Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Berevkirina yên wek hev diramînin

Cankurd kullanıcısının resmi

Cegerxwîn- Pîr Rustem - Hamêd Bedirxan
(Nimûneyin ji Roşenbîran: ji nav tevgerê û ji derveyî wê)
Mijara min îcar jî Rojavayê Kurdistanê ye…Lê wekî dixuye, li aliyên dî yên Kurdistanê jî rewşeke wilo heye… Li Rojavayê Kurdistanê, tevgera ramiyarîji ji helwêsta temaşevanî ya roşenbîr nedilxweşe, û roşenbîr jî ji rewşa, ku tevgera me ya ramiyarî têde ye, tew dilsare. Hinek vê yekê wekî nakokiyek herdemî di navbera tevger û roşenbîr de dibînin, û hinek jî va jihevdilsariyê bi hinek gilî û gazincan, bi hinek astengiyan ve girêdidin û dibînin, ku mirov dikare herdu aliyan bi asanî bîne ba hev, da bi hev re kar û xebatê bo gelê xwe bikin.
Di rastiyê de mijar pir giring û pir girane jî, û wekî dixuye ev dilsarî bêtir ji ber çar egeran e:
-Bidestnexistina çi destkeftiyan, ji aliyê tevgerê ve, di warê armanc û daxazên gel de, pêbaweriyekê li ba gel bi giştî û li ba roşenbîr bi taybet pêda kiriye.
-Kêmtecrûbe û serpêka tevgera me ya neteweyî di xebata demokratî de, tevî ku piraniya partiyên me navin demokrat li xwe kirine, û di bernameyên wan de jî civaka demokrat tê daxazkirin.
-Roşenbîr nikane di bin sîwanek sazendî de fermanên wan kesên tênegihîştî li ser xwe bipejirîne, û ew baş dizane, ku piraniya livîna çewt di nav tevgerê de, di bin seriyê wan kesên tênegihîştî de pêda dibe û ziyanê digihîne tevgerê û gel.
-Tevger ne amadeye bi zûkî dev ji wan kadroyên xwe yên kevnare berde, xwe nûbike û ciyê bilind bide wî roşenbîr ê, ku wekî dixuye, di tenga bercewendiya xwe ya kesanî re li teviya civakê dinêre, û tew ne amdeye, ku xwe ji gel re bike qurban. Bê guman ne giş roşenbîr wilo ne,ji wan jî pir xebatkarên mezin hene.
Ez dibînim ku pêwîste di vî warî de herdu alî dest bi bizavek nû ya hevpejirandinê û bi hev re karkirinê bikin, wê pir baş be.