ÊL YEMAN BEG YEMAN?

ÊL YEMAN BEG YEMAN?

Êl yeman e ku di nava êlê de mêr û mêrxas hebin êl yeman e. Lê ku zilam nebin tev zilamkok bin wî wextî wê êl jî herê û beg jî wê herê û herê dojederê! Gotinekî pêşîyan heye: “Ya mêrekî mêr xas be yan sofîkikî bi ekas be û yan bimre ji qeda û belayê dinyayê xelas be.
Newêrê bi kesatî yan xwe bikê û newêrê bersiv bidê, îtîraz bikê û newêrê qebûl bikê û ne wêrê hişkere bikê. Wisa genî dihêlê heta ku di teqê ji nûka dibêjê min zanî bû ha wele min zanî bû ku ev neraste. Ku îman û cesaret hebê ev felaket nayêne serê me, ji bê ziravî û ji qesîsî û bê xîretî ye ev nedeykirin ev hemi bûne mi çi jêyo welatê mi çi jiyoye!
Berê êl hebûn bedêla Eşîran digotin êl. Ereban jî digotin, êl û Kurda jî digotin, êl. Ew êl ew Eşîr reîsê wan hebûn. Ew serokê wan di dest pêkê de ne ku hema wilo ji xwe re yek dikirin mezin! Mûhaqeq cewherekî wan hebû di nava wî gelî de ew însan pêşketî bûn. Ya bi merdîtîya xwe, yan bi mêranîya xwe, yan bi zanebûn û hurmeta xwe Milet hij jê dikirin heta ku teva ew însan di bijartin. Belkî dûvre kurê wan nevîyên wan xweşik rîya xwe nedmeşandin ev hebû. Lê belê di nava êlê de daçê wan hebûn hinek li gor Şirîetê bû û hinek jî li gorî ûrfê bûn edetê nava gelan bi hezar salan berdewam bûn. Wilo herkesek bi serê xwe kêfa wî çawa hat nikarî bû bikê. Guvaş habû şerm û şeref hebû, gelek tiştê baş hebûn.
Pêşî gelê dinyayê dibine Eşîr û duvre dibine dewlet. Wexta ku bûne dewlet hingî karin qanûnê hîn pêşketî edetê mudiran yasa û zagonê xweş çêdikin ev normale. Lê birano ê me Kurda hîn me mehîn bi dest nexistîye em delav çêdikin sekeh û qeyda çêdikin, em nikarin bêjin wisa nabê ne welê ye. Welatê ku tu nikaribê fikrê xwe bêjê tu nikaribê rastîyê bêjê ka wê çawa li wî welatî wê huzûr û aramî wê hebê? Xwezka em wêrek bane me her demê rastî pejirandibane, wê ew derew û xapandin dawîya wan bihatane wê her tişt parzûn bûbane ew qirş û qal ji nava şîr derketana çi baş û rind bû.
Rasti weki rojêye roj di çele de her wext û her demê xwîya nakê. Ew rojê ewrê reş û tarî ba û ba ger, mere dibê belkî roj çû nema werê. Lê tê binerê ku ew ewr ê tarî û ba û bapeşk tev çûn belabûn û roj derdikevê tavekke xweş û geş û ronî , bû biharek rengîn. Bê çawa ew roja winda bûyî derket holê ronî bû eynî rastî jî bi wî hawayî derdikevê. Rastî wekî zêrê bîst û çar eyar ku her wextî li dinyayê bi nirxe tucar ji nirxê xwe nakevê, rastî jî wisaye.

Tu li vî gelî dinerê şikil û gewdê wan Kurdin lê mîjîyê wan wekî ezogelîn çorbesîye. Ew demjimêr ê ku bi pîla dişuxulin ku pîlê wan zeîf dibin tê binerê ku demjimêr bû deh, di sê xulekande dibe pîst dîsa vedgerê sisîya! Ev gelê me jî wisa bûne, liser tu eyaran nasekinin. Ji wan re bûye wekî pîşe yanî meslek. Hedana wan nema bi rihetî yan bi rastî îşkî bikin wekî wê sieta ku pîla wê zaîf bûye nema rast dimeşê, lê seat tu karê pîla wê bugherê lê ê van pîl jî nayê guhertin. Ê ka wê çawa bibê? Çareserîkê wê hebê gelo bi çi şêweyî? Li vî welatî du rêxistinê tûj û dijwar hene Apocî û sofîk ev herdu xedarin li miletê xwe. Ê ku ne Apocî be xaîne û ê ku ne Sofîk be Ermenîye! Li alyekî xwe dikine ulusal netew û Milet perwer demokrat û camêr bi dev, lê emelê wan û gotin ji hev dûrin. Me tu xêr ji kesî nedî, ne ji partîyê Tirka û ne jî ê Kurda kesekî xweşî û huzur bextewarî nanî welat, tev derew û fesadî dizî û xapandin me di elimênin e xapandinê û tezgehê derewan.
Heger hûn Çep bin çepê Kurda bin girêdayî netewa xwe bin, heger hûn Îslamcî bin dîsa girêdayî netewa Kurd bin, hûn Demokrat bin dîsa ê Kurda bin ne yê xelkê derdor û dijmin bin. Mal û mulk ê wene boçî hûn mirêba ne? Hûn çot dikin, paleyîyê dikin, bênderê didêrin safî dikin hûn newêrin destê xwe bidnê de hey xwelî serno!
Çiqas nivîskar û rewşenbîr şîreta li wan dikin jî lê bê fêdeye ne dihisênin û ne dixine serê xwe de bi serde henekê xwe jî bi me dikin li gorê wî aqilkê xwe wekî Ezogelîn çorbesî henekê xwe jî bi nivîskaran dikin, lê ew henek pêkirin li wan divegerê hey ji xwe nînin zewalî belengaz.

DÎLCÎWAN.

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.