Xwe ji hêrişkarên Internetê biparizin

Cankurd:

Da ku datayên te di kompiyûtera te de neyin herifandin û bi taybet paş ku evqas Vîrûs bi zûkî belav dibin û hêrişkarên bê wijdan roj bi roj jîrtir û jêhatîtir dibin, ku bi zûkî û rengareng vîrûsan ji me re dişînin, divê mirov hinek gavên xweparistinê bavêje û deriyên ku ba têre tê bigire.
Yek ji wan deriyên, ku hêrişkar pir têre davên ser datayên te û bizavên herifandina wan dikin, Messinger û E-mail e. Nameyek ji kesekî de bo te tê, an wêneyek an jî tenha pirsek, gava tu wê nameyê vedikî, an wê wêneyê dinikilînî, da ji xwe re jêgirtekê bistînî û li ba xwe bi cîh bikî, an jî gava tu bizava bersivdana wê pirsê dikî, yekser hemî E-mailên te bo wî kesî hêrişkar diçin, û pir caran jî ew hêrişkar ji saziyek agahîya dewletekê re karê xwe dike, û bi wê şêweyê datayên te bi zûkî digihin neyarê te, yê ku te her û her xwe jê diparist…Baştirîn çare ewe, ku tu her hefteyekê, bi kêmtirîn carekê, datayên xwe kopî bikî ser dîskên derveyê computera xwe, mîna (UBS) an (External Memory) an jî bi rêya CD-Brenner wan li ser CDyan biparizî. Her car jî du jêgirtan amade bike, gava yek têk çû, ya dî wê hîn sax be… Gava malpera te heye, tu dikanî datayên xwe bike faylekî (rar) an jî (zip) û di malpera xwe de biparizî, lê ji bîra neke, ku berî malpera te tune dibe, tu wan datayan bînê xarê.
Ya dî ewe, ku navên ji te re nenasin, tew tu nexînî lîsteya E-mailên xwe û lîsteya Messingerên xwe, tenha wan kesên tu wan baş nasdikî bike lîsteyek taybet. Wan navên ku te berê xistine lîsteyên xwe, ji wan lîsteyan sîlbike.
Gava kesek E-mailekê bo te dişîne, di serî de baş binêr, ka navê E-mailê rast berê li ba te heye, an jî navekî nêzîk wî ye, jê tîpek an du tîp hatîne guhartin. Bo nimûne: Carcaran ji aliyê hinek hêrişkaran ve nameyin gelek rêk û pêk li ser navê “Hotmail”, “Yahoo” an jî “Microsoft”, bi logoyên wan ên xweşik tên, ji te daxwaza peyva te ya veşartî “Veşartok=Password” dikin, û dibêjine te, heger tu vê peyvê di hefteyekê de bo wan neşînî, wê navê te ji nav “Hotmail” an “Yahoo” rakin. Tu bi lez û bez bo wan veşartoka xwe dişînî, lê tu tew ji bîra dikî, ku gava tu li ba wan bûyî endam, wan di serî de bo te nivîsandine:”Veşartoka xwe nede kesekî, gava kesek bi navê me jî ji te bixwaze, ew ne ji saziya me ye.”
Hinde caran jî, kesek nameyekê li ser vîrûsan bo te dişîne, û ji te dixwaze, ku tu bi rêya wê nameyê bo gelek kesan bişînî, da wan li ser hatina an derketina vîrûsekî nû haydar bikî, lê ew name bi xwe bo te hatiye, ku E-mailên li ba te hene, bo hêrişkar bistîne…Tu bi zûkî wê nameyê bo dostên xwe dişînî, û wilo xwe û dostên xwe dixînî xefk û dava wan hêrişkaran.
Bê guman, hebûna hinek bernameyên dij-Vîrûs (anti-virus) di kompiyûterê te de tiştekî pir başe, lê gava wan bername neyên nûkirin (update), wê hinek virus hebin, ku bê hemdê wan bernameyan dîwarên paristinê li ba te kunbikin, û bi asanî derbasbin nav datayên te. Nûkirina wan bernameyan, an bidestxistina şêweyên baş ji wan, pir caran bi pere ye, divê tu piçekî pere bo paristina kompiyûterê xwe bidî, weku berê xelkê bo paristina pezê xwe segin, ku herdem hişyarin û ji guran natirsin, dikirriyan.
Ev bû bi kurtî hinek azarên kurt û kin di vî warî de, bi wê hîviyê, ku em di hejmarên dî, hîn firehtir li ser vê mijarê rawestin..Bimînin sax û bextewar.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Xwe ji hêrişkarên Internetê biparizin

Cankurd kullanıcısının resmi

Xwe ji hêrişkarên Internetê biparizin

Cankurd kullanıcısının resmi

Xwe ji hêrişkarên Internetê biparizin

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.