Zimanê Kurdî û Zarokên Kurd

Zimanê Kurdî û Zarokên Kurd
Zimanê Kurdî li ser axa Kurdistanê heşîn bûye û xwe berdaye nava dile milletê Kurd . carinan li Mahabadê bû azadî û serxwebûn , carinan li çarçirayê hat dardakirin, carinan li Raniyê bû raperîn , carinan li helepçê bû qêrîn, carinan li şengalê bû êzidî, carinan li dêrsimê li gelîyê zîlan hat qetilkirin. carinan li Roboskîyê bû perçe perçe , carinan li dû panzerê bû Lokman , carinan li nava kolanên Cizîra Botan bû dayika Taybet, carinan bû Qasimlo û hat înfazkirin , carinan bû Qazî Mihemed û bû xwedî dewlet, carinan bû Melle Mistefa Barzanî bi berxwedanî bû hêvî , carinan bû Şêx Seîd û bû bawerî, carinan bû Mem û bi evînî xwe berda nava dile Zîn.

Carinan bû Başûr û bi dilgermî destê xwe dirêjî Bakur kir, carinan bû Rojhelat û bi şewqa xwe Rojava germ kir,
Carna bû şerefxanê Bedlîsî û bi dîroka xwe ket nava Şerefnamê , carinan li ser zimanê Melayê Cizîrî bû Dîwan…
Her dem bû Kurdistan û qêrîn kir got: bijî Kurdistan bimire Koledar!

Lê mixabin îro dîsa fermane li ser zimanê me Kurdan

Qenalê Kurdan yek bi yek tên girtin . îro dîsa tê fêhm kirin ku bingeha azadîya Kurd bi zanîna zimanê Kurdî ye. Dewletên neyar vî tiştê baş dizanin û li gorî sîstema xwe dest didin ser qenalên Kurda. Qenalên weşanê xwe bi Kurdî dikirin çend roj bere hatin reşkirin. Azadî tv, jiyan tv, Zarok tv di nava van qenala da bûn. Zarok tv li ser navê xwe weşanê xwe ji bo zarokan dikir lê mixabin ev tişt jî ji zarokên me re pir dîtin. Ji xewnên zarokên me ditirsin , ji çîrokê zarokên me ditirsin, ji kenê zarokên me ditirsin û îro jî ji qenalê zarokên me ditirsin. Ew jî baş dizanin ger zarokên me li ser zimanê xwe hêşîn bibin paşê nikarin pêşîyê li ber azadî û serxwebûna zarokên me bigrin. Armanca sîstema tirk dîyare ku pêşîyê li zimanê Kurdî bigre.

Zimanê me dîrokîye , zimanê qêrîn û duayê dayika Kurd e. Zimanê hêvîya azadîya Kurd e. Ti car wenda nebû û nabe.

Lazime ku em bi dil û can hemî xanîyên Kurd, hemî kolanên Kurd û hemî bajarên Kurd bikin Zarok tv .
Bêxwedîtî derdek girane. Dewletek me jî hebûya wê xwedî derketiba li zimanê me, çanda me , zarokên me û axa me . wê xewnê zarokên me bi hêvî û azadîyê bixemilandina.

Ahmedê Xanî li ser bêdewletbûnê got:
Ger dê hebûya me serfirazek
Sahibkeremek suxennewazek
Ger dê hebûya me padişahek
La‘iq bidiya Xwidê kulahek
Te‘yîn bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Xemxwarî dikir li me yetîman
Tînane derê ji destê le‘îman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm
Nedibûne xirabeyê di dest bûm.

Hêvî û bawerî pêşeroja me azad bike înşellah…
wê roj were bibe roja zarokên me …
Not: heke di peyv û gotinên min de çewtî hebe lêborînê dixwazim…
Ferhat Şivan

Social