Bo agahdariya hemî nivîskar û beşdaran!

----------------------------------------------------------------------------
Kurdinoooo!.. Bibin endam, bibin xwediyê malperekê û berhemên xwe bi kurdên din re parve bikin! Têkilî bi rê ya emaîla me ye!..   kurdwebmaster@yahoo.com
* * *
Mêvanên Delal!
Muzîk wê hêj lê zêdebe! Niha 3918 flash, 285 mp3 û 66 jî kilasîk û 809 video

li ser hev = 5078 sitran hene!


* * *
 
* * *
 

 

Aramî herimandin

Mam Recall kullanıcısının resmi

Çendek sal berê bû..
Min li nûçeyan temaşe dikir. Gelê Kurd,li sînorê Tirkîyê û Sûrîyê,di bin gef û azarên leşkeran da,îda hevdû pîroz dikirin. Dengê nalîn û qîjeqîj a wan,li ezman bi dengeki taybetî dihatibû bihistin.
* * *
AX!Ew dengan..
Wî dengî ez birîbûm quntar a çiyan.
Erê,êdî ez li çiya bûm..
Ketim nav xewn û xiyalên kûr û tevî berx û karikan bûm.
* * *
Xaltîîî, Xaltî! Ez im ez..
Wêêê! Ez qurban,ez qurban.. Çima ewqas pîr bûye lêlê.. Wîşşş!
Aha! Welleh ez nedîtim..
Lolo Şehmûûûs! Kekooo,kekê min.. Mal a bavê min qurban lolo!
Xalooo! Metêêê!

Kerem çawayî xarzî?
.........
Îda te pîroz be! (hevdû himbêz dikirin.)
.........
Tu bi tena serê xwe hati?
.........
Xwezî te zarok jî anîbûya lo..
.........
Min pir bîr a Semran û Dilêr kiriye.
.........
Bûk a min,ew çawaye? Ew jî başe?
.........
Kerem tu bersiv nedida xalê xwe..Hewl dida,lê nedikarî feqîrê min.Wek bêbawerî,şaş û metal mayîbû. Û kûr kûr dinalî.

Wê gavê,
Çiyayê Sipanê,bi kulîlkan hatibû xemilandin.
Stranên bêrîvanan û dengê zengilan,dema ku tevî dengê berx û karikan dibû,wek orkestra yek xwezayî deng derdixist.
* * *
AX!Ew dengan..!
Wî dengî ez birîbûm quntar a çiyan.
Erê,êdî ez li çiya bûm.
Ketim nav xewn û xiyalên kûr û tevî berx û karikan bûm.
* * *
Berxik û karikan,di nav aş û aramîyê da,dayikên xwe dimêjiyan,
Mirovan jî,maf û aramîyên mirovan diherimandin.
* * *
Disa vegerîyam ser Telewîzyonê xopan. Lê rewşa gelê Kurd baş xuya nedikir.
Gelo!
Neçarî çiqas dijwar bûye lo?
Li hemberî dîmenên wisa,mirov li mirovatî yê digere.
Lê,min ne mirovatî,ne jî tişteki ronahî didît. Cihan ewqas tarî xuya dikir ku,danê nîvro,wek bûyîbû êvar.
Dema ku,toz a axê berbî ezman hildikişîya,li ser,ser û çavên gelê min jî,dadinişt.
Tevî hêstirkên wan dibû û dixwast,rûyên spî gemar bike.
* * *
AX!Ew dengan..!
Wî dengî ez birîbûm quntar a çiyan.
Erê,êdî ez li çiya bûm.
Ketim nav xewn û xiyalên kûr û tevî berx û karikan bûm.
* * *
Ey REBÎO! REBÎyê min..
Xudanê erd û ezman û jîndaran..
Tu vî zulmî dibînî an ne? Na,na.. Ewqas sebr a min nine.
Naxwazim, di dilê xwe da dîl,û li hemberî bênamûsî yê,bênamûs bijîm.
* * *
ÊDÎ BESE ! Hevdûdîtin a we qedîya..
Wiha digotin,fermandarên Ereb û Tirkan.
Gelê Kurd,bi tililî û çepikan,dawîya pîrozî ya xwe dianîbûn.
Wan bi tililî û çepikên xwe,rewşa wê rojê şermezar dikirin.
Lê ji hêla leşkeran da,wek spazîyek giring dihatibû qebûl kirin.
* * *
AX ! Ew dengan..!
Wî dengî ez birîbûm quntar a çiyan.
Erê, êdî ez li çiya bûm.
Ketim nav xewn û xiyalên kûr û tevî berx û karikan bûm.
* * *
Berxik û karikan,di nav aş û aramîyê da,dayikên xwe dimêjiyan,
Mirovan jî,maf û aramîyên mirovan diherimandin.

Mam Recall / U.S.A.
Dîrok