Te ode xwe li ser çar tekera çêkira

Dema mirov karekî bike an tiştekî çêke, gelek mirov bi karên mirova midaxele dikin. Her kesek aqil dide mirov û rê li ber mirovan winda dikin. Ev çîroka di vî derbarî da hatiye gotin:
Li gundê me mirovekî hebû navê wî Seîd bû. Ku di demekî da libûçîtî kiribû jê re Seîdê libûçî digotin. Bi qasî ku tê bîra min mirovekî gelek zana bû. Lê çavê feqîriyê birije. Ji ber ku feqîr bû gotina wî jî pere nedikir.

Bavê min ê rehmetî mirovekî xanedan bû, mêvan û misafirên me pirr dihatin. Xaniyê me hebû, lê têra me û mêvanan nedikir. Rojekî got dilê min heye ku ez odekî mezin çêkim, hem ji bo qebîla me êvar êvara werin rûnên, ji xwe re suhbet bikin, hem jî dema mêvan werin rehetiya wan çêbe.

Dûv re malzemê xanî sitendin û dest bi çekirina odê kirin. Dîwar bi qasî mêtrokî rabû bu an ne, rojekî Seîdê libûçî hat mal û got:
-Hecî Sadullah, Xwedê oda te xêlî bike, baş e lê kêmasîkî wî heye!

Bavê min pirsî; "gelo kêmasî çiye? Sêîd got:
-Gerek te oda xwe li ser çar tekera çêkira heta ku xilas dibû. Piştî xilasbûnê te dikaribû teker ji binê derxista. Çimkî dema mirov xanîkî çêdike, gelek aqil didin mirov. Yek tê dibê xwezî te berê paca wîyalî da bikira, te hêdîka bi koşê tekera digirt berê wan wê da dikir. Bi vî awahî hem wanê aqil didan te nedixeyîdin û hem jî te karê bi dilekî rehet dibir serî.

Gelek qissên Seîdê libûçî hene, çiqas bên bîra min ezê ji xwendevana ra binivîsînim.

01.03.2000
M.Nureddin Yekta

Social

Helbest

Min dil danîn bi çavên dilê xwe li meşa dilan
………………bi guman li dora xwe dinêrîn
Wek evdal bûn, peyam li min, pelik di dest de bûn