Li Ser Xudê

Li ser Xudê
Bi gotina Prodon, Xudê šeytan e. Xudê bijehrtirîn, pîstirîn kelîme, xirabtirîn derew, kesayetîya herî kujer, mezintirîn sembola valahîya bešer, rûttirîn tecelîya jixwebîyanîbûna meriv û herî dawî šerûttirîn tecessuma civakî çînçîn e.
Me bixwe šerûtbûnê xuliqandîye. Ew Xudê ye. Tu rezaletek, mezintir ji fermanberî nîne û tu himaqetek mezintir ji fermanberî ji kesek nîne ku tevehhum û xeyalek vala ye li hiš û bîra te. Fermanberî te dike pêlîstokek ku destê te bi tilîyên vîna kesên din girêdide. Xudê Pêlistankçêkerek e ku berewajî mirovan nikare tištek ji xwe mezintir çêbike. Erbabên me vala ne û ji valahîya xwe valatirîn wateyan çêkirine: Xudê.
Xudê, bav û erbab, hersêk jî wêneya cîyawaz ya dêwekî ne ku tu li hember wî çok dayndidî û dewa lêborînê lê dikî çimkî nizanî ew kînga dilovan e, kînga hêrs e, kînga hîkmeta wî ye, kînga bereketa wî ye, kînga bazresê baš tê, kînga ya nebaš, kînga dema mirina te ye û kînga dema mirina cînara te ye. Her gav û li her derê formûl yek e û šîret jî heman ya berê ye: çok dayne û li benda lêborîne be.......
Xwîn cewherek e ku dîrokê pê nivîsîne. Werin em jibo giš kesên ku goštê wan hatîye birrîn, hestîyên wan hatîye rizîn, xwîna wan jixwe hatîye rijandin û xwûdana wan zuha bûye, bêrehm bin.
Oldar, zambîyên ku ji dergûšê rabûne ne nek ji gorê. Divê ji dinê, šêtistanek çêbibe ku tenê šifadîtîyên olî, ji vê ufûneta aqil, xelas bibin. Gerek em wisa bikin ku arzûya wan nek rizgarbûn belke xilasbûn ji šêtxaneya me be. Xwezî mejî jî wek me'ide baya û dema ku tištek bêhûde bidanêda, verešyaya. Xwezî bawerkirina dîtinan jî qe ne bi qasî dema hezmkirina nan, wext jê ra lazim ba. Xwezî aqil jî wek xwîn, zerfîyeta wê ya tehemulkirina bertešeyan sînordar ba. Hingî ne mumkin bû ku kesek li televizyonê binêre û nebihece. Ne mumkin bû ku kesek here ber minber û šîretên oldaran rûnê û jehrî nebe. Xudê bijehrtirîn xwerekê mejî ye.
Meriv, tenê xweyîkerê hiš û aqil e, jibilî vê yekê, tu erdîša wê ya din tine ye. Li gor xwezayê, hêza welidandin û xweyîkirina bizarên wê, pir pir kêm û lawaz e. Ev meymûna mihacir ku nedîyar e ka çawa êgir kešf kirîye, ev xulqînerê pevšabûna giš demsalan, di qaliba kiryarek medenî, heywanek wisa ku hevcinsê xwe dikuje, nabe ku yên wek xwe berhem bîne belke gerek yên ne wekxwe biwelidîne. Ew gerek tištek din bizê, merivek bi hišê nû, merivek ku xulamê civaka çînçîn nebe.....

Emîn Qezayî
Edoyê BêXwedîBêXudêBîXud

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.