Abdurrahman_Durre

Hişk bû


Hişk bû dara umr û jîna min ku belgê wî weş în
Jê ku ev ma pişk û par min ku bê par û peş în

Kariwanê dost û yara çûn, li wara kes nema
Wek pepûkê ber dîwara man, sinok û bêweş în

Geştîya bayê muxalîf lê ku hat, lenger şika
Mewc û pelên pirr mexawif dor ku lê girt û xuşîn

Tavî yen derda bi serda hat û şev li tarî bû
Leşker ên talan û cerda li bi... more



Abdurrahman_Durre

Sedxwezî


Ewrê azadî ku derket, bayê dilşadî wezî
Kurd û Kurdistan bi serket min bidîta, sedxwezî!

Sedxwezî dîsa bihar û berf û bar û werzeba
Berx û kar û dost û yar û qemt û şar û temezî(*)

Sorgul û daxwaz û naz û bulbul û qumrî û qaz
Çavkil û gerdenfiraz û şeng û şoxên şêkezî

Geşt û seyran û dîlan û reqs û govend û sema
Deşt û zozan û çîyan û kanîyên av ên... more



Abdurrahman_Durre

Çi dibî


Ger ji bax ê te ku ez mêwekî jêkim, çi dibî?
Wer çirax ê te li pêşî xwe ve pê kim, çi dibî?

Çi dibî ger tu bibî ke´be û qudsa dil û can
Ji du ebrûyê te mîhrab ê xwe çêkim, çi dibî?

Çi dibî, ger tu mecala me bidî, hecc û tewaf
«Hecerileswed»ê xala te ku lê kim, çi dibî?

Biskê miskê te li ser perde be, dil secdebe lê
Ruh û canê xwe ku lê mujde ve... more



Abdurrahman_Durre

Cilqên Hov


Min dî: kalek hizhizî; Lê bû şalek bê pizî
Ku-l´dest gopalek rizî; hêrr û hov û kêrr û kovî

Min got kalê ji kova tê? Got: ji kundên hov a
Ez têm ji nava şova, Ku me reşandin lê tov

Min got: gelo çi tovî, ve avitin çi şovî
Li min nêrî bi hovî evî kalê dest bi çov

Gotî: tov ê nîfaq ê, ji Îran û Iraq ê
Ku-b hevdûr a tifaq ê, me kir li we kurdên hov... more



M.Nureddin Yekta

M. Nûreddin Yekta kiye?


Muhammed Nûreddîn Yekta 24ê Adara sala 1957 hatiye dunyayê. Ji çarsaliya xwe ve dest bi xwendina zimanê erebî (olî) kiriye. Sala 1966 an de li gundê wan Xeybiya dibistan hate avakirin û wê salê dest bi dibistana seretî kir. Her wiha bi dibistanê re diçû mizgeftê û dersa erebî jî dixwend.
Piştî dibistana seretî xwendina xwe li medresên Kurdistanê domand. M. N. Yekta havîna sala 1976... more



Abdurrahman_Durre

Ka warê welatê min


Ka warê welatê min û êwirgeh û zozan?
Ka burc û kelatê min û ka Amed û ka Wan?

Sîpan û Bilêcan û Erarat û Şerefdîn
Botan û dil û can û kul û jan û Mem û Zîn

Ew deşt û Newal û kevî û fitl û gerr ê wan
Ew dost û heval û zerîy û yarê dilovan

Ew medrese û suxte û mamuste û seyda
Ew tekke û ew cezbe û ew sofîyê şeyda

Dîwane û derwêş û Mela, şêx û... more



Abdurrahman_Durre

Mi dî xewnek


Mi dî. Xewnek, xwedê xêr kir, ku ’esrek roj li ava bû
Li sûk ê mankerek mêr kir, kerek Tirtopî(1) zava bû

Bi kap ê manker ê girtî, bir a zavakî guh mûçik
Wekî mişk an dipilpiltî, bi hevsr ê vîda-l ba bû

Belê, zava neŞî rad ê(2) li «Sûk ê ma ji tûtûk ê»(3)
Hezan Şêx ê ¢rsad ê, li bûk ê muŞterî ra bû

Hezaran murşîd û raşid, li Sêxzad ê ku bûn talîb
... more



Abdurrahman_Durre

Nan û Toraq û Pîvaz


Ez gundî me, par a min: nan û toraq û pîvaz
Nexwendî me, çar a min: nan û toraq û pîvaz

Kurd im, Kurdistan a min bijî! Ax û av a wî
Îmdad û hewar a min: nan û toraq û pîvaz

Cax û gûlik û karî, merajo û sipîdak
Xur ê derbihar a min: nan û toraq û pîvaz

Keledoş û helîse, gilolîk û hêke rûn
Mehîr û girar a min: nan û toraq û pîvaz

Derd ê savar ê... more



Abdurrahman_Durre

Mevsim bihar bû


Mevsim bihar bû

Mevsim bihar bû, xulînê ava bû
Gul bûka bi xêl î, bilbil zava bû
Wîtîn ên çûka bû, şefeq nû da bû
Xirpînên bûka bû, memik xûda bû
Mikkin û kalîn ê berx û kara bû
Kulpîn û guppîn ê meşka-l´wara bû
Qêrîn ê Quling û Qarîk û Qaz a
Ku-b´dengê dîkar a dabûn awaz a
Ayîk ê dayîka dil a dişotin
Lorîk û gorîka pê ra digotin... more



Abdurrahman_Durre

Çep û Rast


Çend karkerên bê xwedî çûn Awrûpa xebatê
Şêx û malê bê fedî çûn sedeqe û zekatê

Bê însafê bê vijdan, bê heyayê bê namûs
Ku bûn bela serê wan, nîn lê girtin wek kabûs

Dîsa b’dîn û îmanê, bû qeşmerî xapandin
Bi her lêp û pîlanê, pera ji wan civandin

Bi her çiv û her çuvî, ketin dû fend û hîlâ
Gur û keftar û rûvî, bû sîqe sîqên qîlâ

Li ser navê... more


Sayfalar

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.