Ubêydê Zakanî jî bû Kurmancî ( Edo Makûyî)

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Hêjayê gotinê ye ku Ubêyd 150 salan berîya Şeref Xanê Bitlîsî jîyaye.
Şerefxan jî li Qezvîn li koşka Şah Tehmasib û Şah Ebbas da maye.

Ew rastîya civaka İslamî, bisilman û şêx û melleyan pir pir eşkere û
bêsansor raxistîye ber çavan ku xelk bi gotinên wanî beredayî nexape û
nebe xulamên wan.

Jiber ku gelek peyv û bêjeyên Erotîk di hikayetên wî da hene loma jî
bawer nakim ku weşanxaneyên Bakûr û Başûr ku piranî bisirmanên ecêb
in, xwe bidine ber weşana vê pirtûkê.

Xoce Nîzameddîn Ubêydullahê Zakanî ku wek Ubêydê Zakanî tê nasîn, helbestvan û nivîskarê nivîsên mîzahî û tenzê ye ku di sala 1280’ê zayînî da li bajarê Qezvînê jidayik bûye.

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Ew rastîya civaka İslamî, bisilman û şêx û melleyên serdema xwe pir pir eşkere û
bêsansor raxistîye ber çavan ku xelk bi gotinên wanî beredayî nexapin û
nebin xulamên wan.

Ubêyd di dema nivîsandina Tarîxa Guzîde da ku dibe 40 sal berîya wefata wî, di nava xelkê da pir binav û deng bûye. helbest û risaleyên pir baş dane derva. Di Tezkereya Dewletşahê Semerqendî da çend hikayetên wî tevî danberhevên wî û Cehan Xatûna helbestvan û Selman Sawcî, hatine vegotin.

Ubêyd di nivîsên xwe da behsa hin padîşahên hevçerxê xwe yên wek Elaiddîn Mihemmed, Şah Şêx Ebolhesenê Înco, Ruknuddîn Ebdulmelik wezîrê Siltan Oweysê Celayêrî û Şah Şucayê Mizefferî kirîye. Ubêyd ji mezinên dema xwe bûye û meriv dikare wî wek nivîskarê mezinê Firansizî Woltêr bihesibîne.
Teqîyoddînê Kaşî di Tezkereya xwe û Sadiqê Isfihanî jî di pirtûka xwe ya bi navê Şahidê Sadiq da wefata Ubêyd di sala 1349-1350’îyê zayînî, dane xûyakirin.

Piranîya nivîsên Ubêyd, rexneyên mîzahkî yên liser rewşa wê serdemê bûye. Helbestên ku jê maye jî ji 3000 malikan zêdetir nînin.

Binav û dengtirîn berhema Ubêyd, Menzûmeya Mişk û Pişîka wî ye. Rîşname û Sed Penda(Sed Şîret ) wî jî pir pir xweş in.

Dîwana Mîzah û Letîfeyên wî ji beşên jêrê pêktên:
Risaleya Exlaquleşraf
Rîşname
Sedpend(Sed Şîret)
Tercîhbenda Cinde(Qehpe)
Tezmînat û Qeteat
Rubaîyat
Risaleya Dilguşa
Terîfata Mulla Du Pîyaz(Tarîfatên Melle Du Pîvaz)
Menzûmeya Mişk û Pişîk
Menzûmeya Sengtiraş(Kevirbirr)

Piranîya pirtûkên Ubêyd bi zimanên Rûsî, Ingilîsî, Almanî û Îtalî hatine
wergerandin.

Hemdullahê Mustofîyê dîroknivîs, helbestvan û nivîskar ku him hemşehrîyê Ubêyd bûye him jî hevçerxê wî, li ser jîyana Ubêyd, hin zanîyarîyên girîng dane.

Divê bê gotin ku Mustofî 3 berhemên pir navdar dane derva ku navên wan ev in:

1- Tarîxa Guzîde ku ji tarîxa Islam û Îranê pêktê û tê da behsa hin helbestvan û zanayên Ereb, Ecem û Kurdan hatîye kirin.
2- Nuzhetul Qulûb ku li ser erdnîgarîyê ye
3- Zefername ku menzûmeke 75000 malikî ye û ji 3 beşên tarîxa Ereb, Ecem û Mexolan pêktê

Hêjayê gotinê ye ku Şerefxanê Bitlîsî jî li bajarê Qezvînê, di koşka Şah Tehmasib û Şah Ismayîlê da tevî zarokên wan perwerdehî dîtîye. Şerefnameya pir pir navdar jî bi zimanê Farisî hatîye nivîsîn. Helbet Şerefxan 150 sal piştî Ubêyd li Qezvînê jîyaye. Şah Ismayîl, jiber jîrbûna Şerefxan, wî wek Emîrulumerayê Hemû Kurdan û Hemû deverên Kurdistanê, daye nasîn lê paşê jiber fesadî û neyartîya hinikan, wî ezl kirîye û paşê wek walî şandîye Nexcuwanê.

Xwedîyê mezintirîn û navdartirîn ferhenga Farsî- Farsî, Dihxuda jî xelkê bajarê Qezvînê bûye.

Pir balkêş e ku gelek kurd di serdema gelek padîşahan da hetta dewra Rizaxan jî ji gelek deverên Kurdistanê ber bi Qezvîn hatine sirgûnkirin. Em Kurdên Makûyê jî tê da(Serhildana Çîyayê Agirî).

Ubêyd ji eşîra Zakanî bûye ku ji Hemedanê hatine Qezvînê çimku Qezvîn di wê serdemê da paytexta Îranê bûye û gelek kesan jibo xwendin, bazirganî û mebestên sîyasî hatine wûr. Hemedan ku dikeve navbera bajarên Sine, Kirmaşan û Qezvînê, di wê serdemê da piranîya rûniştîyên wê Kurd, Lek yan jî Lor bûne ku yek jê jî Baba Tahirê Hemedanîyê binav û deng e. Divê bê gotin ku Baba Tahir, Ehli Heq (Yarsan yan heman Kakeyî) bûye.

Eger em mijarên jorê hemûyan bidin ber çavan dibe ku Ubêydê Zakanî jî Kurd bûbe lê jiber ku zimanê fermîyê wê serdemê Farisî bûye jixwe bi Farisî nivîsîye. Wek hûn jî dizanin gelek mezin û navdarên me Kurdan bûne milkê xelkê û berhema wan jî di xizmeta zimanên bîyanî da bûne.

Wergêr: Edo Makûyî

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn