Mirina camêrekî Kurd:

Zenga PKK, ku ji roja girtina serokê wê de, tew armancên neteweya Kurd nema ji xwe re dike armanc, gihaye nêv bashûrê Kurdistanê, ne tenha li Qendîl û Shengalê, eve jî ciyê metirsiyê ye, ji ber ku ev partî, ji zû ve li gel Begdadê kar dike, û di destên gelek partî û kesan de belge hene, li ser hevkariya PKK û sîstema Sedam Husên ê xûnrêj. Li gel Begdadê demekê têkilî hatin birrîn. lê niha dîsa hene û gelek çek û pare jî di mijarê de hene, ewana nema dikanin van livên xwe bipeçinin. Hema ewana ji berê fêrtir bûne, wan têkiliyan bi navê xwe nakin, bi navê hinek kes û komikan li Shengalê dikin, û mixabin hinde partiyên ber bi Tehranê ve, çavêd xwe digirin, merem ev livîna PKK dij bi PDK û serokatiya wê ye, tevî ku wek dibêjin (Roja gayê sipî hatiye xwardin, ez jî hatîme xwardin).
Wekî PKK li rojavayê Kurdistanê jî di bin navê YPG û HSD de kar dike û êdî bi xuyanî û ashkere li gel Baasiyan û sîstema hêminî ya Esed kardike, kantonan wekî armanca xwe dide diyarkirin, ew bizava xwe dike, ku Shengalê bike kantoneke negirêdayî Kurdistanê, eve jî destpêka wêrankirineke mezin e di dûroka gelê me de. Divê tevgera Kurdhez û kurdistanî bi hemî hêz û kanîna xwe, li hember vê neyartiyê raweste. Eger PKK di van bizavan de bi ser keve, pasheroja Kurdistanê dibe tarî û tunebûn. Ev hêrisheke ji ya neyarên gelê me girantir e, ji ber ku PKK va pilana xwe an ya pishtevanên xwe, bi hêza keç û lawanên Kurd fedekar û dilsoz dike û bi rê ve dibe.
Mixabin, ta niha yek belavokeke hevpar ji aliyê teviya tevgera gelê me ve, li dij van kefteleftên nedirist, derneketiye. Ta niha kadroyên PKK di nêv gelek bajêrên Kurdistanê re digerin û di mediya kurdistanî de jî bi tevgera kurdî dikenin.
Wekî ez dizanim, histobariya parastina Shengalê an azadkirina Qendîlê, ne tenha histobariya PDK ye, hevparê wê di deselatê de (YNK) bo çî helwêsta xwe di vê yekê de zelaltir nake?
Li rojavayê Kurdistanê, PYD, ya ku ala ya wê wekî ya Turkmenistanê ye, gavin gelek mezin di cudakirina rojavayê Kurdistanê de û ji bo dabeshkirina wê, bi navê kantonan avêtine, bi ser ve jî bi va siyaseta xwe bûye egera valakirina gund û bajêran ji xortên Kurd û jiyana nishtevanan xistiye rewsheke gelek dijwar, dixwaze niha rê bigire li ber hatina Kurdên ne li gel siyaseta wê nêv mal û zevî û dêrînên xwe, û eger di vê de jî bi ser keve, wê Baasî û neyarên Kurdan rojavayê Kurdistanê bistînin û wê armanca serokê PKK bi cîh bê, ku di dema xwe de gotibû, ew hatiye Sûriyê, ku Kurdan vegerîne nishtê wan Türkiye. (Binêr: Pirtûka 7 roj li gel Apo, ya rojnamevanê Ereb, Nebîl Elmulhêm)
Rojekê bê, eger partiyên bashûrê Kurdistanê wilo van salixan pashguh bikin, wekî niha dikin, wê li fîrgehên Dihok, Sueymanî û Hewlêr, ji aliyê Asayîshên PKK ve bite kontrolkirin, ka kesên dij bi siyaseta kantonkirina Qendîl û Shengalê, dikarin vegerin Kurdistanê an ne….
Bi hîviya hoshyarkirina gel û serokatiyên partiyên me, berî ku lehiya neyaran kona me ya hêja dide ber xwe, bi xwe re dibe.
Hûn bimînin di xêra Xwedê de

Mirina camêrekî Kurd:

"Ew di xew de bû, li gundekî ji gundên bakurê Swêd. Ji nishka ve dengekî wekî yê bizinekê hate guhên wî, ji xwe re got:"Qey bizina xudanê karê min ketiye nav zeviyê rexmalan û wan jî kevirek avêtine bizinê lew re ew qîjinî hat." Xew çû.
Rabû di nêv ciyan de rûnisht, çavekî xwe li hindir maxa sar gerand, û yê dî jî girtî hêsht. dît ku jineka Kurd e.
Gote wê: çi bûye, xangê? Te ez ji xew rakirim, min got qey tu bizinekî!
Wê bi hêrs gotê: "Heval, tu hîn razayî?"
"Herê, Karê min tune ku.!"
"Ma te nebihîstî? Navê te yê leshkeriyê hatiye. Heval divê tu îro biçî Mala Kurdan, ku te firê bikin, bo leshkeriyê."
"Ma tu ji min dixwazî, ez biçim ji malbata Esed re bibim Esker?"
Jinik keniya û got:"Na, heval na. Heval te dixwazin, ji ber ku ji wan re hinek çekdarin din pêwîstin, da karwanê Mazotê di nêv komara demokrat re biparizin."
"Xaka minê, qey dîsa DAISH avêtiye ser komara me?"
"Na, heval, na...Gel êdî hêrish ser karawanê Mazotê dike, û ew ne ji bo gel e, ew ji bo dewletê ye."
Kurdê me têgiha ew hevala xwîngerm çi divê. Keserek kûr kishand, seriyê xwe dîsa danî ser balifê xwe û careke dî ranebû.
05.02.2017

Social