KERÎSTAN

Ez pisporê keran im. Ez zanim bê dîrok, çand û zimanê keran çawa ye. Min ev pisporî ji bav û kalan stendiye. Lewra pêşîyên me gelek ker dîtine. Ji bo lêkolîn û lêgerîna wan edebiyateke pir dewlemend heye. Ku ne ker be hema kî be piçikî dênê xwe bide wan, wê ji wan fêm bike.

Herdem dijminek heye û tu ji bo me pêre şer dikî, lê hêza te nagihê dijmin. Tu diçî û tê şiqaman li min dixî. Bi kurtayî em bibêjin tu nikarî bi kerê tu diçî kurtên. Tu karî bi me tenê, ma em çi bikin qey siûda me wisa ye. Kerê no ji xwediyan re dizire ma em çi bikin. Tiştek di me de nema. Em belengazbûn ji ber talan û şeran. Welat bûye şerîstan. Erd beyar e, bezirgan rahiştiye peran û çûye. Hew xema me ye ev rewş, em elimîne. Lewra kerê mirî ji gur natirse. Ma hîna wê çi bê serê me. Yê ku dest bi xebateke netewî dike pêşî me dikuje. Yê ku dibêje ezê welat xelas bikim pêşî welat xerab dike. Pêşî herkes dibêje em bêxwedî ne û dibin xwediyê me; lê barê xwedîtiyê giran e û ji ber ku ker e dibe namzetê vî karî. Îcar ev nebes e, hinek emirqut jî li ser mirina me aboriya xwe dikin. Herdem li kerê mirî digerin ku nalan jê bikin.

Mirov ker be yên ku kurtên lê bikin zahf in. Ku te got ez fedayê te me, yên ku çekan bidin te zahf in. Ku aqlê te ji kîsî xelkê be yên ku te bi kuştinkirin bidin zahf in. Hingî tu ker î, tu herdem têk diçî lê dîsa jî bi heman rêyê dixwazî bigihê mebesta xwe. Bi heman rêbazê mirov nagihê encameke cûda, heşî keran tu ker î !

Ku rêzanê deweyê ker be wê halê me wiha be. Min digot qey em xwediyê vî welatî ne. Kê bîra me dibir ku em ji vir bar bikin. Em nizanin bê serê me li ser çi balgehî ye. Nahêlin ku em bar jî bikin. Em qurbanê dozake zarokî. Em xulamê hişê bêhiş. Mecbûrî ramaneke “çi hat ber kirî” Ma em ji vê rewşa xwe re çi bibêjin: Mala li kerekê her roj li derekê.

Dev ji xwe biqere, ker nikare şerê hirçê bike. Tu ji şer fêm nakî; lewra şer xefik e. Te dipesinînin, te dahf didin. Ji bîr neke kera ehmeq ber bi guran ve dizire. Em xwediyê hev in, em li ber te dikevin bi xwe nelîze. Ku ker kete heriyê ji xwedî bezatir kes tine ye; lê ez zanim ti hêvî jî di te de nîne, ne mervantîya te ne hevaltîya te heye. Tu ji ku ji edeta dinyayê fêm dikî ! Gotin: ‘Kero dehşikek ji te re çê bû Got: ‘Êmê min kêm bû û barê min zêde bû’

Hi ihi yabo ! wê kî vî bajarî ji nûvde ava bike? Ne ker li garanê ne pirsiyar li gavanê ye.Dîwar qulqulkî, xanî ketî, çarşî xerabe…Ne ker tê ber bar ne bar diçe ber kerê. De were û ji nav derkeve !

Ma çi ji hevaltiya keran derdikeve lo ! Ker diçin bal keran û ji hevdû dielimin fis û tira. Ku diçin dibistanê jî tu çiqasî ji wan re dibêje nakeve serê wan an jî zû jibîr dikin. Ker heft avjeniya dizane, dema diçe ber avê hemûyan ji bîr dike.

Ez zanim, te gelek êş kişand. Îdare bike heta ev zivistan derbas bibe. Hindik ma vaye wê sibat jî derbas bibe. Wê aşitî bê van çiyayan, tuyê têra xwe bigere. Kero nemir bihar hat, pîrê nemir qîvar hat. Herdem wisa nabe helbet rojên baş li pêşiya me ne. Xwe bigir, kero nemir heta qîvar şînbê. Ez ji mecbûrî hêviyê didim te, dûrî keran tu ker î.Bisekine, li bende be, pîrê nemire bihar tê, kero nemire qîvar tê.

Qedrê gulê çi zane; kelbeş divê kerê reş. Tu ji ku ji xweşikiyê fêm dikî ! tu karî gulan bixwe. Gotin: "Kero were em te bibin bihiştê." Got: "Ma givzonek li wir heye?" Em dibêjin li Cinnetê şînkayî heye, tu dibêjî wê heywanê me xenê bibin. Tu ji ku ji bajarvaniyê fêm dikî! tevgera te li ser xerakirina şarîstanîyê ava bûye. Heqê te ku tu her dem li gundekî be û di axoyekê de be. Azadiya te fermana me ye, serbestiya te qîrkirina me ye. Tu kereke bêterî yî, tu ji ku ji çanda gundan fêm dikî ! Tu nifşeke nû yî, heqê te ku me te di bin kavilên welat de dîtiba û tu bû ba delîlek dîroka keran.

Wilo li keran nenerin kuro, ker bi kerîtiya xwe nakeve ava kûr. Hinek kerên bêterî hene derzê ji tiştekî nastînin; lê ker ker e dîsa jî du caran nakeve nav heriyê. Bi kurtayî, ker ji debengan çêtir e. Ez ji te re dibêjim kero! Ne tu nizanî bê tu ker î jî. Ez çiqasî bêjim bêfê de ye. Çira ji koran re def ji keran re bêfêde ye.

Social