Hişê xwe deyne ser maseyê

Cankurd

[Bi dostan re di zindanê da be, baştir e ji baxê tijî neyar.]

1
Gundiyek çû ba fîlosofekî yûnanî û jê pirs kir:
- Ez çi di zeviyê xwe da îsal biçînim, mamoste?”"
Fîlosof bersiv da:
- Here bike rez, da tu hersal neyê ji min nepirsê.”"
„- Rez? Na.. Ez hos nabim, ev karekî giran e û dem jê re divê.”
“- Ne xêr! Here nîsk û kizinan biçîne.”
“- Ev jî nabe. Bizin wê bixun.”
Fîlosof ji wî hosan “aciz” bû, lew re gotê:
“- De here bizinan biçîne, ji ber ku nîsk û kizin bizinan naxun.”

2
Daniştvanekî bajêr di rêya Diyocînês da rawestiya û gotê:
“- Ez bostekê jî xwe nadim alî.”
Diyocînês yekser bersiv dayê:
“- Başe kuro, heger tu rast nikarî xwe ji cî bilivînî, ez dikarim.”
Diyocînês rêya xwe guhart û gera xwe gudand.

3
Dema Sokratês di zindanê da li benda darvekirinê bû, xwe bi fêrbûna Gêyomêtrî mijûl dikir. Dergevanekî zindanê ji rewşa wî mat ma, rabû gotê:
- Sokratês! Sibê tuyê bimirî, wê te bi dar ve bikin, ev çi gêyomêtrî ye?”"
Fîlosof seriyê xwe rakir û bersiv dayê: - Bi ya te be, ez ê paş mirinê fêrbibim gêyomêtrî?”"

4
Sokratês carekê gotibû: “- Ez dizanim, ku ez hîç tiştekî nizanim.”
Mêtrodorê Çêyosî gotê: “- Dîsa jî tu ji min zanatirî, Sokratês!.”
Sokratês berken bû ji ber ku wî dizanî mebesta Mêtrodor tiştekî wilo ye:
” Ez tew nizanim, ku ez hîç tiştekî nizanim.”

5
Platon mirov wilo ji şagirdên xwe re dabû nasdan:
“- Ew heywanekî bi du lingan e û bê perr e.”
Gava Diyocînês ê Sînopî ev bihîstiye, hema yekser perrêd dîkekî jêkirin, berda pêş Platon û gotê:- Ev e mirovê te!”"
Platon dîsa jî ji ya xwe nema, lê pevekek kire ser nasdana mirovê xwe:” ….û neynûkêd pêyên wî piçekî peh’n in.”

6
Diyocînês li mala xanedanekî bû mêvan. Her tiştekî malê ewqas pak û hêja û giranbiha bû, ku gava xazî di gewriya Diyocînês da civiye, nizanî bû tif bike kî derê. Devê xwe ber mazûbanê xanedan kir, tif ser rûyê wî kir û gotê:“- Li min biborîne, min Derek dî ya gemartir di mala te da nedît.”

7
Diyocînês dît, ku koleyê maldarekî solêd xudanê xwe ji pêyan dike. Got xanedanê serbilind:“- Tu yê hîn dilxweştir ba, eger ji te re difna te jî paqij bikira. Lê mixabin, ewê wilo bike, dema tu pîr bibî û herdu destêd bifelicin.”

8
Carekê maldarekî bi şivikekê li pişta Diyocînês da û gotê:“- Here banka min, bo xwe 3000 Diraxma “Dirhem” di ber vê lêdanê da bibe.”
Maldar keniya û çû.
Roja dî Diyocînês raste wî hat, bi gopalê xwe li seriyê wî da û gotê:“- Here banka xwe û 3000 ên xwe di ber vê lêdanê da ser ji nû ve bibe.”
Maldar mat ma, nizanî çi bigota.

9
Diyocînês rojekê çû bajarokê Myndos, dît ku dergahê bajêr pir mezin e û vekirî ye. Bang li xelkê kir û got:“- Lezkin, zû dergah li ser bajêrê xwe bigirin, berî ji dest we direve.”

10
“-Solêd hezretî pêxember bi çi rengî bûn?”
“-Kesk bûn.”
Melayekî dî jî ew gotin bihîst, li wî vegerand:-Na..na..Sor bûn.”"
Melayê pêşîn hema yekser bersiv da:“-Mebesta min, şeyxê min, solên wî yên din bûn, ne evên sor.”

11
Sofiyekî xwe li hindirê mizgeftê li ser piştê dirêj kir û got:”Ez ne tiştek im.”
Hogirekî wî bihîst, wî jî xwe di ber wî re dirêj kir:”Ez jî ne tiştek im.”
Paş kurtedemekê, hejarekî ku karê maliştina camiyê dikir, ji canê xwe hosan bû, hat wî jî xwe di ber wan herdu sofiyan re dirêj kir û got:”Rast, min jî ne tiştek im.”
Herdu sofiyan li hevdu nêriyan, yekî ji wan bi xeyd gote malêrê hejar ê mizgeftê:” Lo tu kîyî, tu xwe wek me bilind dikî, û xwe ”ne tişt” dibînî?. Rabe here karê xwe bike, derdora mizgeftê bimale, lo.!”

12
Bo Kliyêntês ê fîlosof gotin: “Tu tirsokî.”
Bersiv da:”Lew re ez kêm şaşiyan dikim, bira!”

13
Kliyêntês bo şagirdê xwe ders dida, wî çi got, şagird seriyê xwe hejand, weku erê dike û têdigihîne. Li dawiyê fîlosof jê pirsiya:”Tu têgihîştê?”
Şagird dîsa seriyê xwe hejand û erê kir. Kliyêntês gotê:”Bi rast, nizanim çawa ez tênagihim, ku tu têdigihê.”

14
Krîsîp şagirdê Kliyêntês bû. Wî xwe pir bi logîkê peyvan mijûl dikir. Bo nimûne (Kesekî bo wî bigota : Vaye hêştirek “deveyek” tê,. Ewê bikeniya û bigota:”Lo çawa hêştir bi wê mezinahiyê di devê te re derket?.”
Carekê bo yekî got:”Tu ne hespî. Hesp tiştekî jîndar e, lew re tu ne jîndarî.”
Ewê dî bersiv dayê, got:”Lê ez mirov im. Ez jî ne tu me. Wilo dikarim bibêjim, ku tu ne mirovî.”

15
Dêmonakês guh da du fîlosofan, dît ku yek pirsin bê wate dike û yê dî bersivin, ku têkiliya wan bi pirsan re tune ne, dide. Dêmonakês binzor bû, ku xwe tev li gengeşeya wan a bê rûn bike. Got:” Hûn ji min re wilo dixuyin: Yek bizava xwe dike, ku nêrî bidoşe û yê dî jî parzin dide bin.”

16
Dostekî Sîsêro xwe li ba wî pir ciwantir da xuyakirin. Sîsêro gotê:”Wilo, em dikarin bibên, ku dema em bi hev re diçûn dibistanê, tu hîn ji dayik ne bûbûyî.”

17
Mafparêzekî di dadgehê da wilo bi hêrs û dilsotin peyivî, da dilên dadparêzan bo lêgilîkiriyê xwe nerm bike:”Dayika wî ew neh mehan di bin dilê xwe da hilgirt.”
Sîsêro rabû ser xwe û pirs kir:”Ma dayikên dî zarokên xwe di tûrekî da hilgirtibûn?.”

18
Şagirdekî fîlosofan çû ba dayik û bavê xwe, bavê wî jê pirs kir:”Tu Li akadêmiyê çi fêr dibî, kurê min?”
“Felsefê. Em niha ketine para Sofîstîkê.”
“Ev çiye, kuro!.”
“Baş e, ez ji te re bi nimûneyekê hişnêz bikim.”
“Fermo! Ez guhdarim.”
“Binêr: Tu niha li bajêrê Athênayî an tu li derek dî yî?.”
“Ez niha ne li Athêna me, ez li derek dî me..”
“Baş e, bavo. Gava tu li derek dî yî, tê wê wateyê, ku tu ne li virî.”
Bavê wî kurtedemekê seriyê xwe xurand û ji nişka ve sîleyek li bin kehrka wî da, şirpinî bi ber guhê wî ket.
“Ax!..Te bo çi li min da?.”
“Kurê min, ma ne ez ne li vir im, ez li derek dî me, ezê çawa li te bidim, gava ez ne li vir bim.”

19
Fîlosofekî li zinarekî nêriya û pirs kir:
“-Kî ji min re dibêje, ku ev zinar e?”
Pişt re tiliya xwe ber bi darekê kir û pirsiya:
“-Kî ji min re dibêje, ku ev dar e?.”
Şagirdekî gotê:
“-Ez dikarim bo te bibêjim, ku ev zinar e û eva hanê jî dar e.”
Fîlosof pirsiya:
“-Tu çîyî?.”
Mêrik got:
“-Ez mirov im.”
“-Baş e. Kî bo min dibêje, ev mirov e?!.”

20
Fîlosofekî xwe li delavê çemekî şepelxort xist. Ji tirsa bi xwe da rî. Pîsiya wî bi ser avê ket û di pêş wî da çû. Fîlosof got:
“-Gava mirov bitirse, pîsiya wî jî dikeve pêş wî.”

21
Hezretê Isa çû mêvandariya Sîmonê, ku ji ber gurrîbûnê hatibû nebedkirin. Jinek ji wê ve hat û satilek zeyt li seriyê Isa kir. Şagirdên wî pir xeyidîn û gotinê:
“-Te bo çi wilo kir?. Me dikarî ev zeyt bi 300 quruş bifirota û wan pere li hejaran belav bikira.”
Hezretê Isa got:
“-Bo çi hûn xwe dixeyidînin? Jinikê xwast qenciyekê bi min bike. Ma ez li ba we ne bihayê 300 quruş im jî?.”

22
Ji berbangê ve hezretê Isa û şagirdên xwe di rê da ne ji Qudsê diçine Bêtlehêm. Nîvro birçî bûn. Isa gote wan:
“-Her yek ji xwe re kevirekî rakin.”
Yanzdeh şagirdan kevirin mezin rakirin, tenê Pêtrûs kevirekî biçûk rakir. Isa bo keviran got:
“-Bibin nan.”
Kevir bûn nan. Her kesekî ji nanê xwe têr xwar û Pêtrûs ma birçî.
Paşnîvro dîsa hezretê Isa ji wan xwast, ku bila her yek kevirekî rake. Pêtrûs rahişt kevirekî ji yên gişan mestir.
Hezretî Isa got:
“-Ezê li ser kevirê ji gişan mestir e dêrekê “kenîseyekê” avabikim.”
Pêtrûs got:
“-Niha ne dema wê ye, ezî birçî me û kevirê min bike nan.”

23
Fîlosofekî alman ji şagirdê xwe yê jêhatî pirskir:
“-Ma te pirtûka min a nû xwendiye?”
“- Na welleh, ma te xwendiye?.”

24
Hegel ê fîlosof bi generalekî Preusî re ket axiftinê. Li dawiyê general nas kir, ku ew Hegel e.
“-Dibêjin tu Hegelê fîlosofî?.”
“-Erê, wilo ye.”
“-Çawa dibe? Wek min niha li te guhdarî kiriye, tu gelek hişmend dipeyivî!.”

25
Hezretê Isa, Pêtrûs û Jûdas bi hev re bûn, û bo xwarinê tenê qumriyek wan hebû. Hezretê Isa got:
“-Qumrî biçûk e, têra me nake. Emê rakevin, kê xewnek xweşiktir dît, ewê qumriyê bixuwe.”
Roja dî Pêtrûs got:
“-Min xewnek dît, ku ez di tenişta pêxemberê Xwedê da rûniştîme.”
Hezretê Isa got:
“-Min jî tu wilo dît.”
Jûdas got:
“-Min di xewnê da dît, ku ez qumriyê dixum.”
Hezretê Isa bersiv dayê:
“-Xewna te ji ya gişa xweşiktir e. Tuyê qumriyê bixuyî.”

26
Lêkolînerê sirûştê yê navdar Alexander von Humboldt paş gera xwe ya dirêj li cîhanê di semînarêd xwe yên zanist da dev avêt fîlosofan “kesên ku bê zanîn û bê serpêk li ser mêtafîzîkê” dipeyivin. Mebesta wî xeyidandina Hegel bû.
Hegelê fîlosof guman kir û lew re pirsiya, ka mebesta wî ji vê gotinê çiye!.
Humboldt nezanî çi bersivê bide Hegel, lew re destnivîsa pirtûka xwe ya di wî warî da ji wî re hinart. Fîlosof dilşad bû, ku tiştekî şaş û nebaş di wê destnivîsê da tune bû. Dawiyê herdu dereng pêhoş bûn, ku ew destnivîsa pirtûkek dî bû.

27
Hegel ber mirinê li xwe mukirî kir, ku şagirdên wî ji wî fêhm ne dikirin. Got:
“-Tenha şagirdê min Gans ji min fêhm dikir, ew jî bi şaşî.”

28
Profêsorekî felsefê di cîhanê da ji şagirdê xwe pirs kir:
“-Logîk çiye?”
“-Tu profêsorê felsefêyî û tu hîn nizanî logîk çiye?.”

29
Chlausewitz pir seriyê xwe bi wateya cengê re westand.
“-Ceng gudandina polîtîkê ye, lê bi çareyin din.”
Li ser mirinê jî got:
“-Mirin gudandina jînê ye, hema bi şêweyekî dî.”
Lê mirinê qirka wî paş wê gotinê berneda, ew di wê salê (1831) da mir.

30
Baranê lêdikir, fîlosofekî bihîst, ku yek di wê baranê da li derî dide. Çû derî vekir, dît ku hevserekî wî ye, tejek zuwa di cilêd wî da nemaye.
Hevserê wî got:
“-Ne tu dibînî, çi baran e?.”
“- Mala Xwedê ava, ku ji segan pê ve kesek niha li derve tune ye.”

31
Schupenhauer ê fîlosof hîç ji mirova heznedikir. Lê dîsa jî carekê gotibû:
“-Dibe ku mirovekî baş li derekê hebe, hema kes nizane ew der li kuye.”

32
Schupenhauer li şûn xwe ev malika helbestê hêla:
“- Xwedêyo, eger tu heyî, canê min ji gorê rizgar bike, eger ew can heye.”
Û di koçnameya “weseka” xwe da nivisandibû, ku pêwîst nake leşê wî biqelişin, da bizanin bo çi ew miriye. Merem berî mirinê nizanîn, bila paş mirinê jî her wilo bimîne.

33
Yekî bi serbilindî got:
“-Ez her hefteyekê du caran diçim dibistana şevî. Wilo ez niha dizanim Sofoklês û Dêmoklês kîne.”
Hogirê wî gotê:
“-Ma tu dizanî Karîbîdês jî kî ye?.”
“-Na bi Xwedê.”
“-Ew jî wek wan herdukan yûnanî ye. Ew bi şev derbas dibe ba jina te, gava tu diçî dibistana şevî.”

34
Keşeyê Irlandî Edward J. Flangan paş cenga cîhanî ya yekê gundê “Boystown” bo sêwî, bêmal û kesên derbeder mane, avakiribû. Rojekê di berfê da pêrgî lawekî hat, ku hogirekî xwe yê nexweş bûye li pişta xwe dabû.
Keşe pirsiya:
“- Eve ji te mestir e, ma bo te ne giran e?.”
“- Na, seyda na.. ne giran e..Ew dostê min e.”

35
Gundiyekî bihîst, ku fîlosofekî mezin hatiye li nêzîka gundê wî seyranê dike. Gundî lezkir, çû bo profesor û paş silav û silavvedanê got:
“-Profêsor, ez xwe bi mirov ve pir mijûl dikim, lê ez tênagihim tiştekî.”
“-Eger ê pirs jê têkirin ji pirsdar zanatir ba, wê bersivdarê biba pirsdar û pirsdarê biba bersivdar, û wê pirsek wek vê pirsê jê bihata pirskirin.”
Gundî seriyê xwe hejand û got:
“-Dema xatirê te, professor. Ez ji te têgihîştim mirov çiye.”

36
Fîlosof ê fransî Louis Althusser jina xwe fetisand. Dostekî wî got:
“- Cara yekê ye, ku karkerên fransî têdigihînin ev fîlosof çi dike.”

37
Nivîskarekî navdar gotarek bo hinekên wêjehez xwend.
Yek rabû ser xwe û got:
“-Te tiştin rast gotin û tiştin xweşik gotin.”
Nivîskar xweşiyar û dilşad bû, xwest ku gotara xwe bibe serî. Wî merivî got:
“- Mamhoste, bihêle ez gotina xwe biqedînîm.”
“-Fermû.” Nivîskar wilo got û piçekî sor bû.
“-Wan tiştên rast ne xweşik bûn, û wan tiştên xweşik jî ne rast bûn….”
Nivîskar deftera xwe da hev, rabû ser xwe, derket.
“-Bihêle, ez gotina xwe bibim serî.” Lê nivîskar çûbû.
Yekî pirskir:
“-Tu dixwazî çi bibêjî?.”
“-Eger bihêla min gotina xwe bibira serî, ewê pir dilşad biba..êdî niha ne pêwîste ez tiştekî bibêjim.”

38
Niklas Lomann xwe bo lêkolînê di zankoya nû ya Bielefeld da pêşniyaz kir, û di kaxedên pêşniyazkirinê da wilo nivisand:
“Projeya min: 30 Sal in.
Diravên pêwîst: Ne tişt.”
Ew hat pejirandin û sala 1968ê dest bi karê xwe kir.
1984 “Sîstemên civakî” nivisand.
1990 “Zanîna civaknasiyê”
1997 “Civaka Civakê”
1998 Lomann koç kir û bi rastî (30) di wî karî da derbas kirin.

39
Profêsorekî fesefê axiftina xwe pir dirêj kir. Şagird ji wî hosan bûn. Yekî ber bi profêsor lezkir û gotê:
“- Seyda, dev ji va giregira platonî ya bê wate berde.”
“- Da ez ji we re ]irove bikim, ku ev ne giregira platonî ye, ezê niha piçekî dirêjtir û firehtir bipeyivim.”

40
Profêsorekî felsefê hezdikir her gotinên fîlosofên din têxîne nav gotinêd xwe. Carekê di semînarekê da dest bi axiftinê kir. Pîremêrek li hembera wî di rêzê pêşînê guhdaran da rûnişt. Profêsor çend pevek ji kaxedên xwe xwendin, pîremêr rabû ser xwe û got:
“-Evana gotinên Hegel in.”
Profêsor sor bû, lê xwe girt. Paşku çend rêzên din xwendin, pîremêr dîsa rabû ser xwe û got:
“-Evana gotinên Kant in.”
Profêsor xeyidî, pîspîs lê nêriya, lê tiştek ne got. Paş çend rêzên din, pîremêr dîsa got:
“-Evana gotinên Platon in.”
Profêsor pir ji wî sîv hat, lê kire qîrên û got:
“-Eger tu nikanî devê xwe bigirî, ezê ta bavêjim derve.”
Pîremêr rabû ser xwe û got:
“-Haaa…Evana gotinêd te ne, professor!.”

41
Li Londonê Karl Marx ê navdar pêrgî zanayê sosyalîzm û rêformê Robert Owen hat:
Karl Marx got:
“- Roj baş, seyda Bakunin.”
“- Serçavan, seyda Engels.”

42
Karkirekî bo hogirê xwe yê kar got:
“-Dostekî min giş pirtûkêd Karl May wek diyarî dane min.”
Hogirê wî got:
“-Dibe ku pirtûkên Karl Marx bin.”
“-Heylo. Min pirtûkek gihand nîvî, hîn jî min Hindiyekî sor têda ne dîtîye…Welleh tu rast dibêjî, Wî pirtûkêd Karl Marx dane min ne yên Karl May.”
43
Matîmatîkzanê mezin Gustav Dirichlet ji nivîsandinê hez nedikir, lew re gava zarokekî wî çêbû, bo xasiya xwe tenê ev telegraf nivîsand: “1+1=3″

44
Sala 1861ê Philipp Reis peveka yekemîn di dûrokê da bi telefonê gotiye ev bû:
“-Hesp tirşoyê xiyaran naxun.”
Bersiva dostê wî yê li aliyê dî ev bû:
“-Ez vê yekê ji zû ve dizanim.”
Dûroka telephonê wilo dest pêkir.

45
Rojekê fîlosofê alman, ê ku ji xwe xweş bû, Kuno Fischer, li mal bû, ji derve de pir reqûpeqa karkirên xanîavakirinê hat. Ew ji wê yekê dilhosan bû. Derket ser balkonê û gelek caran deng li wan kir. Kesekî guh nedayê. Dawî daket çû ba wan û got:
“-Eger hûn wilo bigudînin û guh nedin min, ez ê ji vir barkim, biçim Berlinê.”
Dîsa jî kesekî guh nedayê û reqûpeqa wan nehat birrîn.

46
Li ba Kuno Fischer, li ser kanzlerê navdar Bismark hat peyivîn û pesindariya wî hat kirin, ku wî ji Almanan re dewletek avakir.
Fîlosof got:“- Ew dewlet ne bi zanistî hatiye avakirin. Pêwîst bû wî karê xwe bi nivîskî bihaniya ser maseyê, da min bigota ev kar bi şêweyekî zanist hatiye kirin. Wilo naye pejirandin.”

47
Paş guhdarkirina sazekî gelek xweşik û nazik, pir li ser wî sazî peyivîn çêbû. Dawî fîlosof Kuno Fischer rabû ser xwe. Giş bêdeng bûn û guh dan ser gotinêd wî:
“-Mixbanin. Ez ne mirovekî saznas im. Eger ez saznas bama, minê bêguman gotinek baş li ser vî sazî bikira.” ..û di ciyê xwe da rûnişt.

48
Dema şêmiyakarê mezin Rudolf W. Busen çalkirine, rêktorê zankoyê gotinek li ser navê mamosteyan kir. Karmendekî dîna xwe dayê, dît ku fîlosofê serbilind Kuno Fischer xeyidî ye. Paşku xelk belav bû, wî xwe ji fîlosof ve nêz kir û pirsiya, ka bo çi ew xeyidî ye!
Fîlosof bersiv dayê:
“-Ez li ber xwe dikevim, ku gava ez bimirim, beranekî wek vî rêktorî wê bê û gotinek wilo erzan li ber gora min bike.”

49
Goerge Edward Moore, yek ji zanayên logîka jimardariyê “hesabê” bû. Ji derewan hîç hez nedikir. Rojekê şagirdekî wî xwast wî bixapîne û ji rê biêxîne. Jê pis kir:
“-Rast, seyda, tu her rastiyê dibêjî?.”
“-Na.”

50
Êvarekê li mala Einstein ê navdar li ser polîtîkê hat peyivîn. Wî jî xwe bi dilgermî tev li gengeşiyê kir. Jina wî gotê:
“-Dev ji polîtîkê berde, tu li ba nêrîna xwe ya jimardarî bimîne. Tu seriyê xwe bi polîtîkê diêşînî. Ev ji saxiya te re ne baş e.”

51
Fîlosof Nietsche di odeya xwe da li Sils Maria bi nivîsên xwe yên fîlosofî ve mijûl bûbû. Hevrexê wî di pênsiyonê da pir reqepeqî kir. Fîlosof daket ba xudanê pênsiyonê û giliya xwe li ber wî kir. Xudanê pênsiyonê wilo bersiv dayê:
“-Mamostecan, ez çi bikim. Ew jî felsefeya xwe bi dar û çakûtê dike.”

52
Sê şagirdên fîlosofê ciho Fritz Mauthner hatin ba wî û silav wilo danê:
“-Roj baş, bavo, Ibrahîm!.”
“-Roj baş, bavo, Ishaq!”
“-Rojbaş, bavo, Yaqûb!.”
Fîlosof bersiv wilo da wan:
“- Ez ne Ibrahîm im, ne Ishaq im û ne jî Yaqûb im. Ez Shaûl im, ewê ku bavê wî ew şandiye li kerêd wî bigere, û vane kerên bavê wî li vir in.”

53
Fîlosof Hensel çû ba toxtirê xwe, ku mafê destê wî bidiyê. Toxtir got:
“-Ez pênc caran hatim serlêdana te, mafê destê min bo her serlêdanekê 15 Mark in. Wilo giş bi ser hev de 75 Mark in. Lê tiştê, ku ez ji te li ser Fîlosof Kant fêrbûme hêjayê 100 Mark e. Fermû ji te re 25 Mark û em ji hev sax.”

54
Jina fîlosof David Hilbert çû bû derek dûr, Hilbert bi tenê xwe li mal bû. Rabû ew jî çû serlêdana dostekî, wê şevê dereng ma, şevbuhêrkek baş li gel dostê xwe derbas kir. Dema rabûye, ku here mal, baranek zor lêdikir. Jina dostê wî gotê:
“- Seyda Hilbert, tu yê vê baranê ku ve biçî? Vaye odeyek bo te, li vir raze. Sibe tê, xêr vê re.”
Fîlosof li wê malê ma û xwediyê malê bi jina xwe re çû razangê, nivistin.
Dereng xwediyê malê bihîst, ku yek li derî dide, çû vekir, dît ku fîlosof Hilbert bi xwe li derve ye, pir şil bûye û tûrek di destê wî de ye.
“- Seyda Hilbert, tu li derve çi dikî vê baranê?.”
“- Li min biborîne, ez çûm bi lez û bez, da xewkirasê xwe ji mal bînim û vaye ez vegeriyam.”

55
Matimatîkerê polonî yê navdar Vaclav Sîerpinskî gote jina xwe:
“- Çenteyekî me winda bûye.”
“- Na..Na.. her şeş li vir in.”
“-Çawa her şeş li vir, jinê? Niha min jimartin, pênc bûn: 0,1,2,3,4,5″.

56
Matimatîkerê navdar Profêsor John von Neumann ê alman çû giliya xwe li ba paçdariya bajêr kir, got:
“- Ez harîkariya we bo tijîkirina kaxedên paca xwe dixwazim.”
“-Mamhoste, tu profêsorê matimatîkêyî.”
“- Bo tijîkirina kaxedên pacê ne bese, ku yek mamhosteyê matimatîkê be. Divê ew fîlosos be jî, û ez ne fîlosof im.”

57
Zanayê navdar Sigmund Freud û Albert Einstein li ser dema xwendinê peyivîn.
Einstein got:
“-Min serêşiya xwe bi pêdakirina erkên geometrî derman dikir.”
Freud got:
“-Li ba min tersî wê bû. Min xwe ji geometrî bi pêdakirina serêşiyê xilas dikir.”

58
Şagirdekî felsfê çû leşkeriyê û ji roja yekê da diyar bû, ku ew tiştekî ji tiving û hilgirtina tivingê fêhm nake. Serhêz ji wî pirsî:
“- Karê te çi bû?.”
“- Ez fîlosof im.”
“- Baş e, bê guman tu dizanî raman çiye!?.”
“- Erê ez dizanim, û ez dikarim bo te bibêjim, ka Platon li ser ramanê çi gotiye.”
“- Ji min re ew niha pir ne giring e. Tenê ji comerdiya xwe vê tivingê bi qasî ramanekê bilind bike.”

59
Bi şev dereng, yekî li deriyê Sigmund Freud xist.
“-Kîye?.”
“- Ez mirovekî dînim (şêt im). Ez hatime, tu ji min re çareyekê bibînî.”
“- Vê şevê ? pir dereng e kuro. Ma tu dîn bûyî?.”

60
Bûxarînê komonîst li bajêrê Vîn çû ba psûşologê mezin Alfred Adler û gotê:
“-Hindik maye, ez dîn bibim.”
“- Here keçek ciwan ji xwe re bistîne, tuyê dîsa sax bibî.”
Paş demekê herdu dîsa pêrgî hav hatin. Alfred Adler pirsiya, ka dermanê wî baş bû an ne.
Bûxarîn bersiv da:
“- Gelek baş bû, em heta sibê bi hev re li ser nêrînên Rosa Luxumburg dipeyivin.”

61
Paş serketina şorişa komonîst li Rûsiya, arîstokratekî ji yekî dî pirs kir:
“-Tu dikarî ji min re ciyawaziya Materyalîzma Diyalêktîkî û ya dûrokî şirove bikî?.”
“- Hîç cudahî di navbera wan de tune, heta tu dikarî bi zûkî ji welêt bireve, ji te re çêtir e.”

62
Ji ber ku Stalîn nivîsek li ser felsefeya Marks di warê zimên de nivisandibû, rojnameya Pravda li ser wî gotibû, ku ew mezintirîn fîlosofê welêt e. Jina Stalîn gote mêrê xwe:
“-Yûsêf Wissariyonovîç, niha wê te bikin mezintirîn helbestvan, mezintirîn lîskvanê goyê û mezintirîn biyologê welêt. Ev çi gel e?”
“- Eve rastîn gel e, ev gelê rast e.”

63
Nivîskarê Amerîkî Edgar Snow dema çûye Çînê, çû bû serlêdana Mao Tsê Tung jî. Ji wî pirskiribû:
“- Tu peyrewê Trotêskî yî?.”
“-Na.”
“-Tu peyrewê Stalînî?.”
“-Na.”
“-Tu kîyî?.”
“-Mao.”

64
Konfoşiyûsê çînî dilê mirovan ji xwe nedihêşt. Rojekê du şagirdên wî giliya xwe li ber wî kirin. Yekî got:
“-Gava ro sibê hiltê, mezintir e û ji ber wê yekê ew nêztir e.
Konfoşiyûs seriyê xwe hejand û got:
“-Rast e.”
Yê dî got:
“-Dema nîvro, ro germtir e, ji ber wê yekê ew nêztir e. Dema sar be, dûrtir e.”
Konfoşiyûs gotê:
“- Rast e.”
Herduka got:
“- Çawa bû seyda, ma gotinên me herdukan rast in?.”
Konfoşiyûsê hişmend bersivek bi nermî û sarî da wan:
“- Rast e.”

65
Cendirmeyekî girtiyek ji zindanekê dibir zindaneke dî. Bi rê da li xanekê man. Seriyê girtî filîskirî bû. Di xanê da herduka mey vexwarin, cendirme serxweş bû. Girtî porê wî kur kir, serî filîs kir û ber destê sibê reviya, çû winda bû. Cendirme rabû li girtî geriya nedît. Carekê destê xwe avêt seriyê xwe, dît ku filîskirî ye. Got:
“- A..Eve girtî, lê kanî ez?.”

66
Tê gotin, ku Konfoşiyûs ê hişmend carekê gotibû:
“- Kûzekî çarkoşeyî, ku bê çar koşe be, çi kûzekî seyr e.”
Eve jî siloganekê tîne bîra mera:
“- Kûz ji kûzik mestir e, û bûs ji mînîbus mestir e!”
Dibêjin, ku ev silogan li ser dîwarên Tehranê dihat nivisandin û din de navê Imam Xumeynî dihat danîn.

67
Li gundê Meydankê, li herêma Çiyayê Kurdan (Rojavayê Kurdistanê), pîremêrekî bi navê Evdê Oskê, ku temenê wî di salên hefteyî yên sedsala çûyî da giha bû 110 salan, carekê bi hinek zabitên Ereb re dikeve gengeşiyê li ser ol û rastiyê û îzan û zanînê. Zabitek germ dibe û dibêjê:
“-Binêre va li ser milêd min çiqas stêrk hene.”
“- Her aliyekî 3 stêrk in. Ev çine? Li ezmên binêr, kuro! Va hemî stêrkên ezmên li ser milêd min in. Ma mera bi stêrkan zanatir dibe?.”

68
Şagirdek çû ba hostayê xwe yê fîlosof û jê pirs kir:
“-Seyda, ji bîrvebûn çiye?.”
Fîlosof lê nêriya û got:
“- Ji bîrvebûn ewe, ku tu tiştan ji bîr bikî.”
“-Başe seyda.”
Wilo got û ber bi mala xwe ve çû. Di rê da xwe bi bersiva fîlosof gêro kir, da ser hev, tênegihîşt wateya wê. Vegeriya hat ba fîlosofê xwe û dîsa pirsa xwe ya berê ji wî kir. Fîlosof bersiv wek berê dayê. Ew çû mala xwe. Li mal tew ji bîr kir, ew bo çi çûbû ba fîlosof.

69
Hostayê olî her roj di dersê da xew ve diçû. Şagird ditirsiyan wî hişyar bikin. Gava li xwe hişyar dibû, digot:
“- Li min biborînin, ez çûbûm serlêdana pêşserên xwe yên rûhanî li cîhana rûhanî.”
Rojekê şagirdekî wî di xwe ve çû. Îcar hoste ew hişyar kir û jê pirs kir:
“-Tu li ku bû, kurê min?.”
“-Ez li cîhana rûhanî bûm, seyda.”
“-Te li wir çi dikir, kuro?.”
“-Min çû pirs kir, bo çi her roj hostayê min tê ba we?.”
“-Êh…!!!.”
“- Gotin min: Em hostayê te tew nanasin.”

70
Endamekî ji malbata şahanî li Louvre di ber hîmekî mermerî yê wek mirovekî çêkirî re derbas bû. Pirs kir:
“- Ev pûtê kê ye?.”
“- Eve fîlosof Descartes (Dêskart) e .”
“- Fîlosof?. Hêfa mermerê giranbiha, ku ji boyî fîlosofekî hatiye herifandin.”

73
Sala 1584ê fîlosof, niviskar û zanayê sirûştê, Francis Bacon (Bêkon), ku wek mezintirîn zanayên wê demê bû, ji aliyê gelê îngilîzî ve bo parlamentê hat hilbijartin. Teviya çavan li wî bû, ku ew gotina xwe ya destpêkê di parlamentê da bike. Pir dereng tiliya xwe carekê livand, hemî navdarên gel li wî nêriyan û bêdeng guhên xwe dan ser zanayê mezin, ka wê çi bibêje. Bacon paş kurtedemekê rabû ser xwe û bi sinahî got:
“- Ji comerdiya xwe wê pencereyê bigirin, ew ba dikişîne.”
Di cîh da rûnişt û wek berê bêdeng ma.

74
Fîlosof Spînoza bi rabînekî Cihowan re gengeşe kir û gotê, ku di navbera mirov û sewalan da çi cudahî tune ye, mirov ji sewal ne balatir e. Rabînê, ku çav lê sor bûne, gotê:
“-De bila sewal jî ji nav xwe Spînozayekî pêda bikin!.”

75
Jinek xanedan xwast fîlosof Montesiquieu (Montesîko) bixapîne, gotê:
“-Ez pir hindik radikevim, da ez fêrbibim felsefê.”
Montesîquieu bersiv dayê:
“-Baş e, Xanim, felsefê bixwêne, da tu baştir rakevî.”

76
Yekî çêrokek li ser xanedanan bo Montesquiu hewalda û got:“- Bila seriyê min di vê yekê de here, eger ev çêrok ne rast e.”
Montesiquieu bi kenîn gotê:
“- Bo dostan diyarî yên biçûk jî baş in.”

77
Endamekî Akadêmiyê pir dirêj peyivî. Ji Voltair (Voltêr) pirs kirin:
“-Te peyvîna vî camêrî çawa dît?.”
“- Wek şûrê Keyzer Karl ê mezin bû.”
Kesek tênegihîşt wê wekaniyê.
Voltaire got:
“- Ew dirêj û pehn bû.”

78
Li Sansosî Voltair êvar bi êvar dibû mêvanê padişah û gelek baş xwarin dixwar. Carekê padişah gotê:
“-Ez dibînim, dilê te pir li xwarinê vedibe. Ez nikanim nîvê yê tu dixuyî bixum.”
“- Gotina te rast e, padişahê min. Eger tu wek min mêvanê padişahekî ba, wê dilê te jî li xwarinê wek yê min veba.”
Padişah bêdeng ma.

79
Keşeyek û fîlosofekî bi hev re ketin gengeşê, keşe got:
“-Tu dizanî fîlosof çiye?.”
“-Ne sedased.”
“- Fîlosof ew kese ye, ku di maxeke tarî da, çavgirêdayî bîzava xwe dike, pisîkeke reş a ku tune ye, bigire.”
Fîlosof gotê:
“- Tu jî dizanî keşe çiye?.”
“- Bêj.”
“- Keşe wê pisîkê digire.”

80
Karl Stumpf ê fîlosof carekê di dersê da ev got:
“- Mixabin, min îro berçavka xwe li mal ji bîrkiriye, ez hîvîdarim, ku hûn dîsa jî ji min fêhm bikin.”

81
Benno Erdman carekê gote şagirdên xwe: “- Ma hûn nikarin tenê carekê pirsekê ji min bikin, ku ez bersiva wê baş dizanim?.”

82
Kesek hat serîlêdana Georg Simmel ê fîlosof. Rabû cigareyek pêşkêşî mêvanê xwe kir. Gava mêvan carek dî dest avêt qutîka tutûn, fîlosof gotê:
“- Diyare mêvantiya te wê dirêj bike.”

83
Şagirdan pir ji Georg Simmel hez dikirin, lew re gelek ji wan dihatin dersên wî. Rojekê yek pêrgî wî hat û gotê:
“- Ez dibêm, Seyda, te ez ji bîr kirime.”
“- Tu rast dibêjî, bi xatirê te.”

84
Georg Simmel gote hevalekî xwe yê fîlosof:
“- Bêguman baştirîn lêkolîn a Hermann Cohen e, ya li ser felsefa Kant lêkiriye.”
“- Ew çi dibêje?.”
“- Ma ez çi dizanim?.”

85
Fîlosofekî bo dostekî xwe li ser bajêrê xwe dipeyivî. Got;
“- Ewa hanî dêr e (kenîse ye), ew qonaxa mîr e, û ew jî Bîmaristana dînan e.”
Dostê fîlosof jê re serrast kir, got“- Seyda ew zankoya ku tu tê de dersan didî.”

86
Paul Natrop berî ku dest bi xwendina destnivîsa pirtûka xwe bike, hat bîrê, ku ew destnivîs li mal ji bîr kiriye. Bi lez û bez çû mal rahişt destnivîsê, xist berîka kurkekî, ew li xwe kir û ber bi derî ve çû. Jina wî gotê:
“- Paul, te kurkê hemamê li xwe kir.”
Ew yekser êxist (Ji xwe kir) û mantoyekî dî, li xwe kir û çû zankoyê. Gava sire hat wî, ku bipeyive, dît, ku destnivîsa wî di berîka kurkê hemamê da li mal maye.

87
Ernst Haeckel di felsefeya xwe ya matiryalî da pir tund û hişk bû. Yekî gotê;
“- Ez hîvî dikim, tu her li bajêrê Jena bimînî, tu neçî bajêrekî dî.”
Fîlosof bi dilekî şad pirs kir:
“- Tu baweriyên min baş dibînî.”
“- Na..na..Bila ziyana te negihe Derek dî.”

88
Berê, gava şagirdekî xwendina xwe dibir serî, pêwîst bû ew bi xwe biçûya odeya professor û belgeya serkeftina xwe ji ba wî bîna.
Şagirdek hat odeya professor Max Dessoir û bi nermî pirsiya:
“- Profêsor Dessoir li vir e?.”
Profêsor Dessoir seriyê xwe ji ser pirtûka xwe rakir û bersiv dayê:
“-Ez wî li vir nabînim.”
Şagird derket û çû.

89
Fîlosof Heinrich Rickert ji şagirdekî xwe pirsiya:
“- Ji min re fîlosofekî bi nav bike.”
Şagird yekser bersiv da:
“-Kant.”
“-Ka navê yekî dî bibêje.”
Navêd fîlosofan nehatin bîra wî şagirdî.
Fîlosof xeyidî û germ bû û gotê;
“-Rabe. Ma tu min li hember xwe nabînî?.”

90
Şagirdekî felsefê bo profêsorekî xwe nameyek wilo nivisand:
“- Li min biborîne, ku min bersivên hemî pirsên te nedan. Dilgermiya min hêşt, ku ez pir tiştan tev li hev bikim. Bo tu bawer bikî, ku min pirtûkên te giş xwendine, vaye ez lîsteyekê bi şaşiyên çapê yên pirtûkêd te li gel vê nameyê dişînim…”
.
91
Fîlosof Rickert di pîrbûna xwe da bi xwe re dipeyivî. Jina wî jê pirs kir, bo çi ew wilo dike, gotê:
“- Ez tenê bi kesên wek xwe re dipeyivim.”
Gava dît, ku gumanên jina wî çêbûn, got:
“-Ez hezdikim guhdariya ên wek xwe jî bikim.”

92
Berpirsê Zankoyê ji Rickert pirs kir:
“- Di Instîtuta felsefê da çend kes kar dikin?.”
“- Tenê nîvê wan kar dike.”

93
Edit Stein jinek pir pirtûkhez bû. Dibêjin ku kêm mirovan wek wê dixund. Rojekê xanga wê gotê:
“-Edit, çawa tu ji vê aliyê odeyê diçî aliyê dî û pirtûkek di destê te de tune ye, ma tu nexweşî?.”

94
Fîlosof Husserl bi dirêjî dipeyivî û rê nedida kesekî dî, ku gotina wî bibirre. Şagirdekî wî delîveyek dît û dest bi axiftinê kir. Hema fîlosof yekser gotê:
“-Hêdî-hêdî, bila tu baş bizanî, ku dema yek gotina min bibirre, ez nema dizanim li ser çi dipeyivim.”
Ji ber wê yekê şagirdan ew ji rê diêxistin û dibirin nav daristanê. Gava kaşek dihat pêş wan, bihna wî teng dibû û nema dikarî bipeyive. Şagirdan hîngê delîve didît bo ku pirsan ji wî bikin.

95
Şagirdekî felsefê gote hogirê xwe:
“- Tu dizanî çi bûye?”
“- Erê, cengê li Balqanê dest pêkiriye.”
“- Sibe ders tune?”
“- Ma professor nexweş e?“
„-Na.. ji ber ku cengê dest pêkirye. „
„-Ma çi têkiliya cenga Balkanê bi dersê re heye?. „
„- Ji dema min bihîstiye de, ez jî dixwazim pevgirêdaneke felsefî jê re bibînim. „
„- Bira, felsefe pir zehmet e, naye fêhmkirin. „

96
Şagirdekî gote fîlosof Hussrl:
„- Felsefê wilo ez mijîl û gêro kirî me, ku ez nema dikarim razim. „
Fîlosof lê vegerand:
„- Gava xewa min nayê, ez ji xwe re di pêjiniyê de suwarekî ereb pêda dikim, yekî bi fûteyeke sor û şûrekî neçel. Hêdî-hêdî ez xwe bi hûrikên cilêd wî gêro dikim, dema ew bi tevayî li ber çavêd min diyar dibe, hîngê ez di xew ve diherim û ez baş radizim. „

97
Fîlosofek birin cengê û paş demekê nameyek bo hogirekî xwe hinart, tê de wilo nivisandibû:
“- Em di nav zevînê neyar de ne, ji sibê ta bi êvarê hurmîna topan e, li her derekê laşên parçebûyî belav bûne. Dîsa jî ez dibînim, ku ev kar ji dersek felsefê asantir e, lê belê gava gulleyek li govdeyê mirov dikeve, ew bê guman raya xwe diguhêre.”

98
Fîlosofek li ser peyv û wateyan peyivî, ew giha wê qonaxê, ku generalê guh didayê nema têgihîşt ew çi dibêje. Got:
“- Gava ez textekî bînim, cîh bi cîh kun bikim, 500 hevdeyên dûvê hespê xwe pêve girêbidim, ma ez dikarim bibêjim ku min firçeyek çêkir?.”
“-Erê. Hindiktirî 500 hevdeyan jî dibe.”
General di hejmara hevdeyan re daket ta giha 10 an. Hîngê fîlosof gotê:
“-…êdî ev wek firçe naye bi navkirin.”
General got:
“-Niha ez têgihîştim gotinên te li ser peyv û wateyan digotin. Bo firçeyekê bi kêmtirîn 11 hevde por pêwîstin.”

99
Jina fîlosof Cassires nedizanî xwarinê baş çêbike, lê dîsa jî wî hercar bi dilşadî xwarina wê dixwar, gilî û gazinc ne dikirin. Rojekê jina wî pirs kir, bo çi ew bo xwarinê tew naxeyide. Fîlosof got:“- Xwarin her xweş e, gava mirov nizanibe wê çi bête pêş wî û gava xwarin hat, nizanibe çi navî lê bike.”

100
Jina fîlosof Cassirer gote mêrê xwe:
“- Xêra xwe bi trambaya hejmar (9) here kolana Moenkeberg, dikana Hezarbaşî û ji min re (2) Kîlo êmê çivîkan bîne.
Fîlosof paş demek dirêj vegeriya, hat mal û bi wî re du barhilgêr hene, li ser pişta her yekî ji wan çiwalekî dagirtî heye. Gote jina xwe:
“Xanim, trambaya jimare (2) tew naçe Moenkebergê. Li jimareya (9) di wê Kolanê de hîç dikana êmê dewêr tune. Li teviya bajêr ez geriyam, min nikarî bû 1000 Kîlo êmê çivîkan bicivanda ser hev. Vane ji te re du çiwal, niha evana bes in.”

101
Sala 1933 Cassirer barkir çû Amerîka. Rojekê li New Yorkê ji rawestgeha tirênê derket, taksîkarekî bi lez deriyê taksiya xwe jê re vekir û silav li wî kir.
« -Kê tu bo min şandiye ?. »
« -Ne kesekî…Min got belkî tu Einstein ê fîzîkzanî !. »
« - Na..na.. Lê ez hem ji welatê wî me û hem jî zanayek im. »
Taksîkar taksiya xwe ajot aliyekî û gotê:
« - Baş e, tu yê niha ji min re nêrîna nisbiyetê, ku Einstein pê navdar bûye, şirove bikî. »
102
Kovara «Fortune Maga » xwest bi belavkirina gotarên fîlosof Ernst Cassirer ji xwe re navekî çêbike. Wan pereyin baş jî ji wî re şandin. Rojekê jina wî hate mal û gotê :
« - Vaye gotarek di kovarê de hatiye belavkirin. »
Jin rûnişt û ji wî re gotar xwend.
Fîlosof bi mereq li wê guhdarî kir. Li dawiyê got :
« - Yek peyv jî ji van peyvan ne ji gotinên min e. »
« - Bo çi tu naxeyidî û ji wan re nabêjî, bila navê te nexînin bin gotarek ku ne ya te ye ?. »
« - Bo çi ez ê bixeyidim, gava gotarek wilo baş di bin navê min da bite belavkirin ?. »

103
Nicolai Hartmann li ser êtîk wilo dest bi axiftina xwe kir:
« - Iro, xanim û seydayên min, em dixwazin li ser mijara derewê bipeyivin. Lê berî ez destpê bikim, ez dixwazim ji we bipirsim: Kê ji we pirtûka min a dawî [Katîgoriyên cihêcihê yên derewê] xwendiye ?. »
Hinde şagirdan tiliyêd xwe bilind kirin.
Hartmann got:
« - Min çi pirtûk bi vî sernavî nenivisandiye! » paşê got:
« - Wilo hûn dibînin çiqas giring e, em îro li ser vê mijarê bipeyivin. »

104
Karl Jasper di zarotiya xwe da nexweş bû, û lew re ew bêtir jar dibû. Hogirê wî her digotê:
« - Bihêle, ev bo te giran e, tu nikarî rakî. » an jî gava diçûn bilîzin, digotê:
« - Here mal, ev ji te re nabe, tu jarî. »
Carekê Karl Jasper felsefe dixwend, hogirê wî pirsî:
« -Tu çi dixwênî ?. »
« -Hegel.»
« -Ka bide min, ez bxwênim. »
« - Bihêle, ev ji te re giran e, ji te re nabe. »

105
Profêsorê felsefê Oskar Kraus katekê dereng hate dersê, û got şagirdan:
« - Li min biborînin, berî em ji hindir derkevin postekar ji min re pirtûkeke, ku ez ji zû da li bendê mame, anî. Min bi xwe re rakir, min ew di trambayê da xwend. Min dît ku ez gihame rawestgeha dawî. Ez ji wir de bi peyatî hatim. »
« - Baş e profêsor, tu bo çi dîsa bi trambayê nehatî?.»
« - Ez tirsiyam, ez dîsa bi pirtûkê ve mijûl bibim û dîsa li dawiya rê peya bibim. »

106
Carekê dîsa Oskar Kraus li şûn dersê ma. Gava ew hat got:
« - Li min biborînin, ez li Franzengasse demekê li hêviya trambayê mam, ew nehat. Paşê ez bi peyatî hatim. »
« -Seyda, di Franzengassê re trambayê naçe. »
« - Rast e, lew re min li wir pir çavkir. »

107
Şagirdekî ji profêsorê xwe pirs kir:
« -Mamhoste, çi pêwîste, ez li ba te doxtiriyê bistînim? »
« -Pêwîste tu baş Logîk, Etîk, Ontologî, Mêtafîzîk, Estêtîk, dûroka felsefê, felsefa Asiya û gelek zimanan zanibî. »
Şagird bi dizîka xwe bi şûn ve da û çû ba fîlosof Karl Löwith. Ji wî jî pirsiya, ka çi pêwîste bo standina doxtiriyê.
Fîlosof bersiv wilo da :
« -Divê tu jîr û jêhatî bî. »
Şagird dît li ba wî asantir e û li ba wî xwendina xwe bir serî.

108
Şagirdekî ji hostayê xwe pirs kir :
« -Etîk çiye ? »
Hostayê wî bersiv dayê :
« - Ez ji te re şirove bikim. Yekî hat bi 70 Markan hûr û mûr li dikanê kirrî, lê 100 Mark da. Paşku çû , min dît ku kirryar 30 Markên xwe li şûn xwe hêştine. Li vir Etîk dest pêdike, ka ez wan pereyan gişan têxînim berîka xwe an bi hogirê xwe yê kar re parve bikim. »

109
Şagird ji hostayê xwe yê fîlosof pirsiya :
« - Jîn çiye ? »
« - Wek siya dîwarê ye. »
« - Çawa ? »
« -Tu dîwêr biroxînî, sî ya wî namîne. »

110
Zanayê alman Vîktor von Weizäcker çû şêtxaneyek dîna û li wir pêwîst bû telefon derekê bike, hema xet venebû. Ew xeyidî û peyvin nebaş ji devê wî derketin. Berpirseka şêtxanê gotê:
« - Wilo nebêje. »
« - Ma tu dizanî, tu bi kê re dipeyivî ? »
« -Na, ez nizanim tu kîyî, lê ez baş dizanim, ku tiştê tu dibêjî nebaş e. »

111
Dibêjin ku profêsorê fîlosof Erich A. Wurmbrandt pencereya odeya xwe vekir, piçek gemar bi ser seriyê rêwiyekî da hat xarê.
Rêwî qîriya:
« - Ev çiye lo ? te kumê min gemar kir. »
Fîlosof bi dilsarî gotê :
« - Li min biborîne, eger te kum nedaba seriyê xwe ew hîç gemar nedibû. »

112
Fîlosof Wurmbrandt berî nîvro nediçû dersê. Carekê jê hat pirsîn; çi demê ew ji xew radibe, got:
« - Dema ro dide hindirê odeya min, ez hişyar dibim. »
Pirsyar pirs kir:
« - Pencereya te li kijan aliyê odeyê ye? »
« -Li aliyê rojava ye. »

113
Paşku Wurmbrandt bû profêsorê felsefê nameyek pir dirêj a felsefî bo hogirekî xwe hinart û li dawiyê pevekek wilo nivisand:
« -Niha ez destê dota te dixwazim. »
Hogirê wî bersivek hîn dirêjtir û felsefîtir dayê û li dawiyê nivisand:
« -Erê, ez dota xwe didim te. »
Paşku çend sal derbas bûn, fîlosof got ku dilê wî li xûşka jinê hebû, ne li jinê, lê dîsa jî xem nake, wilo jî baş derbas dibe.

114
Fîlosof Wurmbrandt derbas bû hindir, ku dersê bide, mantoyê xwe bi darxist, manto ket, rakir û dîsa bi darxist, lê carek dî ket…Rabû mantoyê xwe ser ji nû ve li xwe kir. Di wê rewşê de şagirdan bi ken li wî temaşa kirin. Fîlosof derket û çû, ders û şagirdan tew ji bîr kirin. Carekê jî çû bû serlêdana nasekî xwe, pir li wir ma û bi hev re gelek peyivîn. Lê her ji xwe dipirsî :
« - Gelo, ev mêvanê min wê kîngê here mala xwe? »

115
Carekê dîsa fîlosof Wurmbrandt xwe ji bîrve kir. Gote dostê xwe :
« - Ma tu dikarî êvarî dîsa bêyî ba min? Wê profêsor Rawly ji Londonê bê serlêdana me. »
« - Seyda, ez Rawly me. »
« - Xem nake, tu jî bê. »

116
Paşku karyarê xwaringehê pereyêd xwarinê ji ser maseyê rakirin, gote profêsor Wurmbrandt:
« -Seyda, te tiştek ji bîr kiriye. »
« - Min bexşîş neda te.? »
« - Na..na.. Seyda, te bexşîş da min, li te ji bîr kir tu xwarina xwe bixuyî. »

117
Wurmbrandt di şahiyekê da, li kêleka « tenişta » jineke ku xwe xemilandî rûnişt. Jinikê gotê:
« - Tu rast dixwazî, ez pir ji felsefê fêhm nakim. Ez pir ji saz hezdikim. »
« - Diho konsêrtek hebû. »
« - Ez diho li mal mam. Ez zû çûm nav ciyan bo xewê. »
Di wê navê de hişê fîlosof li derek dî bû. Wî nizanî jinik çi dibêje, lê dîsa jî pirs kir:
« -Çawa bû, ma xelk li wir pir bû?»

118
Albert Einstein bizava xwe dikir bo şagirdên xwe «Nêrîna Nisbiyetê » şirove bike, yek rabû ser xwe û got :« - Têgihîştina min a mirovî tenê tiştê ku ez bi çavan dibînim dipejirîne. »
« - Fermû were pêş û têgihîştina xwe ya mirovî deyne ser maseyê, da em bi çavan bibînin. »

119
Albert Einstein û şêmîkarê navdar ku bûye serekê saziya cihoyî ya cîhanî « Haim Weizmann » bi hev re bi keştiyekê çûn Amerîka. Paş demekê ji Weizmann hat pirsîn :
« - We dema xwe di keştiyê de bi çi derbas kir ? »
« - Albert Einstein teviya wan rojan bizava xwe kir, da « Nêrîna nisbiyetê » ji min re şirove bike.»
« -Te çawa dît ? »
« -Ez di wê baweriyê de me, ku ew wê nêrînê baş fêhm dike. »

120
Dostekî Einstein jê pirsiya: « -Ma tu dikarî ji min re bi asanî « Nêrîna nisbiyetê » şirovebikî?»
« - Baş e. Ez û mirovekî çavkûr bi hev re digeriyan.
Min gotê: « - Dilê min camek şîr dixwaze. » Wî pirs kir:»- Şîr çiye?»
Min gotê: »- Şîr tiştekî rûn û sipî ye. »
Ew pirsiya: »- Sipî çawa ye?»
Min gotê: »- Rengê perrên qazê ye. »
Ew pirsiya: »- Qaz çiye?» Min gotê:»- Qaz firindekî histo qilûç e. »
Ew pirsiya: »- Qilûç çitoye. »
Min hema bi piyê wî girt, bada û qilûç kir. »
Mirovê çavkûr yekser gote min:» – Bese, ez niha dizanim şîr çiye. »

121
« -Nêrîna Nisbiyetê çiye?»
« - Bo têkiliya du tiştan bi hev re, dibe ku watetên cûrecûre hebin.»
« - Çawa?»
« - Di navbera A û B da 10 KM hene, tu dixwazî ji A biçî B an tersî wê ji B biçî A. Di vir da Einstein nikane tiştekî bike. Lê gava em li herdu mehên Avdar û Gulanê binêrin, emê bibînîn ku di navbera Avdar û Gulanê da tenê meha Nîsanê heye, lê di navbera Gulanê û Avdarê da neh meh hene. Einstein ev yeka şirove kir. »

122
Carekê dostekî Einstein gote wî:
« - Mal ava, tu her bi vî mantoyî digerî, ma tu yekî nû ji xwe re nakirrî? »
« - Bo çi? Di vî mantoyî da giş min nasdikin û dizanin ez kîme. »
Paş demekê Einstein bar kir çû Amerîka. Li New York ew dost dîsa pêrgî wî hat û jê re got:
« - Mamhoste, tu hîn bi vî mantoyî digerî? »
« - Bo çi na ?. Ji xwe kesek li vir min nanase. »

123
Einstein piraniya dema xwe li mal şilf tazî dima. Rojekê yekî li derî da, Einstein derî vekir.
« - Ev çiye, seyda Einstein? » Mêvan got.
« - Min bawer nedikir ku di vê katê wê mêvanek bê. »
« - Başe, bo çi te tenê kumê xwe daye seriyê xwe? »
« - Gava te li zengil dayî, hat bîra min ku pêwîste ez biçim şîr bînim. »

124
Her roj keçek a biçûk a hevserên Einstein dihat mala wî. Diya wê gote Einstein:
« - Li me biborîne. Ez nizanim bo çi dota min her roj tê ba te. »
« - Têkiliya me baş e, ew her roj ji min re parçeyek şîrone tîne, ez jî jê re pirsên jimardariyê ‘Hîsabê’ bersiv didim. »

125
Tevî ku Einstein çar mehan nexweş ketibû nav ciyan, dîsa jî dev ji kişandina tutûnê berneda. Jina wî pir xeyidî û pirsî:
« - Çend caran te îro tutûn kişand? »
« - Ev cara yekê ye. »
« – Na..na..ne wilo ye. »
« - Baş e, ev cara duwê ye. »
« - Tu rast nabêjî, ev cara çarê ye. »
« - Bila bi ya te be, lê bêguman ez ji te baştir jimardariyê dizanim. »

126
Dema Einstein sala 1933 koç kiriye Amerîka, ew çû Mount-Wilson, bo serlêdana çavdêriya ezmên û stêrkan. Li wir zanayekî têlêskopek pênc metrî bere jina Einstein kir. Ew pirsiya :
« - Ev ji bo çiye ? »
« - Em bi vê têlêskopê maweya di navbera stêrkan de dipîvin. »
« - Ecêb. Mêrê min li ser pişta pûlên poste, yên bi karhatîne, bi vî karî radibe. »

127
Charly Chaplin li New York Einstein dît. Einstein gotê:
« - Hunera te başe, hemî mirov li dinyayê têdigihînin. »
« - Ya te hîn ecêbtir e, hemî cîhan pê mijûl e, tevî ku kesek baş tênagihîne ew çawa ye. »

128
Di hevdîtineke televîsyonê da serdîwan ’Modêrator’ ji Einstein pirsiya:
« - Ma tu dikarî ji me re bibêjî wê cenga cîhanî ya bê bi çi çekan be?»
« - Na, ez nizanim, lê ez dizanim wê cenga dîtir bi çi çekan be.»
« - Çon? »
« – Bi kevirkanîkê. »

129
Fîzîknasê Danmarkî Niel Bohr li gel hinek dostan çû sînemê û filmekî Kowboy’an “gavanan” temaşa kir. Li dawiyê tiştekî wilo got:« - Ev çêrok nakeve seriyan, lê standina bedewtirîn jin ji aliyê mêrên xirab ve pir dirist û rast e. »

130
Şagirdekî matimatikê “Jimaryariyê” navdar David Hilbert dît ku mamosteyê wî li nav daristanê bi tenê xwe li aliyekî rê rawestiye û kûrkûr diramîne. Şagird bihnekê dûr rawestiya, dawî çû ba wî û gotê:« - Li min biborîne, min tu ji nav ramanên te yên giranbiha derxist. »
« - Bê guman tu jî carina wilo bi pirseke giring mijûl bûye. »
« - Çi pirsê, mamoste?» Şagird bi dilgermî ji wî pirsiya.
« - Ez dipirsim, ka ez li bin kijan darê bimîzim! »

131
Gava xanedanek dimir, ji helbestvan « Voltaire » dihat xwestin, ku ew gotinekê li ser gora wî bibêje. Rojekê got:
« - Ez bi xwe ji gotina ser gorê hezdikim, lê tirsa min ewe, ku hinek malmezin xwe hîn bi ganî « zindî » bixînin di gorê de, da ez gotinekê li ser gora wan bikim. »

132
Neyarekî Voltaire mir, ew çû ser wî. Xelkê got:
« - Dilê vî çi mezin e ? Ew hatiye ser neyarê xwe. »
Voltaire got:
« - Ez hatime, da bi çavên xwe bibînim, ka ew rast miriye an ne. »

133
Roşenbîrê Skotlandî James Boswell di dawiya 1764 z. de çû Fêrnêy li Swîs, ba Voltaire, ku berî wî demê bi 40 salan li London rûniştibû. Boswell jê pirs kir, ka ew hîn bi Ingilîzî dipeyive. Voltaire bersiv da:
« -Na. Gava tu bi Ingilîzî bipeyivî, divê tu zimanê xwe têvebidî nav diranêd xwe. »
James Boswell gotê:
« - Bê guman zimanê te hîn tûj e wek berê. »
« - Rast e, lê belê diranên ku ez zimanê xwe têvebidim nav wan, nemane. »

134
Gelek kes dihatin bajêrê Fêrnêy da Voltaire bibînin. Rojekê bermaliya wî gotê:
« - Yek hatiye te bibîne. »
« - Bêje wî Voltaire nexweş e. »
Xanima wî çû û dîsa vegeriya.
« - Xem nake, ew dixwaze te di nexweşiyê de bibîne. »
« - Here bibêje Voltaire mirî ye. »
Bermalî çû û dîsa hat.
« - Dibêje ku ew dixwaze te mirî bibîne.
Voltaire seriyê xwe xurand û gotê:
« - Here jê re bibêje, Iblîs termê wî bi xwe re biriye. »

135
Fîlosof Dîdêrot sala 1769 çû geryanê li Rûsiya. Keysera Urisan Katarîna bihîst, ku ew xemgîn e ji ber ku gelê Uris qerêj û pintî ye. Gote Fîlosof: « - Bo çi ewan govde paqij bikin, gava ew ne yê wan e?»

136
Dîdêrot çû serlêdana Jean Jacques Rousseau li nêzîka Parîsê. Herdu di ber goleke avê re geriyan. Rousseau got:« - Bîst caran min ramand, ku ez xwe bavêjim nav vê golê û dawiya jîna xwe ya bêzar bînim.»
« - Bo çi te xwe ne avêt?»
« - Hercar min lingekî xwe dixist nav avê, av pir sar bû.»

137
David Hune çû destê keça xanedaenkî Skotlandî xwast, wê guh nedayê. Paş pir salan, dema navê wî belav bû, û li derveyî Skotlanda jî navdar bû, Keçikê nûçe gihand wî « Ez şaş bûm. Min niha dîna xwe guhart. » David Hune bersiv jê re hinart :« - Ez jî şaş bûm. Min jî niha dîna xwe guhart. »

138
Her ji David Hune dihat xwestin, ku pirtûka xwe ya li ser dûroka Birîtaniya bibe serî. Ew ji ber wê yekê hosan dibû, û paşê got:
« - Mixabin, ez pîr bûme, qelew bûme, meslax bûme û pir zengîn bûme, ku nema dikarim pirtûkê binivîsim. »

139
Jean J. Rousseau bû mêvanê david Hune li Birîtaniya, herdu di maxekê da radiketin. Bi şev Hune di ber xewê de gotinên nebaş bi Firensî li ser Rousseau gotin. Roja dî Rousseau jê pirs kir:« - Ka ew di xew da bû an hişyar bû ? »
Hune bersiv dayê:« - Be rast, ez bawer nakim ku ez di xew de bi Firensî dipeyivim, ji aliyekî dî ve, dibe ku te van gotinên nebaş di xewê de bihîstibin. »

140
Rabînekî Cihowan, ku bi navê Jonathan Eybe Shütz bû, ji şagirdekî xwe yê heftsalî xwest ku here ji wî re hinek bîre bîne. Gava kurik pere jê xwestiye, gotê:«-Huner ewe, ku tu bîrê bê pere bînî, ne bi pere.»
Mebesta wî ew bû, ku kurik biçe bîre ji wî re bidize. Kurik çû jê re Kûzikekî vala yê bîre anî. Rabîn pirsiya:«-Ka bîre?!»
Kurik bersiv da:«-Huner ewe, ku yek ji kûzekî vala bîre vexu, ne ji yekî tijî!»

141
Hersch Ostropler, di sedsala 18ê de, bi hinde kesan re ket pevçûnê, hat girtin û ew avêtine zindanê, demekê ma, derket hat mala xwe. Jê pirs kirin:
« - Ewên bi te re di zindanê de çewa bûn?»
Fîlosof bersiv da, got:« - Mixabin, di zindanê de jî –wek her derekê – mirovêd nebaş hene. »

142
Yekî serxweş ji hogirê xwe yê serxweş pirs kir:« - Gelo, bîr û bawerî ji derve de dikevin seriyan, lê ji seriyan derdikevin derve?»
Hogirê wî piçekî xwe bi pirsê ve gêro « mijûl » kir û bersiv da:« - Wilo ye! Mamê min her digot: ‘Rast wilo ye.»

143
Fîlosofekî berçavka xwe winda kir, nav pirtûkan, cilan û her tiştekî ser maseya xwe tevda, nedît. Got:« - Eger kesekî biribe û pêdiviya wî bi berçavka min hebe, bêguman pêwîstiya wî bi berçavka min hebû, û eger pêwîstiya wî pê tune bû, bo çi wê bibe? Eger biribe bifiroşe, wê bifiroşe kesekî ku pêwîstiya wî bi berçavkê heye, û berê berçavka wî hebû, lê eger pêwîstiya wî bi berçavkê tune be, bo çi wê bikirre?»
Fîlosof giha wê baweriyê, ku berçavka wî ne hatiye birin û nehatiye firotin, destê xwe avêt difna xwe ku bixurîne, tiliya wî li berçavkê ket, ew li ser difna wî bû.

144
Du şagirdên cihoyî Telmûd bi tevayî xwendin, bi hev re nepeyivîn ta gihan çêroka Stêre. Yekî gote yê dî:«-Telmûd dibêje ku Stêre xanim jinek rûzer bû. Gelo, ma şah Ahasvêr yek ji wê xweşiktir nedîtibû, da wê bike jina xwe?»
« - Gêjo, Ma dema şah Ahasvêr hebû, ku li benda kesekî wek te bimîne, da ji wî re bibêje; bêguman jinek ji Stêre çelengtir heye?» ((Estêre xanimê kanî bû bi zîrekiya xwe mêrê xwe yê şahê Iranê bû bide bawerkirin, ku gelê wê yê binzorkirî vegere Israîlê…Wergêr))

145
Rêwiyek di ber dîkana terziyekî ciho re derbas bû û kurkek jê xwest. Terzî nekanî bû kurk di sozê xwe da amade bikira. Rêwî hêşt û çû. Paş heft mehan rêwî dîsa di wir re derbas bû. Terzî deng lê kir û got:« - Vaye kurkê te amade ye. »
« - Hellahella. Paş heft mehan ? »
« - Xwedê bi xwedîtiya xwe cîhan di heft rojan de avakir. Ma heft meh bo terziyekî pir in ? »

146
Keşîşekî di dêrê da her hefteyekê carekê xutbe dida û gelek xwendekar, jin û cendirme dihatin li wî dibûn guhdar.
Yekî gotê:« - Diyar e xutbe yên te baş in, ku evqas kes tên lê dibin guhdar. »
Keşe bersiva da:« - Ez bawer nakim, lê ez tiştekî baş dizanim: Xwendekar tên, ji ber ku ez endamê komîteya derxistina wan im li dawiya salê. Jin jî bo nêçîra xwendekaran tên û cendirme jî bo nêçîra jinan tên. »

147
Melayekî ji zarokekî xwest ku here ba diya xwe û bibêje: Mele hezdike te bibîne.
Diya zarok gotê:« - Here ba mele û jê bipirse, gava ew radikeve, rihêd xwe dixîne ser nivînê an bin nivînê?»
Zarok çû gote mele. Mele hosan bû, xeyidî û sîleyek çerpand bin kehrka lêwik.
Bi şev mele kete nav ciyan, dirazêd « duayêd » xwe kirin û li ber Xwedê geriya, ku gunahêd wî jê re bibexşîne. Ji nişka ve pirsa diya zarok hate bîrê. Carekê rihêd xwe xistin bin nivînê, dît ku nebaş e, dan ser nivînê, dît ku nebaş e. Ta bi nimêja berbangê mele wilo kir û wilo kir nebû. Roja dî gote zarok:« - Here bibêje dayika xwe, ku ew jineke zalim e. »

148
Hejarekî kurd ê yezîdî bi şev dereng giha gundekî kurdên musilman, ku li wir bibe şivan. Bi berbangê re pezê xwe ajot û bi derveyî ket. Ji nişka ve dengê azanê hate guhên wî. Wî berê azan nebihîstibû. Dît ku şivanekî dî ji gund derdikeve. Di navbera wan de newalek hebû. Şivan bang li şivanê dî kir:« - Bira, ev kese bo çi wilo bilind diqîre?»
« - Ew azan dide.»
« - Qey kesek mirî ye?»
« - Na, kes nemirî ye, ew banga bo nimêjê ye.»
Şivanê yezîdî baş tênegihîş ew bang ji bo çiye, dîsa bang li şivanê dî kir:« - Bira, ma di vê qîrênê de ziyanek bo pezên me heye?»
« - Na. »
« - De bila her biqîre, xem nake.»

Social

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…