehl e,
Li bal me a'miyan lehl e,
Ji eqlê aqilan teh'l e,
Li bal Isa ya mirdar e..
Dinê pîr e, ku Isa dî,
Bi şiklê wê nebî razî,
Telaq dabû li nik qazî,
Ser deynabû ser hefsar e..
Bi wê sîndê ya min xarî,
Eser nakem ser hefsarî,
Tu ba pîsî ya feharî,
Te ne şikl e û ne dîndar e..
Dixum sînd bi bab Adem,
Bi Incîlê, bi kelam dadem,
Édî meylê bi te nadem,
Te ne Ehd e û ne qirar e..
Ruha Isay Xwedê kes kir,
Dinê nasî û jê bes kir,
Muerref bû, bi wê hes kir,
Li nav xelqê xwe vavar e (17)..
Kesê ehd e, kesê merd e,
Di ber ku hêj nebû mehd e,
Heqe meylê jê xeberd e,
Çi reng kehmekê qehhar e..
Dinê tîn e, dinê xak e,
Dinê mehd e, dinê mak e,
Ve ewlada ebed nake,
Ya bê rehm e, ya xemxar e..
Dinê bê rehm û dil leng e,
Beya mal e xarî leng e,
Herro qal e, herro ceng e,
Ya bê rehm û ya dijwar e..
Ya bê rehm e, ya dilsoj e,
Ji wan rengêt ya bê doj e,
Bi van hala kul û goj e,
Bela wa têt heyê har e..
Herro barken, herro çon e,
Li bal me hilgirtin kon e,
Di nav qebra dê ajone,
Weku xirşêt heyê har e..
Di xorşîd û di axê da,
Herro carek binêr têda,
Ku di razayne di axê da,
Hemû xamoşêt bê çar e..
Hemû xamoş di razayne,
Bi van fikra ve veşarin,
Bi van fikra feqê jarin,
Dibê tewb e û îstîxfar e..
Herro sed car biken tewbe,
Dereng e û hêj nebû newm e,
Dil hişyar bûn dibê xew be,
Ne hevrî (hevrê!) man, ne hevyar e..

Em hemî pê pê hevala,
Dê lazim çîne wan mala,
Demek razeyne wan çala,
Dê li ser me bît xubar e..
Em dê çîn, ewlad dê mînin,
(Mîm û Hey) bîra xwe bînin,
Fatiyan (18) ji me ra bixûnin,
Hewceyên der întîzare..

(Mîm û Hey) (19) heftê felek çûn,
Ji Hicretê dewran gelek çûn,
Sal hizar û çil û yek çûn,
Ev xezel anî diyare..

--------------------------------------------
(*) [ Feqê Teyran ]
nivîsandina
( Seyda Sadiq Behadîn)
( Jêder: Hozanvanêt kurd - bi tîpên erebî )
Hozanvanê jêhatî û desthel, sert û bi nav û deng li her çar kinarêt Kurdistanê û layêt bi rex ve di sedê panzdê heta anzdê ji bûna Isayî, evîndar û şeyda, meftûn û heyranê deng û awazêt awazbêjêt dilveker û xemrevînêt dilkul û dil bi keser û kovan û xemgînan, zêdebar yê waz û tewal û tiloran, ji bilbil û şalûle û endelî û belakîtkêt beyaran, ji tivîrk û gasiran, ji zelûle û reşûlan, ji por û kewan, ji dengêt bi sehm û tirsêt dehbe û terşû hovan, ji pîrêna kelêt pezkûvî û mamiz û şivirkan, ji marêna mehan û barêna berx û karan, ji hoşe-hoşa ava şîve-kûran, ji hurme-hurma ava geliyan, ji vîje-vîja bayê bihorê dol û nihalan, kasotî û hinavsotî û cegerkuzriyê van hemî rûdanêt siroştî, heval û hevgorê wan, ku ji ber hindê ye bi navkiriye û nav li ser danaye dibêjnê Feqê Teyran, ji ber ku heyranê dengêt xweş û sazgar, dilgîr û şeydayê dîmen û dîndarêt war û zom û serêt sipehî û rengînêt Kurdistanê bû.
Ev hozanvane bêguman stêreka hindî bêjî- geşpir ruhn û roşen û ronahiye, wekî stêra gelvêjê ye di nav stêrêt dî da di esmanê torê kurdî, di meha ruhna kewçerê da. Her wesa şehsiwar û nehingeke ji kengenan û afretûnêt torê kevnê kurdî yê, ku hinde zana û torvan bi navê torê klasîkî didene qelemî. Ço hozanvanêt kevin wekî vî hozanvanî bi navêt dûrî navê wî yê rast bi nav nekiriye. Ji rêve, berî bi navê Feqê Teyran bête navkirin an ku li ser danan, bi navê Feqê Gerok navdar buye, çunkî her wekî tête gotin wekî feqêt dî yêt çax û demê xwe nebuye, ku heyamekê xweş ji salekê pêtir yan jî kêmtir bêje xwe nêzîkî şeşmeha jî li direkê ya li cihekî akincî nebuye, belê ji wan buye her wekî bi serhatî dibêjin: li ço dera yan ciha koçkêt xwe reşnekirine, an ku ço wê wesa lê nemaye û jiye, her heyamekî kêm sê heta çar heyva maye lêdaye çûye cihekê dî, ji ber vê yekê bi navê Feqê Gerok bi nav kiriye. Belê Feqê Teyran jî ne navê rastê hozanvanê em li ser di axivîne, belê Feqê Teyran nîana wî ye, ku pê hatiye niyasîn. Ev pirsiyare di cihê xwe da ye bête kirin: Gelo bo çî bi nîana Feqê Teyran hatiye nîşankirinê, ku cihê ya ûna navê wî û navê babê wî jî girtiye ? di bersiva vê pirsê da, ço tiştê rast û ruhn heta niho vê gavê nîne, ku bawerî pê bête kirin û ço guman têda nebit. Li ser vê çendê tiştê hey çêrokêt bi zar têne gotin û çîvanokin, ku renge gelek jê nêzîkî rastiyê bin yan jî çîvanokêt çêkirî bin, bo berêk ve înana bersiva wê pirsiyarî ne. Ji çîrokêt têne gotin, ku bi guh min ketîn ev herdu çîrokene ji zar devê seydayê dilsoj û xebatker Muhemmed Dewranî min nivîsiye, herdu jî bi mîrê Cizîra Bota ve bestî ne, ku wî an ku miirê Cizîra Bota ew nav li ser Feqey danaye, gotiye Feqê Teyran:-
Çîroka yekê (êkê) bi vî rengî ye:-
Rojekê ji rojan Feqê û hogirekê (Hevgorekê) xwe ji çiyay dihatine Cizîra Bota, di şergeh û kelekela havînê dabû. Li nêzîkî sere rêyeka nêzîkî Cizîrê dareka bi qewena mezin lê bû digotê : " Dara maziya reş". Li bin darê kaniyeka mezin lê diza, ço aşek ji ber diçû. Ava wê kaniyê bi zelalî û xweî û sivkî û sariya xwe li wê warî û wê deverê hemiyê deng vedabû. Feqe an ku Feqê Teyran, bi hevalê xwe ve yê navê wî "Simo", reya bin darê û ser kaniyê girt da ku li ser wê kaniya sipehî û rengîn, heyamekî bêhna xwe biden, heta ku tehere dişkêt, bi wê ava tezî û zelal dest û çavêt xwe bi şûn û zuha biken, da ku bênve ser hêz û vejena xwe, hêşt wan bênve serî. Gava gehiştîne ser kaniya li bin darê, Simoyê hevalê Feqey, hindê têhn bû, hindî hate xwe neşiya xwe ragrît, dest û çavêt xwe bişût û hêdî hêdî avê bi lepa vexut, heta ku têhna wî dikêt. Her di cih da gava çav bi avê ketî, xwe dev û dev havête ser rexê kaniyê û wekî terşê, ji têhna da û ji xweşî, sifkî û tazeya ava kaniyê teziya wê, hingî serê xwe bilindkir rabû ser xwe rûnişt heta xwe mendkirî wekî têşkewka betilî, neya ji cihê lê xwe bilvit ya bizvît. îna xwe girêl kire ser mêrga bi rex kaniyê ve ya li bin dara maziya reş. Çavêt xwe noqandin da bêhna wî bêt. Feqey jî dest û çavêt xwe pakij şûştin û zuhakirin, heyamekî ma hizrêt xwe di ava kaniyê da kirin, paşî têr av vexar û xwe kêl kire ser geyayê kesê mêrgê. Heyamekê xweşî herdu heval û hevgor mane dirêjkirî û nepetî bûn, paşî ji nişkekê ve Simo rabû ser xwe her wekî sehmek bo çêbûy her hadir gazî Feqê hevalê xwe kir, gotî: Bo çî ranabiye ser xwe ?!.
Feqey xwe kehr kir, her wekî gul ço nîne. îna careka dî gazî kirevê. Belê vî carê jî guh bi xwe dadan xwe mit kir. Simoyî dil neda kotekiyê lêket raket çiku westiyayî û nivistiye, îna rabû ser xwe. Feqe yê hişyare hay jê heye, belê bi xwe neîna der. Gava rabû, tirsiya dengekê dî ji xwe bînt, îna li ser xwe hêdî gote Simoy got: " Rûne xwe bê deng ke, nabit dengek ji te bît." Simo ma hizrêt xwe kirin, eve Feqey çiye ?! Bo çî nahêlît deng ji min derkevît ?! îna gotî:" Erê ma çi qewimiye tu nahêlî ez lêvan li ser êk pelînim,dengekî ji xwe bînim ?" Feqey ji devî vegirt got:" Dê tu bêhna xwe firehke, da ku guhê xwe bideyne van kevotkêt - wazêt - li ser vê darê dadayî ka dê çi bêjin ?" Simoyî di dilê xwe da tirane bi gotinêt Feqey kirin, bi dengekê bilind di gel Feqey axivt. Her di cih da kevotkêt li ser darê bi wan hesiyan, ku li bin darê rûnitîne, îna firîn çûn. Feqê Teyran rabû ser xwe rûnit û digel Simoyê hevalê xwe peyivî wan kevotka li ser dara maziyê çi gotî, hemî ket kete ya êk li dû êkê kirine guhê Simoyî got:"Ew kevotkêt li ser darê firîn ew heyamekê xweş bû, digel êk dipeyivîn". Digote êk:"Ev mirovêt li bin darê an ku ez û tu, evro bi rastî keyfa me têkda, ew çîliyêt geyayê ter ê ji nû hildayn û bi ser kevtîn, yêt bi wê ava sipehî û zelal avdayn û xunavê girtîn em jê zirbehr kirîn. Ewêt li bin darê ji rapêça wan diyare ew derwşin". Kevotkeka dî got: "Nexêr, ew ne derwêin, ew nêçîrvanin rêvîngin, ne xelkê Cizîrê ne, ji ber ku ji rapêça wan xweyaye, ku ne ji xwe cih û akinciyêt vê deverî ne". paşî got:"Dê da zû bifrîn û xwe ji lepêt wan qortal keyn. Hêz çû dirb negehandîne me, ji ber ku bawerî bi mirovan, bi nifşê ademîzad û Hewayê bi ço rengan nabît bête kirin. Berî çendroja gelek mêr û xurt li vêre xirve bûn. Ev lenda hene kola û hinde tûr havêtne têda, kevir an ku ferş û helan danane ser û ax kire ser, welê kir, ku kes nazanêt wîrê kolaye û tiştek kiriye di bin ra ji Xwedê pêvetir". Simoyê hevalê Feqey bû qeh qeha keniya wî, tirane bi gotinêt Feqey kirin gotê: "Erê tu ji hemî dilê xwe we dibêjî?!" Feqey gotê:" Pa xwe ne ez bi tirane ve we dibêjim." Paşî herduwa bêhna xwe dayî, rabûn rêka bajêrê Cizîrê girt çûn. gava gehitîne rex bajêrî, çavê wan bi hindek xurtêt mîrê Cizîrê ket, li ser rê bûn zêrevaniya rêkê dikir, ka kî têt û kî diçît. Gava çavê wan bi feqey û hevgorê wî ketî, guman li nik peyda bû, ku ev du rêvîngene renge diz bin, ji ber hindê bezînê her çar rex lê girtin da nerevin û dest lê girêdan, dane ber singê xwe birin heta ku gehandîne ber koçka mîrê Cizîrê. demê Feqe û Simo bi jor kevtîn, çavê mîrî bi Feqey ket, Feqe niyasî - naskir -, ji ber hindê zêrevan verevandin û bi xêrhatineka germa Feqey kir gotê:" Bi xêr hatî, fermû rûne da te tê bigehînim çi li me qewimiye. Paşî berebeytek ji serî heta binî mîrî bo Feqê Teyran gotî, got:"Bira Feqe, piştî tu çuyî kiryareka mezin li me qewimî, obeka diz û çetan kevtine xizîna me bi serê xwe dakir, ço têda nehêla xir û valakir. Em nizanîn kîne ? Şopa wan jî me nezaniye, ji ber hindê, çend bê jî em aloz û perîşanin. Serêt rêka li me berze bûne, em nuzanîn dê çi keyn." Feqe ma heyamekê xweşhizrêt xwe kirin, paşî serê xwe bilind kir, gurmijî û berê xwe da mîrî got:"Mîrê min, ez gelek diz û çetan û rêgiran dinyasim (nasdikim), ji bilî hindê jî, ez ezmanê teyr û tivîra (teyr û waza) dizanim." Mîrî gotê:" Feqe heke tu wan dizan ekera key, ez û tu dê xezînê li xwe lêkvekeyn, nîvek bo te û nîvek bo min û ez dê navê te jî keme Feqê Teyran." Feqey gote mîrî: " Destûriya min bide da ez biçim sehmekê, belkey ez cihê lê danay pê bihesêm!" Mîrî destûriya wî da. Feqe rast rabû, hinde xurt û pisporêt mîrî digel xwe birin, êkser rêka wî cihî girt yê ku kevotkêt li ser dara maziya reşpê axivtîn. Gava gehîştin, Feqey gotê bikolin. Paî kolay gehîştin ferêt bera ya helana rakirîn, dît ku lendeka kolayî, tûrêt mişt û tijî ji zêr û para û gewhera têdane. hemî ji korê înane der û da qutan, çend xurt hinartin, ku bibez biçne Cizîrê mizgîniyê bidne mîrî. gava gehiştîn û mizgînî dayê, mîr gelek pê şad û bextiyar bû. rabû giregire, maqûl û harîkarêt xwe digel xwe birin, çûne cihê xezîne lê veşartî. Hemî zêr û pare û gewher û mirarî bi birayînî wî û Feqey li xwe lêkvekirin û navî Feqey, Feq Mihemedî kire Feqê Teyran. Ji hingî were navê Feqey li dû nav lê nay mîrê Cizîrê li çar kinarêt Kurdistanê bû Feqê Teyran, çunkî zimanê teyr û wazan dizanît.
Yan jî vê çîroka jêrî pêve dibêjin:
Carekê ji cara, rojekê ji roja, mîrê Cizîrê digel hinde hevalan û hevgoran, çûn rav û nêçîran li ser şetê rûbar Dicley li nêzîkî bajêrê Diyarbekrê. Demê, ku mîr bi heval û hevgorêt xwe ve bindest û şîrkêşan ve li ser rûbarî bûn, rava masiya dikir, Feqey yê, ku bi navê gerok bi nav dikir, ji ber nehecimtina wî li cihekî, bo çî di ber rûbarî ra naborît. Mîrê Cizîrê yê, ku gelek hejê dikir, gava çav pêketî yê di ber rûbarî ra diçît, gazî kirê gotê:" Were ev hevalene hêj bawernaken, ku tu zimanê teyra dizanî, ez jî hêj bi diristî bawer nakem". Feqey li ser darxaza mîrî bê dilî xwe rêka xwe guhart çû nik mîrî û silav kir. Mîrê silav jê wergirt gotê:"Dê were tu bi xêr hatî. Dê rûne." Feqe rûnit. Heke tiştek danaye ber, dibêjin, bi rex rûbarî ve bilibilek dirkekê da bû, paşî xudanê wî jê dûrkevtî bo bi cihînana pêtiviyekê, bilbilê me dest bi awazêt xweş û dilvekerêt xwe kir, Feqey guhê lê girtî heyamekê xweş, mîrî jî haj Feqe ye, ku hizar wî li nik bilibilê dirkê da ye, ne li çivata mîrî ye. Mîrî gotê:"Feqe ! te guhêt li awazêt bilbilî mût kirîn, tu nabêjiye min çi dibêjt?" Feqey bersiva mîrî da, got: " Bilbilê dirkê da li ser teraşê." got:"Nexwezyêt wê roja, ku ez di kona (qola) xwe da mayim û nêçîrvanî ez girtîm û ez kirîme devê rikê da wekî girtiya. Ez ji van xweşî û şadiya bi carekê zirbehir bûme. Heke ezê bi îqbal û şans bama, ez wê rojê ji dervey kona xwe bama, da ez jî niho yê serbest û azabim, wekî van bilbilêt li vî çemî binîveka dilê xwe digerîn, dileyzin û distrin, ne ku dirkeka bi host û nîva pan û bi host û nîva bilind da bim per û şeper li min bişkên heke min lotek li xwe da û nikil û ser û çavêt min xwînelok bûn hindî bi çar kinarêt rikê dikevin". Ji ber hindê dibêjin mîrê Cizîrê bi navê Feqê Teyran bi nav kir (*).
----------------------------------------------
(*) Ev herdu çîrokêt navkirina Feqeyî bi navê Feqê Teyran min ji zardevê birader Muhemed Dewranî sala(1967)ê nivîsîne.

Têbînî:
01) Newmê (Erebî ye): Xewê
02) Fîîl (Erebî ye): Pîşk, kar
03) Babê: Bavê
04) Eqlê (Erebî ye) : hişê
05) Siyadê (Erebî ye): Nêçîrvanê
06) Vehişî: Hişyarî
07) Gerdon: teviya dinyayê
08) Heytûn: Dojeh û agirdana gewre
09) Gurg: Gur
10) Mey: Bade ( Ereq)
11) Áre (Erebî ye): Şerm e
12) Guşîn: Guşguşa avê
13) Sibah: Rastî siyahe (reş)
14) Nîstîn: Ji nû distînin
15) Gerê: Tozê
16) Gulo: Rastî Gelo ye
17) Vavare: Bijare ye
18) Fatiyan : Fatîheyan
19) Mîm û Hey: Navê Feqê Teyran e.

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Cankurd

-------------------------------------------------------------------

Title Şîrove Xwendin Ray Cûrsort icon
Ziman- Navên acetan bi van paşbirkan têne pêdakirin 0 9,856
0
Ziman

Cankurd

- Bi (ek), wekî Birrek, Sêlek, Bade…

- Bi (ing), wekî Hevring, Bêjing, Mûçing…

- Bi (er), wekî Kêser, Xencer, Koler…

Pêşpirtik (Prêfix) û paşpirtik (suffix) di Kurmancî de 0 8,434
0
Ziman

Cankurd
25. Juli 2008

Dema Rastîniya kurdî ? 0 7,603
0
Nivîsar

Cankurd

Kurdên Rojavayê Kurdistanê û hembervaniya Sûrî 0 2,971
0
Nivîsar

Cankurd:
Di danûstandina gelek Kurdên Rojavayê Kurdistanê de, bi partî û rêkxiraw û saziyên hembervaniya Sûrî re, du diyarde bi zûkî tên diyarkirin û berçavkirin:

Seriyên Tûraniyan wê binve bibin 0 6,243
0
Nivîsar

Cankurd

Serkeftina bashûrê Kurdistanê di çarexên wê de ye 0 3,025
0
Nivîsar

Cankurd

Nirxandina Nivîsekê - Li ser pirtûka Helbestên Xilat Ehmed: Çarîkên Berbangê – Tiryaq 0 7,427
0
Nivîsar

Cankurd
25.05.2005

Gotar 1 0 7,344
0
Nivîsar

Alava agirê fîtneya li Lubnanê
Cankurd

Gotar 2 0 3,487
0
Nivîsar

2008-05-16
Kî dikare rexneya tevgera bê şaşî bike?
Cankurd

Nirxandina Nivîsekê - Şahînê Bekirê Soreklî: [Pisîk jî xewnan dibînin] 0 8,014
0
Nivîsar

Cankurd

Nirxandina Nivîsekê - Li ser romana Lokman Polat: "Nûrheyata Licî" 0 9,349
0
Nivîsar

Paş romanên "Kewa Marî – Mêkew", "Fîlozof-Katibê Şêx Seîd)", "Gulîzar" , "Rojnamevan" û "Robîn", û gelek pirtûkên kurteçêrokan, wek "Evîn û Jiyan", "Jin û Zindan", "Evîndar" û

Kronolociya Osman Sabrî 0 7,350
0
Nivîsar

Amedkar: Cankurd
Me hêvî ye ji xortan, ew binasin karê xwe
Dest bavêjin tifing, biparêzin warê xwe
Ew nizanin dost û yar li ser wan çi dibêjin
Nemaze em kalemêr ziman dirêjin

Nirxandina nivîsekê - Li ser pirtûka Mihemed Hemo: "Di kûraniya vê riyê de" 0 4,339
0
Nivîsar

Mihemed Hemo, ku ji xelkê Kurdaxê ye û li Suleymanî dijî, pirtûka xwe ya helbestan "Di kûraniya vê riyê de" li ba dezgeha weşandinê "XAK" bi motîvên Felkdîn Emîn û derhêneriya Xebat

Di dema “Global Village” û “Scoring” de azadî? 0 4,343
0
Nivîsar

Cankurd
23.05.2008

Ji hev dûrketina Maldar û hejaran civatê diherifîne 0 5,448
0
Nivîsar

Cankurd

Kî dikare rexneya tevgera bê şaşî bike? 0 7,480
0
Nivîsar

2008-05-16
Cankurd

Têror di dema niho da 0 5,332
0
Nivîsar

Cankurd/ 2002

Li ser romana Lokman Polat: Rojnamevan 0 4,107
0
Nivîsar

Cankurd

li sazxistina cîhanê ji nû ve û sira hishmendên amerîkî (*) 0 5,627
0
Nivîsar

Cankurd
2003

Rojhilata Navîn di nav bahozê da 0 6,841
0
Nivîsar

Cankurd
15.10.2004

Raste, Raste… hema ne wilo ye.. 0 4,617
0
Nivîsar

Cankurd
2004

Li Amerîka jî hespên derveyî tewlê hene 0 4,689
0
Nivîsar

Cankurd
2006

Kanîn rêhevalên Şêx Maşûq? 0 9,702
0
Nivîsar

Cankurd
30.05.2008

Ho, Şêxê şehîd li me biborîne… 0 4,181
0
Nivîsar

Cankurd - 03.06.2008
[…û tew guman nekin, ku ewên di rêya Xwedê de hatîne kuştin, mirîne, lê belê ewana zindîne, li ba Xwedayê xwe tên riziqdan.]

Em di ber hev re diçin, lê em hev nabînin 0 4,936
0
Nivîsar

09 Nîsan 2008 Çarşem Saat 12:43

Berevkirina yên wek hev diramînin 0 6,356
0
Nivîsar

Cegerxwîn- Pîr Rustem - Hamêd Bedirxan
(Nimûneyin ji Roşenbîran: ji nav tevgerê û ji derveyî wê)

Baronê Diz û Keleşan 0 4,763
0
Nivîsar

Cankurd

Ne tenê polîtolog û dûroknas û rojnamevanan bêmafî li neteweya Kurd kirine. Zanyarên arxiyolocî jî di vê bêdadî û vê bêmafiyê de xudanên para xwe ne.

Ji olên mirovatiyê: Ola Konfûşiyos 0 11,145
0
Nivîsar

Cankurd
27.03.2006
Li ba Çîniyan Konfûşiyos bi "Şah" tê navkirin. Ew sala 551ê berî zayîna hezretî Isa ji dayîk bûye û sala 479ê ji dinyayê koç kiriye.

Ji olên Mirovatiyê: Ola Bûda 0 4,704
0
Nivîsar

Cankurd
06.05.2006

Ji olên mirovatiyê: Ol a Zerdeşt 0 6,405
0
Nivîsar

Cankurd

Dijwariya Erebkirinê li ser gelê kurd di rojavayê Kurdistanê de 0 29,083
0
Nivîsar

Cankurd (*)
(Bo semînara malpera Amûde li Bochumê-16.06.2001 hatiye amadekirin)

Kurmancî zimanê bav û kal e
Tirba xwe de dê bi wî dinale
Kurmancî ye deng û şora pêşîn

Tevgera me ya neteweyî û Kuştina padişahan 0 4,656
0
Nivîsar

Cankurd

“ Niştperweriya rastîn ewe, ku mera berxwedanê di ber baweriyeka baş de bike û niştperweriya sexte ewe, ku mera her pesna deselatdariyekê bide, çi baş û çi nebaş.”

Li ser pirtûka Heyder Omer:"Osman Sebrî, helbestvan û nivîsevan" 0 7,127
0
Nivîsar

Cankurd
05.05.2005

Pirtûk bo her mirovekî 0 4,446
0
Nivîsar

Cankurd

Neteweya Kurd û Cîhanîkirinê “Globalîzm” 0 6,365
0
Nivîsar

Cankurd – 01.09.2004

Gavek dîplomasî ya dî?! 0 3,095
0
Nivîsar

Cankurd
July 17, 2008

Sedûbîstûpênc (125) saliya jidayîkbûna Franz Kafka 0 3,131
0
Nivîsar

Cankurd:

Nirxandin- Li ser Pirtûka Hêmen Kurdaxî: Ez bişewitim, dûmanê wê dîsa ji te hezbike 0 3,456
0
Nivîsar

Cankurd

Ez Êzdî me, ez ne Kurdim! 0 6,739
0
Nivîsar

Cankurd
„ Bersiva min ji pirsekê re“
26.12.2006

Em li ku û netewên din li ku ?! 0 3,486
0
Nivîsar

Cankurd/ 2000

125 saliya jidayîkbûna Franz Kafka 0 4,203
0
Nivîsar

Cankurd

Li ser “Çêrokên hejdeh salan” Ên Şahînê bekirê soreklî 0 3,601
0
Nivîsar

Cankurd
July 24, 2008

Neteweya Kurd û Cîhanîkirinê : “Globalîzm” 0 4,488
0
Nivîsar

Cankurd – 01.09.2004

Ev rojeke ne bi xêr bû! 0 6,057
0
Nivîsar

Cankurd:
05.10.2008

Em çi dixwazin? 0 4,870
0
Nivîsar

Cankurd:
Berî her tiştekî cejna we ya Remezanê pîroz be…

Teqîna li Şamê karekî hovane ye 0 3,619
0
Nivîsar

Cankurd

Yildiz Chakar- Ala û Goristana stêrkan 0 4,698
0
Nivîsar

Cankurd
cankurd@email.com
November 28, 2008

Em çi dixwazin? 0 4,439
0
Nivîsar

Cankurd November 2008
Berî her tiştekî cejna we ya Remezanê pîroz be…

Carek dî li ser ola Ezdahî 0 5,053
0
Nivîsar

Cankurd
Bo Netkurdê:

Beyta dilî- Feqiyê Teyran 0 8,394
0
Nivîsar

Beyta dilî
(Dilo rabe)
Feqiyê Teyran (*)
Amadekirin bi tîpên nûjen: Cankurd

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.