Edo Makuyi

Nûtirîn Kešfên NASA'yê: Vedîtina 9 Gerstêrkên ku dišibin Erdê


Nûtirîn keşfên NASA’yê: hebûna 9 Gerstêrk ku dişibin Goga Erdê û îhtîmala hebûna jîyanê li ser wan pir zêde ye
NASA da zanîn ku Teleskopa Fezayî ya Kepler, 1284 Gerstêrk ku derveyî kehkeşana Menzûmeya Şemsî ne, keşf kirîye ku li ser 9 jê, îhtîmala hebûna jîyanê pir pir zêde ye. Bi vê keşfa nû, hejmara Gerstêrkên keşfbûyî bi rîya Teleskopa Fezayî ya Kepler’ê bû 2 qasî hejmara berê.
... more



Edo Makuyi

Eger Erd li dora xwe nezivire, dê çi bibe?


Eger hereketa gerstêrga Erdê li dora xwe bisekine hingî dê tofanên ku leza wan 1670 km/seetekê ne, li ser Xetta Istiwayê( Equator) pêkwerin ku dikarin jîyana ser goga Erdê, jiholê rakin.

Xetta Istiwa, navê xetteke ferzî ye ku goga Erdê dike du bešên nîvgoga Bakûr û nîvgoga Bašûr. Ev xêz di nîveka her du cemserên Bakûr û Bašûr da ye û fasileya hemû nuqteyên ser vê xettê ji her du... more



Edo Makuyi

0,5% ji Zêrê cîhanê li Qalika Parêzgeha Ûrmîyeyê, veşartî maye


Hevpeyvîna Nûçegihanê Malpera Tesnîm bi Cîgirê Sazumana Senet û Madena Îranê ra:
Azirbaycana Rojava, jiber ku xwedîyê madenên pir mezin e, dikare bibe mezintirîn navenda danostandina zêrê cîhanê
Cîgirê karobarên maden û senetên girêdayî wê yê sazumana senet, maden û bazirganîya parêzgeha Azirbaycana Rojava got: Bêguman Îran dikare bi rîya parêzgeha Azirbaycana Rojava, bibe navenda... more



Xaki_Bingol

Deşta Mûşê


Deşta Mûşê bi du çeme
Bax û bostan û keleme
Wusa zelal diherikin
Dimêjîne lem û pele...

Deşta Mûşê bi genime
Cotên çeman jê re xemle
Mûrad timî serhildêre
Ava reş bi derd û xeme...

Deşta Mûşê bi titûne
Du zerî pelan dihûne
Navê yekê ez nizanim
A bejn zirav xas xatûne...

Deşta Mûşê wekî bûke
Şerefdîn jê re eynike... more



Mehmet_Cobanoglu

DELALA MİN QEMERA MİN


Delala min, şadîya min bedewê
Ji rojan û rojekî were ba min
Dermanê hemû êşan û derdanî
Erê can were, bexte kî bide min

Delala min qemera min bedewê
Hespê mirinê bezî hat derê min
Berf û baran dibare, min dûman e
Êş, keder û keser ket nav dilê min

Delala min meranê tim bedewê
Bêwlatim ji te dûrim, canê min
Bi rastî şev û roj li min... more



Mehmet_Cobanoglu

LÊ QEMERÊ BEDEWA MİN


Keça por surme tu şewlî tu şemalî
Lê qemerê tu şêrînî pir delalî
Zendê te de morî, mircan dibiriqiğin
Xezalê tu cananî tu hevalî

Bi rojane, şevane tim te digerim
Lê dilberê hêvî dikim te vegerim
Ku ev rê, rê bidin min ez bêm li ba te
Ez nan û av, ez şan û şohret nagerim

Çavreşa min, yara min, lê bedewa min
Bilbila ser gul, gulpika bax... more



Mehmet_Cobanoglu

KULİLKA NAV PELANÎ


Delalê tu beybuna nav mêrganî
Bedewê dêmê te de gul veda ye
Keçê tu tim bihara gulîstanî
Dilê te jî pir geş e roj veda ye

Bedewê tu kulîlka nav pelanî
Paşila min de nîgara te reng daye
Tu her tim evîna nava dilê minî
Bedewê nav lêvên te de ken heye

Delalê tu hinara bax bexçanî
Bi her dem tu şêrînî, hingivî yî
Tu jîyînî tu... more



Xizan_Silan

Dilê sefîl


DILÊ SEFÎL

ez
li nîvê şevên bêhnteng
serê xwe datînim ser balîfa
bîranînan
di keservedena bêxewiyê de
kûr û dûr diponijim
mîna derwêşên gerok
berê xwe didim çolistanên
nediyar
li rêwîtiya kelem û striyan
pêrgî êşa salên kambax têm
tîra janeke bêderman
di kezeb û gurçikên min re
diçe xwarê
li ber wîzîna... more



Edo Makuyi

Dawiya Cedvela Peryodîka Mendeleev


Dawîya Cedvela Peryodîka Mendeleev
Gelo emê kengî bigihîjin dawîya Cedvela Peryodîka MENDELEEV(The Mendeleev periodic table)?
Cedvela peryodîka Unsurên kîmyewî, cedveleke li gor Jimareya Atomî, pêkhate û xemla Elektronan û Taybetmendîyên kîmyewîya wan e. Çawanîya cihgirtina unsurên vê cedvelê, ji Jimareya Atomîya kêmtir ber bi yên mezintir e. Forma standarda Cedvela Mendeleev 18*7... more



Dildar Ismail

Ala Me


    

  ALA ME

Keske lê rengê ala me

Sore   lê rengê ala me

Zere   sipiye   ala  me

Miletê  me  tv  zindiye
    

  ALA ME

Keske lê rengê ala me

Sore   lê rengê ala me

Zere   sipiye   ala  me

Miletê  me  tv  zindiye

Rê li ber me hê girtiye

Hebûna min bê al çiye

Mafê min ma li ber piye

Keske... more


Sayfalar