EFRÎN' E

EFRÎN’E

Efrîn kelha egîd û mêra ye,
Qadek ji qada şer û cenga ye,
Ev warê ku ji bav û kal ma ye,
Sulhadîn Eyubî mohr li daye.

Her dibêjinê çiyayê Kurmênç ,
Di şer û cenga de rêzin wek sênç.
Her grupin çare çar û pênçe pênç,
Ferq nîne jin û xityar û tev genç.

Kesî fetih nekir tu zeman e,
Dîrok kevnar e, lê hin ciwan e,
Her wext amadene ser pîyan e,
Tucar bê mîr û serok neman e.

Dijmin hespê xwe pir dibezîn in,
Lê cengevar serê wan difirîn in,
Termê wan a bi şûnde dişîn in,
Dayîkên wan şînê digerîn in.

Efrîn Tevî baxin û bostan a,
Dayik a keç û xort û cuwan a,
Wargehê bo fêris û şervan a,
Çiqas em bêjin bêtir hêjana.

Kurd no hûn tevahî gişan werin,
Hûn hemî egît û şoreşger in,
Bo welat em dimrin, naveger in,
Xwedî pênus nexşî û rêber in.

Efrîn ew kelha Şahê Medî ya,
Ji zûde bûye warê xwînîya,
Her wextî xwe parazt û zindî ye,
Efrîn her dem lehenge nerevî ye.

27. 1. 2018 Dilciwan

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.