Skip to Content

4000 sitranên kurdî

Kurdish Music

Sitranên bijarte

Kilasîkên me

Sitranên Şoresgerî


Bibe endam û berhemên xwe biweşîne !

Kesên ku dixwazin berhemên xwe biweşînin, bila ji kerema xwe re carek van dustûrên me bixûnin! Fermo pêlêkin
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Hun dikarin di vir da hemî berhemên xwe (Nivîs, Helbest, Lêkolîn, Çîrok, Pêkenî, Wêne, Video uwd.) biweşînin.
Hun kîjan sitranan dixwazin guhdar bikin, ji me ra lîsta xwe bişînin, emê hemîyan biweşînin!
----------------------------------------------------------------------------------------------------
Malpera me tenê kulturî ye, ji kerema xwe ra nivîsên siyasî neweşînin.
Bu site kültürel bir sitedir, lütfen siyasi yazıları yayınlamayın!.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Agahdarî

Agahdarî

wêneya Niviskar

Dusturen me! Her niviskarek gerek carek bixune!

Nivîskar.Com çiye?

Niviskar.com platforma online ya nivîskarên Kurd e. Her Kurdeki welatparêz, fikr û ramanên wî yên sîyasî, baweriya wî ya olî û mezhebî çi dibe bila bibe, dikare di malperê de bibe Nivîskar û zanîna xwe dikare bi Kurden din re parve bike.
Kesên bixwazin bibin Nivîskar, pewîst e bi emaîla xwe serî li me bidin û bi rêya emaila kurdwebmaster@yahoo.com nivîsên xwe ji me re bi awayê word.doc bişînin, an jî bixwe li malperê barkin. Piştî dîtina nivîsan, wê him di rûpela yekem de, him jî di beşa wan de were weşandin.

Nivîskar dikarin di her mijarî de (wek helbest, nivîsên dîrokî, kulturî, pêkenî, çîrok, ol, tenduristi, teknolojî uwd.) binvîsînin, tenê ne yên siyasî yên ku dibin sedemê dilnexweşiyê di navbera Kurdan de!..

Armancên projekta Niviskar.Com bi kurtî ev in:

* Xwirtkirina têkîliyên di navbera entellektuelên Kurd de
* Belavbûyina zanin û zanistî di civaka Kurd de
* Avakirina platformekî ji bo kesên ku nivîskar in, an jî dixwazin bibin nivîskar
* Alikarîkirina pêşketinên di ziman, çand û civaka Kurd de

Nivîskar.com projeya tu partiya siyasî an jî rêxistinê nîne. Niviskar.com ji alîyên welatparêzên Kurd ji bo pêşketina Kultura Kurdan hatîye amadekirin û em tu ferqiyê nakin navbera partî, rêxistin û baweriyan. Her Kurdekî; dikare bi kêfxweşî nivisan bixwine, binvîsîne an jî di projeyê de aktîf kar bike.

Gelo Nivîskar.Com bê teref e?
Belê nivîskar.Com serbixwe ye, yanî di nava hemî rêxistin û baweriyan de terefdariyê ji hêlekê re nake. Xebatkarên Nivîskarê ji hemî baweriyan hene, her wiha nivîskarên wê jî. Her kurdek heya her dostekî kurda jî, dikare di nivîskar.comê de binvîsîne, belê Niviskar.Com ji nivîsên nîvîskaran mesul nîne. Her nivîskar ji nivîsên xwe mesûl e. Nivîsên ku di Nivîskarê de tên weşandin nayên wê manê ku ji teref Nivîskar.Comê de tên ecibandin, an tên tesdîq kirin, an jî tên destek kirin Jiber ku Platformeka azad e, em destûrê didin ku herkesek bikaribe xwe îfade bike.

Gelo nivîs têne sensûr kirin?
Jiber ku Niviskar.com serbixwe ye, pewîst e ku sensûrê nede ser nivîsên tu nivîskarî, lê:
Gerek nivîs di çarçova exlaqê mirovatiyê de bin, di nivîsan de çêr (dijûn) û heqaret tunebin.
Ger, di warê Netewa Kurd, Kultura Kurd, Zimanê Kurd, Rêxistinên Kurd an jî Şexsiyetên Kurd de rexnên wan hebin, pewîst e ji heddê rexnê derbas nebin, dema nivîs ji heddê rexnan derbas bibe û bikeve dereca heqaretê, ew nivîs tê verotin û xwediyê wê tê hîşyar kirin, ku di uslûba xwe de israrê bike, qeyda wî nivîskarî tê verotin.

Em çawa ji nirxên xwe yên netewî, ji mezinên xwe, ji ala xwe, ji milletê xwe re bi hurmet in, her wiha bigor exlaqê mirovatiyê pewîst e, em ji nirxên xelkê re jî bi rûmet bin. Fikr û ramanên me, nebin sedemên heqareta li kes, an milletên din. Nivîskar.Com Platformek azad e bo me, ne ciyê çêr û heqaretê ye.

Çima bibim nivîskar?
Ku mirov di qada pisporiya xwe de xwediyê zanînê be, gelo çima mirov bi pênûsa xwe ji gelê xwe re xizmetê neke? Di vî sedsalên dawîn de ku jê re çaxa ilm û zanînê tê gotin; her nivîsek mirov him mirov pêşve dixe, him jî dibe sedemê pêşketina gelê mirov. Wek nivîskarek, pewîst e mirov fikir û ramanên xwe bi xwendevanan re parveke.

Ez çawa dikarim qeyda xwe ya nivîskariyê çêkim?
Bi wasita e-maîla kurdwebmaster@yahoo.com ji me re namekê bişînin û xwe bi kurtî bi me bidin nasîn. Ger hun bixwazin hun dikarin ji me re wênek xwe jî bişînin, daku em di beşa we de bicîh bikin. Jiber ku Nivîskar.Com li Ewrûpa weşanê dike, rîska malûmatên liser we kêmtir e. Hun bawer bin ku di vî warî de tu xisarek nay ser we. Ger e-maîlên we yên li cem me qeydkirî ji teref hinekan ve werin dizîn, an hun bixwazin navnîşana e-maîla xwe biguhêrin, zûtirîn me agahdar bikin baştir dibe. Daku kesek liser nav û hesabê we ji me re tiştek neşîne.

Dustûrên Malpera me!

* Bîr û bawerî, dîn, mezheb, baweriya siyasî, fikir û ramanên wî çi dibe bila bibe her Kurdek an jî dostên Kurdan dikarin bibin Nivîskarê Malperê!

* Niviskar di çi warî de, çiqas mîqdar dinvîsînin serbest in. Bes her nivîskarek beşek wî ya taybet heye. Bi gor bendan beşa xwe vala nehêle baş dibe!

* Ji naveroka nivîsên nivîskaran tenê Nivîskar berpirsiyar in. Bi çi awahî dibe bila bibe kes nikare jiber nivîsên Nivîskar.Com’ê malpera me sûcdar bike!.

* Niviskar.com malperek bê teref e! Bi tu bawerîkî siyasî nay sucdar kirin!

* Jiber Nivîskar.Com malperek çandî ye, bo vê mafê tu Nivîskarî tuneye ku li şexsiyetek Kurd an rêxistinek kurd heqaretê bike, virr, derew û îftira li wan bike, wan lekedar bike!

* Kesên ku nivîsên ji pîvanên Nivîskar.Comê der in binvîsîne, destpêkê de nivîsên wan tên verotin û ew tên hîşyar kirin. Ku li uslûba xwe dom bikin, endamîtiya wan tê betal kirin.

* Niviskar.com malperek ticarî nîne. Jiber vê sedemê ji kesî daxwaza tiştek maddî nake û jî kesîre jî, soza alîkariya maddi nade! Kesên dinvîsînin nikarin daxwaza mafekî maddî bikin!

* Jiber ku Nivîskar.Com ne malperek sîyasî ye, her nivîskarek dikare bi hêsanî bi navê xwe binvîsîne û wêneyên xwe lê barke.

Her nivîskar dikare di malperê de Nivîsên xwe, albûmên xwe, helbestên xwe, jiyana xwe, bîranînên xwe, pêkeniyên xwe, wêneyên xwe, videoyên xwe li Niviskar.com´ê barbike. Her wiha ji dervada jî nivîs û berhemên ku diecibîne hebin dikare wan jî di vir de biweşîne.

* Her Nivîskarek dema bixwaze dikare dawî li nivîskariya xwe bîne. Ku bixwaze nivîsên wî di beşa wi de dîmîne, ku nexwaze nav û nivîsên wî hemî tên verotin.

* Vaya peymanekî ye di navbera Nivîskar.Com û Nivîskarên we de!

***

Nivîs çawa tên barkirin!

1- Dema hun di malperê de ketin beşa xwe li milê çepê di bloka Naveroka Malperê de “Naverokê amadeke” heye, pêl wê derê bikin.
2- Di nava malperê de wekî li jêr hatiye danîn rûpelek vedibe. Berhema we ji kîjan babetî be, ji kerema xwe re pêl wir kin û berhema xwe lê bar kin.

***

Naverokê amadeke

Ji Lîstê, beşa minasib hilbijêre:

* Berhem (Pirtuk, Album)
Di vê beshê de tu dikari li ser pirtûk, albumên muzikê an ji li ser berhemên din agahdariyan biweshîni.

* Çîrok
Çîrokên xwe barbikin

* Forum
Bo niqaşê mijarek nû veke, bila bê sirovekirin

* Helbest
Hun dikarin hemî helbestên xwe li vir barkin

* Foto - Wene
Hun dikarin wêneyên xwe livir barkin

* Lekolin
Hun dikarin hemî lêkolînên xwe li vir barkin

* Nivîsar
Hun dikarin hemî nivîsên xwe li vir barkin

* Pêkenî
Hun dikarin hemî pêkeniyên xwe li vir barkin

* Video
Videoyên xwe an jî yên hun diecibinin livr bar bikin

* Ziman
Hun dikarin liser zimanê me zanînên xwe û ramanên xwe diyarkin

* * *
Ger hun nikaribin bixwe bar bikin, bi rêya emaîlê bo me bişînin.

Serkeftin
KurdWebMaster
------------------------------ -----------------------------------------------------

Şirovêyan

---------------------------------------------------------------
Hin Berhemên din ji Niviskar

-------------------------------------------------------------------

Sernivîs Şîrovesıralama ikonu Xwendin Ray Cûr
silav
0 596
0
Hikaye
Dusturen me! Her niviskarek gerek carek bixune!
1 7,306
0
Nivîsar
fgf
0 950
0
Lekolin
Agahdarî
0 1,182
0
Nivîsar
Ji Kom-Muzikê bo hemî malperên Kurdî
0 1,105
0
Nivîsar
Daxuyanîya Encama 3. Kongreya TEVKURDê
0 778
0
Nivîsar
Filma "Bahoz" ket vîzyonê
0 1,599
0
Nivîsar
Ji Medya û Raya Giştî re - TEV-KURD
0 1,007
0
Nivîsar
Malperen Kurdi
0 4,205
0
Nivîsar
Husên M. Hebeş
0 619
0
Nivîsar
Mewlûda Kurdî
0 614
0
Nivîsar
Helbestvan Husên M. Hebeş
0 279
0
Nivîsar
Nivîs
0 226
0
Nivîsar

1 209
0
Helbest

Ji hezkiriyên xwe re e-kart bişînin

Gul
Gul
Gul
Gul
Hesret-M.N.Y
Hesret-M.N.Y
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Gul
Esqa te
Esqa te
Gul
Gul

Niviskar.Com çi ye?

Niviskar.Com platformeke online ji bo wêje, çand û hunera kurdî ye. Di vê malperê de tu dikari helbest, lêkolîn, nivîsar, çîrok, dersên ziman, video, mûzîk, werger, e-kart û gelek berhem û beşên bi zimanê kurdî bibîni û naverokan bixwîni.

Ger tu jî aktîv di warê wêje, çand û hunerê de xwediyê berheman bî, tu dikarî bê pere berhemên xwe wek helbest, jîyan û bîranîn, nivîsar, pêkenî, lêkolîn, werger,wêne, çîrok û berhemên din li ser vê malperê biweşîni.

Ji bo tu bikarîbî berhemên xwe biweşîni, divê tu endamê Niviskar.com bî. Ji bo endamtiyê tu dikarî li vir zêdetir agahiyan bibînî.