Abdurrahman_Durre

Bagera zilmê


Li zozanê welatê min, gula azadîyê hiŞk bû
Fîxanê dilkula tê min, kul ê derdê dunê giŞk bû

Zivistan û surr û serma, ku hat lê bagera zulmê
Beg û axayê qeŞmer ma, mela û Şêxê rû riŞk bû

Ne dengê kewrubat an jê, ne bulbul lê bi xulxul tê
Ne Şêr ê burc û latan lê, neyar û mar û dûpiŞk bû

Ne rengê sorgulê dêm a, ne dengê bulbulê lê ma
Ku Seyda yê mejî... more



Abdurrahman_Durre

Bajarê Helebê


Min dî Şoxek nav zirav, li bajar ê Heleb ê
Gotê: kew a belek çav! Got: çi-d´bêjî, « Şin teb ê»(*)

Min got: lêv ên wekî gul, gotî: ew par a bulbul
Min got: sêv ên li paxil, gotî: ziqqûm! Li te bê!

Min got: kulîlkên dêm a, got: hêj ku nû piŞkifîn
Min got: Şemmamên zêm a, go: tu-l wî bê edeb ê!

Min got: ji bo xweda be! got: nabe, nabe, nabe!
Min got:... more



Abdurrahman_Durre

Bêruh hene qalib


Qelbê ku mirî bû,ji nû iŞqa te wî xweŞkir
Mûma vemirî bû, ji nû Şewqa te wî geŞkir

Lêvên teyê yaqutî, ku qûtê dil û canin
Çavên teyê Harûtî, tilisma me bi wanin

Roja ku jibin eqrebê zulfên te bi der bû
Soja wî li dil da, kezebê qul kir û kher bû

Tîr ên ji kevanê brû yên çavê te yên mest
Mîr ên li cîhanê mirî yên wîne, me jî xwest

Tîrek li... more



Abdurrahman_Durre

Bi fermana te me razî


Feqîr im, şah û mîr im! zanî „bo min ka çi daxwazî“
Esîr im, kal û pîr im. Bê debîr im, bê serefrazî

Şehînşahê me bendahî, dizanî; bende çidxwaz in
Ji her tiştî tu agah î, çi pirsî: „bende çidxazî“

Eger pirsa gunahê min li ûqbayê bikî yareb!
dibêjim: „Mîr û Şahê min!, bi fermana te me razî“

Efûkî ger, ewe karê Şehînşaha li benda ha
Nekî, dê ez li... more



Abdurrahman_Durre

Sihrê beyanî


Hinarê rûyê dildarê ji xwîna dil ve xûnî ne
Fizarê jê ku da warê welat, sebr û tebat nî ne

Ji wê xwînê nukulsor e, kewa gozel birindar e
Li zinnar ê herî jor e, „bijî azadî“ ku´d xwîn e

Kewa azadî ya kurd e, ji zinnar ê serefrazî
Bi balava divê firde, ku lê ala me bikşî ne

Ku banga serxwebûnê ye, qibînq wê kewa gozel
Nukulsorê ji xwînê ye, perr û... more



Abdurrahman_Durre

Çi bikim?


Çibkim bi dunê ez ku ewî serwî qeda min
Carek bi tenê hezz nekirî, bose neda min

Çibkim bi biharê gul û gulzarê bihiştê
Piştî ewî yarê ku ji dil pişta xwe da min

Çibkim ku ji bo min hemî dunya be seraser
Talan kirî dijmin ku welat, xwarî keda min

Talan kirî, mal an birî, palan kirî caş an
Bê al kirî, bê hal birî Midya ya Meda min

Çibkim E´bi... more



Abdurrahman_Durre

Kew û rûvî


Ji zozan ê Şûşar ê warê êl a zirrik a
Rûvîk î tê domar ê mûş ê nav a dirrik a

Nav Elman û Badik a Kurd meydan û Zengok ê
Dû keloşk û Qaşik a, sêx a te çok ê

Rû û sumbêl berdide wek sofî yû mirîdan
Tolebaz û gerr dide, tê çirtik û cirîdan

Esl ê xwe winda dike, ew lê dibe Gebozî
Dolab û fenda dike, lê ku-d´keve her poz î

Geh ew dibe Laçekî, geh... more



Abdurrahman_Durre

Şîrîna a Şîrîn


Şiirên te „Mela“! neqş û nemûşên edebî ne
Aheng û cînas û leff û neşrên hunerî ne

Îma û îşarat û kînayat û rumûz in
Îlham û munacat û meqamat û wehî ne

Ahengê seda «qalûbela» bezm a «Elest» in
Reng rengê cûda, dengê wî nexma ezelî ne

Awazê ney û saz ê ji nalîn a welat in
Daxwazê sirr û raz ê ewîn a netewî ne

Ayayatê cemal ê hene, nîşanê... more



Abdurrahman_Durre

Tîrek


Tîrek ku ji çavên di belek, yarê li min da
Fîzar ê me, jê çerxa felek, erş ê bilin da(*)

Ev çendik û çend sale ku jana wî di dil da,
Xwin jê de dimale, dihelî can wekî find a

Herder digerim ez li wê, herdem bi şev û roj
Pirs ê dikerim jê, ku li bajar û gund a

Ez çûme Mehabadê ku lê „Qazî“ bû qazî
Min dî li cîyê bazî ku kûkî ne ji kund a

Yarek... more



Abdurrahman_Durre

Rostemê Zal im


Rostemê Zal im
Birîndarê belek çavên xezala warê Şengal im
Giriftarê xelekdavên li bala dêmê al´al im

Li meyxan serefrazî, meya azadî wê da min
Li meydana serî bazî ku şubhê Rostem ê Zal im

Ji derdê wê bi fîxan im, dinalim, dil kul û jan im
Ji îşqa wê bi dil can im, bi salan gerçî ez kal im

Mela me, ez cuda mame, ji yar û warê dildarê
Felek... more


Sayfalar

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.