Firîna Romana Kurmancî, ji Sîbrî ber bi Skandînavyayê

Firîna Romana Kurmancî, ji Sîbrî ber bi Skandînavyayê

Sur û seqema Sîbrî, bayê Elegez, mij û dûmana Gilîdax, efsaneyên gola
Wanê, efsûna Sîpanê Xelatê û fulklora Kurdên Êzdîyê Surgunbuyî yên
Qersê, ji xwe ra Erebê Šemo wek Šivanê Kurmanca, wek çêkerê alfabeya
Kurmancî û bavê Romana Kurmancî hilbijartin.

Erebê Šemo, zor û zehmetîyên 17 sal surgunê, kire xezebeke avaker,
xulqêner û mayinde. Vîn û îradeya Šivanê Kurmanca, li hember seqema
kujer ya Sîbrîyê, bi ser ket û bi tîna dilê xweyî bišewat, dibûrên wê
heland, aveke har û dîn jê peqijî û çarnikala Gulistana romana Kurdî
pê şîn bû.

Romana Kurmancî li Sovyetê jidayik bû, kete rê, hemû çiya û newalên
Kurdistanê da ber xwe û dawiya dawî li Swêdê konê xweyî 14 sitûnî veda
û kirasê modernîteyê li bejn û bala xweyî nûgihayî kir.

Ezê îšev di xewa xwe da bifirim Yêrîvana xopan, wezê xwe bigihînim ser
tirba Erebê Kurda, emê bi hev ra bifirin Ameda rengîn û bibin mêvanê
bavê romana modern ya Kurdî. Erebê kalik, Mehmed Ûzûnê kur û ezê nevî,
emê behsa Apê Xelefê Êzdî û šivanê Kurmanca, Mam Sefoyê Ermenî,
Bedirxanê mezin, Cizîra Botan, Medresa Sor, Hawara Dîcleyê,Birca
Belek, Xanoyê Çengezêrîn, Kela Dimdim û hezaran erf û edetên
Kurdewarîyê, ji xwe ra bikin bingeh.
Emê pişta xwe bidin Xatê Xanima Kurmanc, camêrên Gundê Mêrxasa, emê
hilkişin ser çiyayê Mexso û emê di şerê mêrantiyê da bibin qesasê serê
Qolîxanê Ecem. Emê bigihîjine Hewarîya Heciyê Cindî, emê Birîna Ehmedê
Hepo, pê derman bikin, emê heyfa Kurdên Rêwî bi alîkariya Seîdê Îbo
bistînin, emê Fincana Ferfûrî, jiber Gerdenzer û Ezîzên Kurdan,
welgerînin û Bingeha fulklorê, mehkem bikin, Emê Xezeba Eskerê Boyîk
bikin du beş û emê bihêlin ku di Pampa Wezîrê Eşo da olan bide û bibe
sebeba tîmarbûyîna birînên hemû Dê û Dêmariyên Egîd û Xudoyên me, Emê
şîreta apê Ehmedê Mirazî ji xwe ra bikine guhar, emê tu carî nebêjine
Zemanê Çûyî çû loma jî tu nede dû, emê Taca zêrîn bidine Serê
Mestûreya Hêja û pê Tosinê Reşîd, kêfxwaş û sermest bikin, emê destê
xwe têxine Qutiya Dermana Heciyê Cindî, emê xebera xalê Wezîrê Nadirî
bikin û rê nedine Reva Jina.
Emê çengek zêr bidine destê Xanoyên Lepzêrîn û di Kela Dimdima Erêbê
Şemo da, Kaweyên Hesinger biwelidînin, emê Jiyana Bextewar bikin para
hemû Hopoyên kelê, emê Qanatên Kurda bi firîna ser serê Elegez,
Gilîdax, Sîpan û Gola Wanê, bihêz bikin.
Emê Hewara Dîcleya Mehmed Ûzûn, veguherînin formeta Labîrenta Cinan ya
mamoste Kevanota Hesenê Metê û emê wê berdine dorcanê nezanên xeşîm ku
belke pê hişyar bibin.Emê Rojek bibin qulingê perşikestî, xwe berdine
paşila Evdalê Zeynikê ku per û baskên me bicebirîne û me bifirîne
esmana heftan ya dengbêjîya rastîn, emê bi rîya her du guhên mîrat,
dilê bi kul û meraq, şên bikin û dilê xweyî rezîl pê hêsay bikin.
Emê Bîra Qedera Celadet Bedirxanê Mîrzade, bikine xezîneya nivîsên
Mehmed Ûzûn, Emê jêrzemîna mala Kalê Rind bikin kitêbxaneya
jibîrbûyîyên Kurdan, emê Evîna Memo, Ronî bikin û bi hêza Siya Evîna
Zînê, Bekoyê Ewan, reş û riswa bikin.
Emê tevî Xezala narîn, dakevine geliyê Bitlîs û bi şewqa Tava Gulgeş
Deryaspî,Tarîtiya şeva Tetwanê biçirînin û ronî bikin.Emê perdeya
navbera xewn û xeyal û rastiyên Kurdan bi Romana “Gerîneka Guernicayê”
veçirînin û Yildiz Çakara Kurmancan pê şa û serbilind derxînin ser
serê mij û dûmana Gilîdaxa xeyalperwer, dilgerm û çermsar. Emê Kevokên
Spî, berdine ser çemê Firat, emê piştî Sê Roj û Sê Şevan, wan fir
bidine ber bi Hûrî û Pizûrîyên çiyayê Laleş ku dev ji nakokîyan berdin
û li ser zozanên Memikên esmer û zerîyên Rohat Alakom da bihêwirin û
ji xwe ra bikevine qirikên reşbisk û çavxezalên Serhedê.
Emê Kewa Marî ya Lokmanê Fîlozof, bidine destê Lawikê Xerzî ku wê
bigihîne Hêlîna Baksî û bi rîya Xewnên Pînekirî yên Ferho, hêkê wê
bibe Teyrê Sîmir û bibe per û baskên Ristemê Zal ku pê Sînorê
Mîrzengîyê, derbas bike û Çîyayên Bavê Nazê bi xwînê av bide.
Emê Gevzek ji gulên deşta Mûşê, têxine baxa Reş û Spî ya Seydo ku pê
rengrengî bibe û felsefa jîyanê pê geş bibe. Emê Bilîcana Perwîz,
berdine çarnikala Cîhanê ku deng vede, bibe sebeba aştîya xwarz û
xalên Kurdan û pê dilê Werdekên dê hêsay bikin.
Emê xwe bidine ser hev û bi hemû hêza xwe vegerine warê bav û kalan,
warê dengbêjan, warê dîwanhezên sermest, warê evîndarên egîd û warê
helbestvanên dilzîz, Cizîra Botan. Emê çira Medresa Sor û Findên Birca
Belek, vêxînin û bi ronîya Romanên navbirî, xîm û bingeha
dewlemendtirîn û mezintirîn Romanxaneya cîhanê lê daynin…………..

Edo Makûyî
24/08/2016
Têhran

Social

Helbest

Min dil danîn bi çavên dilê xwe li meşa dilan
………………bi guman li dora xwe dinêrîn
Wek evdal bûn, peyam li min, pelik di dest de bûn