WERE

WERE
Tu dilbira min î
Tu hişbira min î!

Damarên dilê min zuha bûne
Were, kenê xwe têde biherikîne
Da ku nerizin û zûtir nemirin.
Were bişkokên çîlek û gilyaz û sêvên xwe veke,
û bi ser min de dilxwaziyên wan diwerivîne
Da ku xuxuma sûlavên min, te dûr.. dûr birevînin
û te bi ber tava ramûsan, mistdan û gezan din.
Were buhara xwe ya keskayî
bi ber barana min ya har û dîn de
Da ku keskesor şil û matmayî bimîne!
Were sermest û serxweş bibe
Da ku ez navên firişt û periyan li te bikim
û hingivê evînê bikim şala ser milê te,
heyva te himbêz bikim
û agirê agiristanê di bin navika te werbikim.
Were deriyên gundê xwe veke
Da ku qereçiyên destên min
talan û diziyê ji aramiya baxçeyên te bikin.
Were xwe ji tenahiya min re amede bike
Da ku dastana bilind ya sewdayê ji bejna te re birêsînim
û romentîka çîrokên te bihejînim
û herdem bibim şeydayê xewnên te.
Were
Bi mihrebaniya xwe
Bi pakrewaniya xwe
Bi narîniya xwe
Bi oflaziya xwe
Bi dilnaziya xwe
Bi dilsoziya xwe
Bi dilmestiya xwe
Bi diltaziya xwe
Bi dilbaziya xwe
Bi kûrbîniya xwe
Bi lewendiya xwe
Bi dadan û pêdadana xwe
Bi hemû bizavên xwe
W
E
R
E.
Bi tûyên xwe yên sor û hejîrên xwe yên tîştîşî,
û bi deh gulistanên xwe yên ji bihuştê hatine dotin were Da ku te di himbêza xwe de bipêçim û di gewdê te de kêlîk bi kêlîk xewnan biçînim.
Bi delaliya xwe, bi ciwaniya xwe were
Were li ser doşeka hiriyê di sînga malê de rûne,
û bila bedewiya te bipeyive
Da ku bayê rodankan tenik bibe
û xaliyên daliqandî li ser rûyê dîwaran dakevin ber nimêja lingên te
û nivîna me ya weha hiştî
Bila wek gulesorekê xwe ji me re veke
û xwe bi me nerm û germ bike!
Were em ji hevîrê hev in
Xweda em ji ardê xweşikbûnê stirane.
Em ji hevdu re çêkirine.
Em peykerê hev in.
Were karwanên xwe
di şîqiniya ewr û brûskên min re derbas bike
Da ku ez di mija te de bitevizim û bimeyim.
Were çireyên niyaziya xwe vêxîne
û nêzîkî stêrk û gelewêjan bibe
Da ku lajwerdiya te rûyê zemînê bixemilîne.
Were, xemgîniya ku bi salan li dilê min girtiye, rêş bike
Da ku dildariya xwe Wek çirûskên azadiyê
ji te re biteqînim.
W
E
R
E.

Tu deryaya nazdariyê yî
Tu çemê şahiyê yî
Tu kulîlka heyamê yî
Tu festîvala çivîk û perperîka yî
Tu cêwiya jînê yî
Tu çêja devê bax û baxça yî
Tu jinek bê dawî yî û ti kes weke te çênebûye!
Di çavên te de diperpitim
û di ewrên te de winda dibim
Were mijangên xwe bi giyanê min kil bike
û lêvên xwe bi xwîna min rengîn bike.
Were hirmiyên xwe hilperikîne devê min
û gewriya min bi şîrê şêrîn şil û nerm bike.
Were…
Ez salên bihurî me
Xweliya poşmaniyê û serdarê şevreşiyê me!
Were biskên xwe yên komirî raxîne ser milê min
û bi axaftina goştê xwe, min bikelîne.
Were têkeve koşikên min,
û neynûka mirinê ji hinava min bikişîne
Da ku tîrêjên rokê di laşê me de
hişîn bidin û lerzokên nazik bi hêztir bibin.
Were her tiştî li şûn siya xwe bihêle
û ji sawîrên tirsê peya be.
Bihêle keroşkên te kedî bikim
û li ser sînga te bê dawî xilmaş bibim,
û bila bêhna min wek bêhna rîhanan
biherike deziyên kirasê te
û di borikên te de bitevize.
Bihêle ez dibêjim tu... kûr û kûr tu...
Were
Da ku dilê te bi gulekê biqelişînim.
Bihêle ez ji te re nalîna
Vê êşa xwe
Vê birîna xwe
Vê nexwaşiya xwe
û vê tarîtiya xwe
Wek sirûdan biseridînim,
û pêlên bi keser li newqa te bialînim.
Niha di van kêlîkên sivik de
ez mişt hezkirin im
Wek bayê sibehê
bi baskên dilê te difirim.
Were min bihêle li kêleka xwe
Da ku ez diziyên nazik ji ava guldanka te bikim.
Di dilê min de sî û şeş zarokên birçî hene
Qelfên kevokên tî hene
û mûmên birîndar…
Bihêle...
Da ku ez di talda germbûna te de
Sarbûna xwe bişewitînim.
Min bêriya lîstikan kiriye
Were bi şewqa xwe ya şêrîn
Bi dengê xwe yê mîna dengê çivîkan
Bi xilxala xwe
Bi bazindên xwe
Bi guharên xwe
Bi herdu bîhokên sînga xwe
Bi dengên axînên xwe yên di nîvê şevê de
Were da ku ez te li ser eniya bahozan binivisînim
û deriyên xwîna xwe ji te re vekim,
û te di binçengên çîrokên sor
û pizotên herdem vêketî,vehesînim.
Lêvên te digezim û di nîvê te de dihejim
Ev nimêja min e.
Were di kêleka êvarê re
Di rêçên ordekan re
Di ser xêzên cîhanê re
Di firtûna zîpikan re
Di bin şewqa stêrkan re...
Were bi bêhna beybûn û binefş
û lale û nîsanok û sosin û şîlan
û berberok û adarok û gangilok û stêrgul
û nêrgiz û bi hemû kulîlkên erd û ezman
W
E
R
E.

BANG li giyanê te
Bextewariya te
Reşguliyên te
Bejin û bala te
Wêneyên te yên di pêşingehên xewna min de
Nav û gav û sîtav û av û alava te
Bîranînên te
Semagerî û govenda te
Poşmaniya te
Rêwîtiya te
Perrên te
Sencên deverên te
Kolanên te
Nexşên te
Bajarên te
Êzingên agirdankê te
Kuxika te
Baweriya te
Dilsojiya te
Aramî û hedana te
Sarokatiya te ji jînê re
Şax û şiqinên te
Miştbûna te
Kirasê te, hevalkirasê te û memikbendên te… DIKIM!
WERE.
BANG li ferhenga dilê te, serdema te ya herdemî, dastana te ya deryayî, mîtolojiyên te yên kevnar, nûjeniya te ya nûjentir ji nûjeniya demê, kevirên mala te, hêlînên dilê te, meyxana çavên te, çiyayên laşê te, bin stûyê te, newalên te, bin çog û nav ranên te, birûyên te yên weke du nîvheyvan, serhinarkên te yên serhildayî, pozbilindiya te, neynika bejna te, hevrîşmên te, zeviyên deşta dilê te, zelaliya te, pênûsên çav kildana te û NODÛNEH navên te DIKIM
W
E
R
E.

Tu hişbira min î
Tu dilbira min î
Tu hişfira min î
Tu dilkuja min î
Were terafa dilê min hêgin bike,
û bi dirask û neperûşkên xwe
wêneyên şevê biçirîne.
Were bi zehvbûna xwe
Bi meyweyên xwe
Bi çopiyên xwe, min bikerisîne.
Were, bi qulingên xwe, bi tîtiyên xwe
Bi perzerkên xwe, bi kevokên xwe,
Bi bazên xwe û bi hechecîkên xwe min bifirîne.
Were bi lîliyên xwe, bi çepikên xwe,
Bi destmalên xwe, bi valsên xwe,
Bi wergera liva dîlana xwe
min bike zaveyê awazên xwe.
Were bi giyan tenikiya xwe
Bi hest tenikiya xwe
Bi çêj tenikiya xwe
û bi vebrûsandina cemazên stûyê xwe
Were li ser sewkiya dilê min,
xinava xwe bibarîne.
Were bi hemû tiştên xwe, rabe, rûne,
xwe gilover bike, li ser zik, li ser piştê,
li ser çogan, serî di nav destan de
Bi hemû aliyên xwe
Bi keser
Bi hêrs
Bi alastin
Bi hilkiş
Bi kelkelî
Bi alav
Bi dîman û şewitandinê
Bi ax û axînê û hwd…
Were li derdore min gulan geş bike
û hestiyên min pişaftîne.

WERE
Tu hişbira min î
Tu dilbira min î
Tu hişfira min î
Tu dilkuja min î
Tu nifira min îîîîîîî….
W
E
R
E.

Ez dixwazim ji te re bibêjim:
Bayê ku rodankên te maç dike
Teniktirîn bayê cîhanê ye
û stranên çûkên ser dîwarê xaniyê te
Xweşiktirîn stranên çûkên din in.
Were gavên te rêçên kaş û asê, rast û dûz dikin.
Ji hilma te giyanên gul û kulîlkên demsalê dibarin,
û bi dengê te re berbanga dilan dipişkive.
Were ava kaniyan li hember siya te zelaltir dibe
û bi nirîna çavên te re darên seranserî deşt
û çiyan kesktir dibin.
Were ez dixwazim ji te re bibêjim:
Tu şahinşaha şahiyê yî
Tu çemê hezkirinê yî
Tu kaniya dilşadiyê yî
Tu...
Tu...
Tuuuu...
Bi henasên xwe
Bi sersemayên xwe
Bi ziraviya xwe
Bi dîlokên xwe were.
Were aliyên min û xwe di dawa dilbijînê de
bê veger bişewitîne,
bişewitîneeeeeeeeeeeee

Bêêêêê veger
W
E
R
E.
---------------------------

Wêne li Festîvala helbestê ya nevnetewî li bajarê Khenifra/ Morocco, 2015

Social