Telegram, Komxebat yan Karesat

Komxebat yan Karesat
Bi pêşketina zanist û berfirehtirbûna danûstandina-ji-rîya-dûr hin
nermalav û torên civakî yên internetê hatine bazarê ku roj bi roj
moderntir û berfirehtir dibin û bikaranîna wan jî hêsantir ji berê
dibe.
Telegram jî nermalaveke pir girîng e ku di demeke pir kurt da kariye
bandoreke pir mezin dayne ser bileztirkirina danûstandina date, nûçe û
zaniyarîyan. Telegram di sala 2013an da hatiye danîn û aniha
100,000,000 kes mehane tê da beşdar in, rojane 350,000 kes tê da dibin
endam û rojane 15 milyar peyam jî tê da têne şandin.
Ji 100 milyon bikarhênerên Telegramê, 23 milyon jê ji Îranê ne û ev
yek pir watedar û cihê mitalê ye. Gelo Telegram di xizmeta me da ye
yan em di xizmeta wê da ne! Gelo qazancên wê zêdetir in yan zirarên
jê! Gelo em çawanîya bikaranîna wê dizanin yan na!
Di nav civaka Kurdan da jî bikaranîna Telegramê roj bi roj ber bi
zêdetirbûnê va diçe û pê ra jî pirsgirêkên nû derdikevine holê. Wek
mînak bi çêbûna hin kom û komxebatên pêkhatî ji malbat, dost û nas,
hevalên medrese, zanîngeh, hevkar û hwd, rewşa hevdîtin û danûstandina
berê, pir hatîye guhertin loma jî divê li ser şêwaza bikaranîna vê
nermalavê jî jiber bandorên wê yên erênî û neyênî baş were sekinîn.
Jixwe felsefeya pêkanîna koman, ji berê va jî alîkarîkirina endamên
komê bûye û tê da berçavgirtina karîn, kesayetî û toleransa endaman
pir girîng e naxwe dê encama tevxebata han berewajî armanca komxebatên
normal û standar be.
Gelek komên Hînkarîyê hatine damezrandin ku qaşo armanca wan ya sereke
pêşxistina zimanzanîya endamên komê ye lê mixabin hin kes hene ku tenê
bi armanca êşandina hin kesan, hetikandina wan, êrîşkirina ser wan,
dikevine koman.
Matora pêşxistina civakan, rexneya bêalî û avaker e ku mixabin di
civaka Kurdan da jiber gelek karesatên curbecur ku hatine ser wan, ev
yek bûye sedema dijberîkirin û terora kesayetîya hin kes û aliyên
civakê.
Wek mînak di komekê da behsa helbestên helbestvanên kilasîk Ehmedê
Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Eliyê Herîrî û hwd dibe û hin qaşo
zimanzan, mamoste, xwendevan û Kurdîaxêv wisa dibêjin: Lawo ev ne
Kurdî ye, ev hemû Erebî, Tirkî, Farisî û peyvên bîyanî ne
looooooooo.....
Ji bilî Firdewsî piranîya peyvên helbestên helbestvanên wek Hafizi
,Mewlewî, Seidî, Ettar û hwd, ji sedî 90 bi Erebî ne lê em di tu dera
dunyayê da Erebekî/ê nabînin ku bêje ev helbest Erebî ne û em tu
Farsekî/ê jî li tu dera cîhanê da nabînin ku bêje helbestên han Erebî
ne.
Piranîya Farisan şanazîyê pê dikin û pê serbilindin jî. Di refa hemû
malên Farisan da Dîwana Hafiz heye û pê fehl jî digirin.
Paqijkirina peyvên bîyanî ji her zimanekî heya astekê dikare were
pêkanîn û jê ra demeke dirêj jî pêwîst e. Ev yek dibe bi sîstemeke
zanistî, bi rîya rêxistineke pêwendîdar were cîbecîkirin nek bi kêfa
dilê hinikan û bi şêwazeke berteng û nezanistî.
Meseleya bandora zimanê Erebî liser zimanên din jixwe eşkere ye,
mesele ol e û hew. Wek mînak gelê Misrê ku xwedîyê rênivîs, ferheng,
ziman û olên taybet, kevnar û dîrokî bûn, bi hatina îslamîyetê helîyan
û bi temamî bûn Ereb..........
Fars û Tirk jî peyvên Erebî xistin nav zimanê xwe û ji sedî 70-80 wê
kirin Erebî. Aniha eger tu peyv, bêje û navên Erebî ji Farisî û Tirkî
derxînî, tiştek bi navê ziman jê namîne........
Fars û Tirk, vaye hezar sal in ku xwedî dewlet û îmkanên aborî ne û
rewşa zimanê wan ev e, gelo Kurdîya ku dilê tu dewletekê pê ra
neşewitîye çawa zindî maye û gihîştîye ber destê me! Kal û bavên me bi
hezaran berhemên devkî yên wek kilam, istiran, çîrok, qewlik, metelok,
gotinên pêşîyan, dua, nifir û hwd wê dewlemend kirine û pêşkêşî me
kirine, gelo rewa ye ku em wan tawanbar bikin, bajone ser wan û keda
wanî hezar salî têxine ber gumanan!
Hemû zimanên dunyayê ji hevodin peyv sandine û peyv jî dane hev wek
mînak peyvên İngilîsî, Almanî, Firansî û Îtalî ji sedî 50-60 mîna hev
in û tenê şêwaza bilêvkirina wan bi hev ra hinek ferq dike. Tu
pirsgirêka wan bi vê yekê ra tune ye û tirana xwe jî pê nakin.
Navê Erebê Şemo jixwe ne Kurdî ye lê ew yekem romannivîsê Kurda
ye.....Cegerxwînê Hesarî, jixwe Melle bûye û di xizmeta îslamîyetê da
bûye lê paşê pê hesyaye ku xêra îslamê ji Kurdan ra tune bûye û virha
jî nabe loma destbi xebata Kurdî kirîye û berhemên nuwaze û giranbuha
yên Kurdî xuliqandîye. Gelo eger di berhemên wî da hin peyvên Erebî,
Farisî û Tirkî hebin, destûra me heye ku em kesayetîya wî xera bikin!
Jixwe şaşî di her berhemekê da yê hebe lê ev yek nikare bibe sedema
hetikandinê wek mînak Mehmed Ûzûn ku wek bavê romanê modern a Kurdî tê
naskirin di romanên xwe da ji peyvên Erebî-Farisî-Tirkî yên hevwate
istifade kirîye ku hejmara wan jî bi rastî gelek in. Gelo eger ew jî
wek hinikan berteng bifikirya, di roja îro da em dikaribûn bibin
xwedîyê romanên modern!

Gelikan dibêjin şaşîyên Alfabeya Celadet Bedirxan, gelek in lê dema tu
ji wan dipirsî: te jibo rakirina wan şaşîyan çi kirîye, ew dibêjin:
qet, emê çima bikin! Gelo em hatine dunyayê ku tenê alîyên neyênî
bibînin û bajone ser xelkê!
Di civak û komên civakî da eger bingeh li ser serrastkirin û
pêşxistinê nebe û hin kesên nexweş bikaribin bajone ser kesayetîya
xelk û endaman, hingî civak û komên civakî, ji hev bela dibin û yek
yek tên qewirandin. Dilê wan dimîne, kerb, kîn û nefret çêdibe û ew ji
civaka xwe tên veqetandin.
Handan û teşwîqkirina endaman, dikare encamên pir baş û erênî li pey
xwe bîne wek mînak Cegerxwîn helbestekê dinivîse û dibe cem Celadet
Bedirxan û dîtina wî dixwaze, Celadet piştî xwendina helbestê, wisa
pesna Cegerxwînê Hesarî dide ku encam dibe CEGERXWÎN...........
Werhesil eger torên civakî yên internetê baş neyên bikaranîn, hingî
Komxebat dikare bibe Bobelat û karesateke bêdeng lê bibandor û
wêranker.
Komxebat: Team Work
Edo Makûyî
Payîza 2016
Têhran

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Nivîsar

Ji kerema xwe hinek bifkirin

Michael Faraday(1821), elektrîsîteyê ixtira kir û Edison(1880)jî Lampê

Ku šêx bi Ronahîya wê here ser Minber û kursîya wez'ê....