Were lê lê

Îro dîsa qetiyam ji yarê
Ji ber eşqa kewa gozel ez roj bi roj di hellim wek berfa biharê
Delal qurbq roja ku min û te ji hev xatir xwestî dilê min şewitî, kela min rabû, hêsrê min hatin xwarê were lê lê lêêêê were lê lê lêêê!

Birîndarê te me lêêêê
Nexweşê destê te me lêêêê
Aşîqê bejn û bala te me lêêêê
Îsal çar salê min e ez li hêviya te me lêêêê
Bê bextê bê sozê bê qirarê tu çima nayê? De were lêêêê de were lê lêêêê!

Min sehkirî dîlbera min îro ji min re selamekî şandî
Ji ber eşqa min û kewa gozel hemî derya avê xwe miçiqandin dara belgên xwe weşandî
Ax zalimê sala îsal te ez har û din kirim berdame çolê, welle te kezeva min perritandî were lê lê lêêêê were lê lê lêêêê

Birîndarê te me lêêêê
Nexweşê destê te me lêêêê
Aşiqê bejn û bala te me lêêêê
Îsal çar salê mine ezê li hêvîya te me lêêêê
Bê bexte bê sozê bê qirarê tû çima nayê de were lêêêê de were lê lêêêê

Dîlber qûrba îro panzdê meha Gulanê
Min sehkirî kewa min ne xweşe, ez çûme ji bonê, pê ra ketim gilî û gazin û gotin û xeberdanê
Mal şewitiyê were ezê dûa bikim tû jî bêje amîn, belkî Xwede mirazê mirazxwaza biqedîne yê min û te jî serê her du mehê vê pahîzê li ser îmanê

were lê lê lêêêê were lê lê lêêêê
Birîndarê te me lêêêê
Nexweşê destê te me lêêêê
Aşiqe çav û biryê te me lêêêê
Îsal çar salê mine ezê li hêvîya te me lêêêê
Bê bextê bê sozê bê qirarê tû çima na ê de were lêêê de were lê lêêêê

M.Nureddin Yekta

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.