Sê helbest ji pirtûka bi navê "Çivîka dêv"

Helbestvan Abdul Hadî Sadoun/ Îraq

Nêçîr

Min di jiyana xwe de daristan nedîtine
û ez nizanim freqa di navbera xezal û kûviyan de çi ye
û bi hulpekirina keroşkan jî nizanim
Lê tiştê ji van tiştan girîngtir ev e
Ez nêzîkî tivingê nabim
û nabim hevalê tajiyan.

Lê tevî ku ez hîn jî li bajêr dijîm
Nikarim xwe ji wêneyên
Tajiyên direwin û kûviyên kuştî rêzgar bikim
û bêhna barûdê weke bêhna bixûrê li cih bêhn dide.

Jina min ji qêrîna şevan ditirsiya
û hevalên min jî ji min bi dûr ketin.
Di jiyana min de
Ji bilî daristanekê nema ye
her roj çekdarkirî ez didim dû keroşkan û li dijî bê radiwestim.

Weke dibêjin
Ronîkirina qederê bêtire li ser ronahiya heyva revok
Ez dubare dikin: Daxwazî rojên min
Ber bi çala xwe ya vehesî de dikşîne.
.......................

Zeviyek zuha

Hemû rojên min zeviyên zuha ne
Jin sîtav in
Em nagihêjin hevdû!

Roj bi hejmar in
û nav kirina wan jî wisa ye
Lê roj dimînin roj.

Di zeviya min î zuha de
Ji sîtavê re bêtirî navekî heye.

Jin,
Ew hatina mirovan şaş dike.
....................

(.......)

Gava ez bimir im
Ez ê wek her car
Şaşmayî û bi tenê bimînin.

Ji loman û ji revê re
Rê tune ye.

Venek in...
Navêj in...

Bihêlin bila şaredariya bajêr
Bi karê laşê min rabê
Goristana wê
Ji xerîban û ji yên bi tenê
Weke min re ye!

Wergerandin: Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)

Wêne: Ez û Helbestvan Abdul Hadî Sadoun li Medrîdê.

Social