EZ NAKIRIM

Ez vê pirbûna xemilandî û bi dek û dolap nakirim. Ez berê xwe nadim van rihniyên poz bilind. Ku ez cilên we yî biriqandî dibînim, gunehê min bi we tê. Ma hûn wekî din qey nexweşik in ? Hûn ji rengê xwe hez nakin. Rûyên boyaxkirî dilê min dixelîne. Her deverên we biboyax in: Por biboyax, lêv biboyax, rû biboyax, neynûk biboyax in. Hûn ne hûn in, hûn hineke din in. Bêhneke ne ya we, li ku be, bi weve ye. Hûn ji bêhna xwe hez nakin. Ma qey hûn wekî mirovan nikarin bala mirovan bikşînin ? Mûzîka we erzan e, reqsa we belaş e; lê dîsa jî ez nakirim.

Li ser sûka dinyayê, her der bûye pêşbazî: Pêşbaziya avaniyan, pêşbaziya israfê, pêşbaziya xesîsiyê, pêşbaziya xwe ji bîrkirinê, pêşbaziya bêsinorîyê. Her pêşbazî tişna difroşe mirov. Hin pêşbazî jî mirov bazar dikin. Ez nakevim vê pêşbaziya forsê.

Ez evînên wenî bi henekan nakirim. Dilê qelpî rizyayî nakim. Tiştê ku jê hez nakim, ez nakirim. Tiştê nelazim nelazim e, min eşqa bi dek û dolab û fenan navê min dilbera dirûyî navê. Li vê çarşiya evînê, mirov evînê tenê nakire; mirov cil, renk, firax, tişt, pêleystok û bêyomiyê jî dikire. Ez wan evînên bi fetîşan xemilandî nakirim.

Ez van nûçeyan nakirim. Çavkaniya wan ne biewle ye. Yeki minafiq xeberekê tîne, bajar li bin guhê hev dikeve. Serê wê hebe dawîya wê nîne. Dawîya wê hebe serê wê nîne. Sond nexwe te pir derew kirine. Ez van agahiyên nêvî rast nêvî derew, ez vî hişê bigopal ku dikule naecibînim.

Ez wê şoreşa dijminê şoreşgeran nakirim. Ez vê îttîfaqa bidûrû nakirim. Bi firotina esrarê ev welat ava nabe. Ku hiş pûç be, mêjî pûç be, nayê ser hişê xwe ew xortên delal. Serkeftin, ne jimara kuştina mirovan e. Serfirazî ne jimara bidestxistina war û welatan e. Pêwist e ku dil bêne fetihkirin. Min ew serkeftina Makyawelîst navê.

Çav bi min ve neman, hiş di serê min de nema; lê ma ji çi re? Ez vî ilmê bêfêde û kurdûnde hew dikirim. Ez hew bi agahiyên bikêrnehatî mijûl dibim. Min tobe ji tevgerên beleheq. Ez nema ne xwe dixapînim ne kesekî din. Ez êdî ne derewan dikirim û ne difroşim.

Ez li dikanekê digerim ku roja înê, wextê xûtbê, girtî be. Piştî xûtbê ez biçim balê û dostaniya wî bikirim.

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Nivîsar

Ji kerema xwe hinek bifkirin

Michael Faraday(1821), elektrîsîteyê ixtira kir û Edison(1880)jî Lampê

Ku šêx bi Ronahîya wê here ser Minber û kursîya wez'ê....

Helbest

Min dil danîn bi çavên dilê xwe li meşa dilan
………………bi guman li dora xwe dinêrîn
Wek evdal bûn, peyam li min, pelik di dest de bûn