Gotarên olî - Stûnên baweriyê di Îslamê de – (1)

Cankurd
July 22, 2010
Pêşekî berxwedarî bo Xwedê ye, em berxwedariya wî dikin, piştvaniyê ji wî dixwazin, lêborîn û bexşînê ji wî dikin, li wî vedigerin, û xwe bi wî ji neqencî û bedkariyên xwe diparizin. Ewê Xwedê bîne ser rêya rast, kesek nikane wî jê vegerîne, û ewê Xwedê wî ji rê derîne, kesek nikane wî bîne ser rêya rast…û ez dîdariyê dikim, ku Ji Xwedê pêve çi xwedê dî nînin, ew bi tenê xwe ye, bê hevpar e, û ez dîdariyê dikim, ku Muhemmed evd û pêxemberê wî ye…
Yek ji egerên pêdabûna rêgahên terror a xûnrêj û tengmejiya siyasî-olî, wekî pêdabûna rêgahên sofîtiya ku basikên neteweya îslamî, bi sedan sal, şikandibû, belavbûna baweriyên çewt û ne diristin di nav civatê de, û derketina gelek kesên ku xwe wekî zanayên olî didine xuyakirin, bi cil û rîhên xwe dikanin gelê nezanan bixapînin, û ji xwe re li ser milên hinek kesên wekî xwe peyrewiyê pêda bikin û roj bi roj xwe di nav gel de wekî rêber û olnasên mezin bidin pejirandin. Êdî ewana çi dibêjin dibe “Fetwa” û kî bi wê fetwayê neke, ji xêza rastîn a Îslamê derketiye, ew wekî “Murted”–bi wateya: ji ser olê vegeriyayî- têye dîtin, û ew ji civatê têye bi dûrxistin, ji bereketa “Şêx” têye bêparkirin, û nema kes silavê jî li wî dike…Carina jî ên wilo ji rê derçûne tên kuştin, tevî ku di Îslamê de bingeha serekîn a bawerkirinê: Azadî ye. Ewê bawer kir ji xwe re bawer dike, ewê bawer nekir li ser ya xwe dimîne, û tenha Xwedê ”Ellah” Roja Rabûn û Civanê dikane mirov li ser baweriya wî bide ber dadgeha xwe û ji bipirse, ka ji bo çi wî wilo bawer kir, û wilo bawer nekir. Mafê kesekî dî ji Xwedê pê ve di tawanbarkirinê de nîne. Hema mafê çi mirovekî jî nîne, ku xelkê ji ser baweriya bi tenahiya Xwedê vegerîne,zorê li kesekî bike, ku bi Xwedê tea’la bawer neke, çi ew kesê bawermend ji malbata wî be û çi ji derveyî malbat û nasên wî be. Mirov di bawerkirinê de azad e, û ewê ola xwe biguhêre li gor dîtina hinek zanayên Quranê nayin kuştin, yek ji wan zanayan jî, Prof. Dr. Mihemmed Salêh Gaborî ye, ku dibîne ev zorkirin û tawanbarkirin tersî wê azadiyê ye, ya ku Quran bo mirov misoger kiriye, û ew mafê jêpirsînê li ser bawerkirin û nebawerkirinê tenha mafekî Xwedayî ye.
Baweriya Îslamî: Ewe ku mirov ji dil de, û bê hîç gumanekêm bi Xwedê tea’la, bi melaîketên wî, bi pêxemberên wî, bi Roja Rabûnê, bi Qederê, çi xêr û çi nexêr ên wê bawer bike, ku tev ji aliyê Xwedê ve tên…
Jêdera baweriyê: Pirtûka Xwedê (Qurana pîroz) e, (Sunnet) a rast a pêxember e – Selewat û silav lê bên – û (Yakrayî) ya “Îcmaa’” Selefên qencin.
Bo vê yekê, pêwîste em du peyvan bidin nasîn: Sunnet û Selef.
Ji bo nasdana “Sunnetê” ji aliyê zimanî ve, di nav zanayên olê yên berê de, hinek ciyawaziyên piçûk hene, hema giş di wê nasînê de yekrayin, ku mebest ji “Sunnetê” rêveçûna jinni, bawerî û rêgah a “Terîqeta” cenabê pêxember e – Selewat û silav lê bin -. Ev hedîtha wî vê yekê baştir dide xuyakirin:
((Kî di Îslamê de Sunneteke baş pêda bike û piştî wî bi wê bite karkirin, ji wî re nirxê wê wekî heme kesên bi wê kar bikin têye hejmartin, tiştek jê kêm nabe, û kî di Îslamê de sunneteke nebaş pêda bike û piştî wî bi wê bite karkirin, wê gunahê wê ji wî re bite hejmartin, wekî gunahên wan kesên ku pê kar bikin, tiştek jê kêm nabe.)) [Muslim derxistiye]
Sunneta pêxember – Selewat û silav lê bin – heme gotin û kirinên rojane yên cenabê wî ne, ji Qurana pîroz pê ve, çi berî dahatina “Weh’yê” û çi di pey re, bi ser ve jî şêweyên rabûn û rûniştinên wî di her warekî de, biryarkirin û pejirandinên wî yên bi erêkirina devkî an jî bêpeyivîn, û tersî wê yekê jî, heme nepejirandinên wî bi neykirina devkî an jî bêpeyivîn.
Li ser karkirinê bi gotin û fermanên pêxemberî, Ebo Hureyre, Evdirehman kurê Sexir, Xwedê jê razî be, got: Min bihîst ku pêxemberê Xwedê – Selewat û silav lê bin – dibêje: ((Ewê min ji we re gotiye nekin, xwe jê biparizin, û ewê min ji we xwestiye hûn bikin, hûn çi kanin jê bi cîh bînin wê bikin. Ewên berî we tenha ji ber pir pirsîn û nelihevhatin ên li ser pêxemberên xwe têkçûn.))[Buxarî û Muslim derxistine]
Ji ber vê yekê, Ehlê ‘xelkê’ Sunnet û Cemae‘tê wan kes in, ên ku li ser rêgaha pêxemberî ne, û bi “Cemae’tê” hatîne naskirin, ji ber ku ewana li ser rêya rast, rêya “heqq” in, di olê de ji hev cihê nebûne, li ser pêşengên olî yekray in, dijî rêgahên wan neçûne, û li ser wê rêyê ne, ku “Selef” ên qenc li ser bûn. Hinek jî wan bi “Ehlê Hedîth” an “Ehlê Ether” an jî bi “Ehlê Etbaa‘“ navdikin, û hinde caran jî bi “Tayîfeya Mensore” (ên serkeftî) û bi “Elfîrqe Ennaciye” (Desteya rizgarkirî) tên nasîn.
Selef: Wan rêheval û peyrewên qenc ên pêşîn in, yên ku di demên pêxember – Selewat û silav lê bin – û her çar paşengên wî yên rênas de (Ebo Bekir, Omer Bin Elxettab, Osman Bin Effan û Elî Bin Ebî Talêb) jiyane û li ser rêgaha pêxemberî mane, jê derneketine, û wan hemî Îmam û rêbaznasên, ku di sîngê dema belavbûna Îslama rast û dirist de, li gor Qurana pîroz û Sunneta pêxemberî jiyane û kar kirine.
Pêxemberê Xwedê – Selewat û silav lê bin – teviya bingeh û hemî stûnên ola Îslamê ji neteweya xwe re, hîn di dema jîna xwe de, xuyakirine, û ji ber vê yekê, kesek nikane tiştekî bide ser an jî jê kêm bike, û bibêje ku ewê wî pêda kiriye, ji bingeh û stûnên ola Îslamê ye.
Nabe mirovek bi kiryarên xwe, an jî bi gotinên xwe dij bi metnekî diyar ji metnên Qurana pîroz û dij bi kiryarekê ji kiryarên pêxemberî derkeve û ewê ku dibêje an dike, çi Îmam û çi Şêx dibe bila be, wekî baweriya Îslamê bide pejirandin. Ewên ku dibêjin:”-Ewliya yên me hatîne nameya pêxember - Selewat û silav lê bin -, ku Îslam e, bigihînin serî û teva bikin”, ewana dij bi metnê Qurana pîroz derdikevin, ew metnê ku li ser zimanê pêxember - Selewat û silav lê bin – dibêje: ((Îro, min ji we re ola we gihand serî, û min nîîmetê xwe bo we teva kir, û ez ji we re bi Îslamê wek olekê razî bûm.))[Sûreta Elmaîde, Ayet 5]
Mixabin, hinek zanayên (Çûyana Şîee’) dibêjine ku pêxemberê Xwedê – Selewat û silav lê bin – avahiya xwe negihan serî, û Îmamên wan hatîne, ku wê lêkirinê teva bikin. Eve jî tersî ayeta Qurana pîroz e, ku me niha aniye zimên. Eve jî îro dibe egera gelek tevliheviyên mezin, di jîna civet û gelên musilman de.
Destdanîn li ber hemî fermanên Xwedayî û pejirandina, bê neykirin, Îslam e. Hinek jî ji zanayan dibînin ku wê hîn baştir be, ku mirovê bawermend di peyîn û axiftinên xwe de wanpeyv û pevekên rêbazî yên naskirî bi kar bîne, da ew nekeve çewtiyan. Dibe ku wan peyv û pevekên bo nûjenkirina hinek tiştan ne baş dicîhê xwe yê rêbazî de bin, û wilo mirov bikeve nav gunahan, bê ku mebesta wî tiştekî wilo be.
Hişê dirist wê her li gor rêbaza dirist be, di navbera “E’qil” û “Neqil” de, di navbera hişê mirov û metnên rast ên Quran û Sunnetê de ciyawazî çênabe. Pirtûkeka Şeyxulîslam Ibin Teymiye yê Heranî li ser vê yekê heye, ku nave wê wilo ye (E’demû tea’rudd Ele’qil wenneqil) bi wateya ku hiş û nivîsa rêbazê li hev nakevin, qewxî di navbera wan de pêda nabe, hema Mamhosteyê zana Prof. Dr. Gaborî dibêje ku Şeyxulîslam Ibin Teymiye di vê yekê de çewt çûye, ji ber ku hinek tiştên Quranê hene, wekî ji dayîkbûna hezretî Îsa kurê Meryemê -Silav lê bin – bê ku bavekî wî hebe, an jî mijara Îsrai û Mî’racê, tew nakevin mejiyê mirov, hema mirovê bawermend bi wan bûyeran bawer e, ji ber ku baweriya wî hem bi diristbûna gotina pêxemberî li ser wê bûyerê heye û hem jî ew bawere ku Qurana pîroz ji aliyê Xwedê tea’la ve dahatiye, ne nivîseke mirovî ye, bûyera Îsra û Mî’racê jî di Qurana pîroz hatiye. Di vir de “Eqil” û “Neqil” li orta hev dikevin. Ji mirov bawermend ditê xwestin, di qewxiyeke wilo de, ew “Neqil” bide pêş, ji ber ku ew rast û dirist e, û dibe ku hişê mirovî tênagihe her tiştekî derveyî cîhana wî ya berbiçavkirî, ku pareke piçûk e ji pêdakiriyên Xwedayî.
Divê mirovê bawermend wan şêwepeyvan bi kar bîne, ku di rêbazê “Şarîe’tê” de berê bi kar hatîne, û heta dikane xwe ji şêwepeyvên pêdakirî, ku ciyên yên rêbazî nikanin bigir, bidûrxîne, da kêmtir di çewtî û şaşiyan keve.
Ji stûnên baweriya mirovê Musilman e, ku bi bêşaşîtiya “ma’sûmiyeta” pêxember –Selewat û silav lê bin – bawer bike. Pêxember di belavkirina ola Xwedayî de neketiye çewtiyan, hema wekî mirovekî, di jînê de kesekî bê şewtî û şaşî nîne. Xwedê tea’la pêxember ji kirina gunahan paristine û lew re van herdu mijar ji hev cihê ne. Neteweya Musilman jî bi tevayî nakeve Rêwindabûnê “Ddelaletê”, hema bo kesekî bi serê xwe Ma’sûmiyet nîne. Pêxember di ragihandina olê de, li gor fermanên Xwedayî kar dikir, ji wê rê dernediket. Gava olnas lli ser mijarekê li hev nekin, vegêra wan Qurana pîrozû Sunneta pêxember e.
Di neteweya Musilman de, hinek kesên “Nûjenkar” hene, Xwedê pir hêz ji aliyê zanînê ve daye wan, dîtinên wan qenc parek ji kelepora pêxemberî ye, hema ewananikanin bibin şûngirê Qurana pîroz û Sunneta pêxemberî, ji ber ku kesekî bê çewtî ji Xwedê pê ve nîne.
Divê mirovê Musilman, ta wekî kesekî bawermend bite dîtin û pejirandin, xwe ji tiştên ku ew pê nizane bidûrxîne, her tiştek ji wî nehatiye xwastin. Gava tiştek nizanî bila ji zanayan bipirse, li pirtûkên wan vegere, da xwe ji guneh û çewtiyan biparize.
Di dan û standina xwe de, bi xelkê re, pêwîste kesê bawermend ji xêza rêbazî tew dernekeve, nabe yek tûjbûn û quretiyê bi tûjbûn û quretiyê, an bikeve nav zeviyê h’eramiyê, da ji wî xelk bawer bike. Şaşî bi şaşiyê naye rastkirin, çewtî ciyê rastiyê nagire, pêdaçûna bê hişmendî ne rêya dirist e, û her pêdakirineke ne ji ola me ye “Bîde’t e” di olê de, her Bîde’tek rêwindabûneke, û her rêwindabûneke olî di agirî de ye.
Yekanî “Tewhîd” di baweriya Îslamî de
Di bingeha olê de, pejirandina wan navane, ku Xwedê tea’la bo xwe, ji pêxemberê xwe re daxistine, bê wênekirin û guhartin, û neykirina wan navên, ku ji xwe re neykirine, an jî pêxemberê Xwedê -Selewat û silav lê bin- neykirine, û bê tunekirina navekî, ku bi cîh bûye, ew ji navên Xwedê ye. Xwedê tea’la bi xwe li ser xwe di Qurana pîroz de gotiye: ((Tiştek wekî wî nîne û ew guhdar û dîdar e.)) (Sûreta Eşşûra-11)
Wênekirin an nepejirandina navekî ji navên Xwedê tea’la “Kufr”e. Kufr bi Erebî serpêçana rastiyê ye. Guhartin di wan navan d, an watedayîneke veşartî wekî watedayînên desteyên “Batiniye” ne ji ola Îslamê ye, şaş û çewt û rêberdan e.
Baweriya bi yekbûna Heyînê “Wîhdetulwucûd” û baweriya ku Xwedê tea’la di afirendeyên xe de hatiye pişaftin û bi wan re bûye yek, mirov ji baweriya rast a Îslamê bi dûrdixîne.
Divê mirov bi hebûna melîketan, û karên ku bi hatîne pesartin bawer bike.
Wekî wê yekê jî, pêwîste mirov bi pirtûkên ji Xwedê de hatîne, wekî Zebor, Tewrat, Încîl û Qurana pîroz bawer bike. Hema naye ji bîrkirin ku hem Tewrat û hem Încîl jî ji aliyê peyrewên wan herdu olan de hatîne guhartin û gelek tişt di nav wan de hatîne danîn, ku tew di wan de tune bûn, û hinek tişt ji wan hatîne rakirin, ku ji bingehên wan pirtûkan bûn.
Pêwîste mirovê bawermend bi pêxemberên Xwedê –Silav û selewat li wan gişan bin- bawer bike, û bi ser ve jî pêwîste ewa bawer be, ku evana başirîn afirendiyên Xwedê tea’la bûn. Hezkirina wan mirov ji Xwedê tea’la ve dinêzîne û nevîna wan “kurha wan” mirov ji Xwedê tea’la ve bidûrdixîne. Di vir de jî pir pêwîste ku mirov bawer bike, ku pêxember Muhemmed –Selewat û silav lê bin- pêxemberê tev dawî bû, ji wê pê ve çi pêxember ên dî nayin, û her kesekê ku li pey hatina wî wekî pêxemberekî bide xuyakirin, ew derewkar e û pêwîste mirovê bawermend bi wî û bi pêxembertiya wî bawer neke.
Mirovê li ser rêgaha Sunnetê diçe bi Roja Civanê “Yeumilmehşer” bawer dike, û bi nîşan û mercên nêzîkbûna wê rojê. Di wê rojê de, wê heme mirov bên vejandin û her kesek wê li gor kirinên xwe yên qenc û neqenc bite pirskirin.
Her tiştekê ku bi seriyê mirov bê, çÎ xêr û çi şer ji Xwedê tea’la de ye, Xwedê qedera mirov di lewh’ekî paristî de nivîsandiye. Hema mirov dikane bi biryara xwe di navbera wan xêr û şeran de hilbijêre, biryar ya wî ye…Ji ber ku gava biryar ne ya wî bi xwe ba, ew tew nedihat bersûckirin û tawanbarkirin.
Mirovê bi Sunnetê bawer e, baweriya xwe bi nehaniyê “Xeybê” tîne, weku hebûna text û kursî, behişt û dûjeh, aramî û êşa di gore de, pira Cenefatê “Rasterêk: Bi Erebî Sîrat” û Pîvanekê “Mîzanê”, û her tiştekê ku bi rêyeke rast û dirist ji pêxemberên Xwedê tea’la de gihaye wî.
Bawerî bi mehdera “Şefae’ta” pêxemberê Xwedê tea’la, Muhemmed –Selewat û silav lê bin- tayekî giring e ji baweriya Îslamê, wekî wî pêxemberên dî yên Xwedê tea’la –Silav lê bin-.
Ewê bibêje ku wê Xwedê tea’la di jîna xwe dîtiye an jî dibîne ne bawermendekî musilman e, mirov wê Roja Civanê Xwedayê xwe bibînin, ne di jîna wan de.
Kerametên Ewliya û Qencemirovan hene, hema ne her tiştekî ku sînorên hiş derbas dike “keramet” e. Dibe jî ew bi hikariya Şeytan û Sihirbazan be. Gava wan “keramet” ji rêya Qurana pîroz û Sunneta pêxemberî derkevin, ewana neqencî ne.
Di her mirovekî bawermend de tovek ji “Wîlayetê” heye, ew jî li gor baweiya wî bilind dibe an nizim dibe…Wîlayet histobariya Xwedayî ye, ku daye mirovan û nedaye hîç afirendekî dî. Ji ber wê yekê jî di qurana pîroz hatiye ku Xwedê rûmet daye zaroyên Adem (Mirov).
[Dûmahîk heye]

Social

Yorumlar

Cankurd kullanıcısının resmi

1 ji 2 gotaran

Çîrok

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…

Helbest

Cankurd / 2003

Ta berbanga sibê
Çêrokan ji şahê xwe ra dibêje
Çêrokên bi fantazî û tijî evîn
Li razanga xemrevîn
Bi derketina royê ra
Li asoyê rengxwîn…