Xemgin_Kurdaxi

Xanim


Roja .min tû . dîtî .xanim
Çawa bûm ez nema zanim
Bê hiş ketim wek laş ketim
Divêm rabim nema zanim

Xanim rabe . bêje . canim
Tû çawa bû bi qurbanim
Neraweste . li . devê . derî
Fermû were bi heyranim

Xanim bêje canim . bêje
Derd.. û.. kulan . tû birêje
Evînate ket dilê .. min
Mîna agir . ew dikêşe... more



Hêvîn Hiso

Kobanê


Îro azadî bûye mêvanê te

Û li deşta Miştenûrê dîlanê digerîne....

Tu jî mîna bazê azadiyê Baskên xwe veke

Û hembêza xwe bide ba

bila pêlin azadiyê xwe

li asmanên te bidin.

Bila bablîsoka azadiyê

toz u kilxanê bi ser

dijminên te de bibarîne.

Ez baş dizanim ti yî

kelha berxwedanê

ti yî bîranina Şîlan û Viyanan.

... more



Ebbas Isma'îlî

xweliya reş


Lo kesên çûyî bin xweliya reş!
Hûn îro xweş in an hîn in nexweş?

Hûn îro têr in an hîn in birçî?
Îro têrav in an hîn mane tî?

Niha aram in an hîn ditirsin?
Bûne bextewar an hîn bêbext in?

Dîsa bindest in an bûne jordest!
Giştî yeksan in an bilind û pets?

Jordestên berê niha rûrast in?
An hîn bi we re derew dibêjin?

Ji... more



M.Nureddin Yekta

Duayê Seyda paşpê qebûl dibû


Dema ez li Mersînê bûm ji koçberên Kurdistanê Mela Beşîr carnan dihat buroya min, me hinek derd û xeman jihev re digot. Seyda ji hêla Botan bû, ji welat hatibû derkirin, dewleta tirk gunê wan şewitandibû, seyda ji mecbûrê koçber bûbû hatibî Mersînê. Mal, milk hemî ji dest çûbû, jixwe re erebek destan bidest xistîbû zerzewat difrot. Gelek jî henekvan bû. Dema diket hundur digot bi ereba min... more



M.Nureddin Yekta

Duayê kurd û tirkekî


Çîrokek heye, tim cara di civaka kurd de tê gotin. Pirrê caran li ser çavnebarîyê tê bikar anîn.

Dibên ku kurd ji xwe û cîranên xwe re tim dilxwaz in lê tirk ne wisa ne. Väya jî bi pêkenîkî tînin ziman. Pêkenî ye an jî gotinek ecêb e bila ev jî xwendevan bêjin!..
Dibên ku kurd û tirkek ku her du jî pirr feqîr in, diçin hizûra Xwedê. Dibên
-Ya Rebbî em feqîr in û ji te hinek... more



M.Nureddin Yekta

Deng ji kuva tê te?


Deng ji kuva tê te?

Dibên ku mirovekî hebûye û duheb jî jinên wî hebûne. Jina mezin pirr bê exlaqî dikir û tu huzûrekî nedida mêrik. Mêrik lêxist nebû, birçî hîşt nebû, ji mal qewirand nebû!..

Got qenc ew e ku ez biçim ser ziyaretê û ji wî rica bikim belku ew jî dua bike û Xwedê ruhê jina min ya mezin bistîne û ez ji wê xilas bim.

Rojekî çû ser mezelê şehîd û pirr giriya... more



M.Nureddin Yekta

Te ode xwe li ser çar tekera çêkira


Dema mirov karekî bike an tiştekî çêke, gelek mirov bi karên mirova midaxele dikin. Her kesek aqil dide mirov û rê li ber mirovan winda dikin. Ev çîroka di vî derbarî da hatiye gotin:
Li gundê me mirovekî hebû navê wî Seîd bû. Ku di demekî da libûçîtî kiribû jê re Seîdê libûçî digotin. Bi qasî ku tê bîra min mirovekî gelek zana bû. Lê çavê feqîriyê birije. Ji ber ku feqîr bû gotina wî jî... more



M.Nureddin Yekta

Gelo me çima rêx xwar?


Axa yê gund pirr maldar bû, bi kerî û suriyan pez û dewarên wî, xizmetkar û qewraş, kole û xulamên wî hebûn!
Rojekî ew bi tevî xulamekî xwe va diçin nêçîrê, di ber zevîkî da derbas dibin û dinhêrin ku xwediyê zeviyê hunek rêx li ber zeviya xwe valakiriye. Axa difikire, ji xulamê xwe re dibêje:
-Kuro lawo tu dikarî hinek ji vî rêxa hanê bixwî?
Xulam şaş dimîne û bersiva axê... more



M.Nureddin Yekta

Helbesta Sofiyan


Ji min nepirsin ez kî me
Ez nizanim Şeyx dizane
Ez azad im an bende me
Ez nizanim Şeyx dizane

Min teslîm kirî îradê
Bi qurban kir bav û dadê
Çi bêjim jî kes guh nadê
Ez nizanim Şeyx dizane

Sofîtî tiştek pirr xweş e
Keştiya min wa dimeşe
Li herdu cîhan kî rûreş e
Ez nizanim Şeyx dizane

İnsan çi ye heywan çi ye... more



M.Nureddin Yekta

İnsanların rızası kazanmak mümkün mü?


İnsanların rızası kazanmak mümkün mü? Yaşlı adam oĝluna nasihat ediyordu. „Evladım ne yaparsan yap herkesin rızasını kazanamazsın, o zaman sen en doĝrusunu yap, istiyen razı olsun istiyen olmasın.“
Oĝul buna itiraz etti. „Olmaz baba, ben herkesi razı edebilirim“ dedi,
Baba oĝul tartışması bir türlü durmak nedir bilmedi. Baba örnekler veriyor, hayati tecrübelerini anlatıyordu ama... more


Sayfalar

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…