Pêşpirtika (VE) di Kurdî de

Cankurd

Li herêma Behdînan, ev pêşpirtik, wekî paşpirtikê di gelek waran de bi kar tê, wekî (hate ve), lê ew niha ne mijara me ye. Mijara me ewe, ku (ve) wekî pêşpirtik, ji me Kurmancan re, çi bi xwe re tîne. Ka em li van peyv û pevekan binêrin:

• -Ez bi gokê (lîstim) û pêyê min ê rastê (velîst): Di vir de lîstin bûye velîstin û wateyeke dî hatiye: Min Pêyê xwe bi çewtî avêt, ew êşiya, û dibe ji cîh çûye, bêguman ew velîstiye. Velistin pileyek ji şikestinê asantir e, mirov paş rojekê an kêmtir dikare dîsa lingêd xwe bi kar bîne, hema şikestin zor giran û bi êş e, gelek roj pêwîstin, heta mirov lingê xwe dîsa bi kar bîne, pêşpirtika (ve) wateya peyvê guhart.

-Min mafê destê wî (da), wî jî bin darên min (veda):
Pîşka (Da) ku jê (Dayîn) hatiye (Ji ber ku di pêdabûna zimên de peyvên yekdengî bêtir bûn), û Yekdenî ye, wateyeke dî dide, lê (veda) û vedan xudan wateyeke dî ye, wekî paqijkirina bin darê û dûzkirina axê di bin de. Lê carina jî bi wateya lêvegerandinê jî tê, wekî: Newalê zinarî, teng û kûr deng li min veda.
-Em bi hev re di (rêyekê) de bûn, li dawiyê em ji hev (verê) bûn: Wateya (rê) naskirî ye, wekî: Rêk, rêg, rah, hema (verê)bûn, bi wateya em ji hev cihê bûn, di siyasetê de gelek Kurd li cîhê (Verêbûn) peyva Erebî (Inşîqaq) bi kar tînin.
-Ewan tev bi hev re diçûn (dizîyê) , lê rêhevalekî wan xwe ji ber wan (vedizî) û reviya. Li vir (dizîn an jî dizkarî) bi wateya tiştê mirovin dî li gel xwe bê zanîna wan bibe, lê belê (vedizîn) bi wateya (xwe ji ber wan veşartin) di vir de hatiye.
- Me gelek dengêd xwe bilind (kirin), hetanî wan dergah li me (vekirin): Li vir e cudahiyê di nêv peyva (Kirin) û (Vekirin) de baş dibînin û dizanin, ku wateyêd wan ji hev cihê ne.
- Homêr û Nazo, gelek (geriyan) û pir dereng (vegeriyan) malê: Li vir dîsa, wekî li xalên berê jî, ger û geryan cuda ne ji vegerê.
- Me hindirê malê (dimalt), ew jî hat û ser zendên xwe (vemalt): Em dibînin ku (maltin) û (vemaltin) bi wateyên ne wek hevin di pevekê.
-Em ji nav zeviyan der (ketin), me dît ji aliyekî ve agir (vêketin): Li vir jî (ketin) û (vêketin) ji hev ciyawaz in.
Lê em dibînin, ku van peyvên em li ser radiwestin, tev (pîşk) in, ji bo pîşk jî 3 dem hene, berê, niha û li pêş. (Ve) li gel navan nehatiye, tenha li gel pîşk e.
Vedigere, Vedike, Vedide, Vedilîze… Em ji van nimûneyan dinasin, ku pêkara an aceta dema niho (di) dikeve navbera pêşpirtikê û pîşkê. Lê li hin deran û deveran ji Kurdistanê, (di) di seriyê peyvê de dimîne, wilo jî lêvkirina peyvê girantir dibe.
Wilo jî pêkara (di), ku bi pîşkê niho re tê, dikeve navbera pêşpirtikên dî û pîşkan jî, Wekî: Lêdikeve, lêdigere, lêdiçe, lêdimîne, lêdibe…
Wekî: Jêdike, jêdibe, jêdikeve, jêdigere, jêdimîne, jêdireve…
Wekî: Pêdikeve, pêdixîne, pêdipêçe, pêdikene, pêdigere…
Wilo çembera zimanî bi pêşpirtikan firehtir û asantir dibe, û ji wan jî pêşpirtika (VE),
Ji comerdiya xwe çewtiyên, ku bi ber çavên we dikevin ji me re bibêjin an binivîsin. Bila hûn di xêra Xwedê de bin.

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

Pêşpirtika (VE) di Kurdî de

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.