Em sade ne, Xwedê sade ye yan šêx Derewan dike.....!!!!!!

Ji kerema xwe hinek bifkirin

Michael Faraday(1821), elektrîsîteyê ixtira kir û Edison(1880)jî Lampê

Ku šêx bi Ronahîya wê here ser Minber û kursîya wez'ê....

Rice Kellogg( 1924)mîkrofonê çêkir kir

Ku šêx bi dengek xurtir û bilindtir, çîrokên beredayî û bêkêr vebêje......

Guglielmo Marconi(1902), radîyoyê çêkir kir

Ku šêx tê da šîretan bike û bi Erebî qala dunyaya din bike.....

John Logie Baird( 1926), televizyonê çêkir

Ku šêx tê da xwe bide nîšandan û bi vî awayî em li kîjan kanalî bigerin, em tenê wî bibînin......

Elisha Otis( 1852), asansorê çêkir

Ku šêx barê pir giran yê nav cêva xwe pê bibe qata herî jor ya bircê.....

Alexander Graham Bell( 1876), telefonê îcad kir

Ku šêx bi šêxên din ra li ser ehkamên nû gotûbêjan bike.....

Blaise Pascal( 1645), alava hesavker( calculator) çêkir

Ku šêx pê pereyên ku ji ber xeberdan û nimêjkirinê sandîye, hesab bike û .......

Hemû zanîyar, lêkoler û kašifên zehmetkêš hatin û bi hezaran dijwarî, bi ked û xebatên bênavber, ji dinya û bi taybet šêx ra bûn xizmetkar û alîder,

Îja li himber evqas îcad, vedîtin û zaniyaran, šêx çi kir?

Šêx tu kešf û îcadek nekir û ser da timî ji pêšketinan ra jî bû asteng !!

Tenê ew kesên ku mejîya xwe bi ejderha, deve, Yûnis û gotinên beredayî va girênedan, biserketin û bi nivîsîna hin formûlên matematîk, dinyayê hejandin.......

Û di dawîya dawî jî kašif, dahêner û îcadker diçin cehnemê çimku ehkaman nizanin û šêx diçe beheštê çimku hemû temenê xwe bi duayan ra derbas kirîye......!!!!!

Yan em pir sade ne.....!!!

Yan xwedê pir sade ye....!!!

Yan šêx derewan dike......!!!

Edoyê LaplapSade

Social

Lêkolîn

Ji aliyê Albert Socin û Eugen Prym ve di sedsala Nozdehê de (1887) hatiye bihîstin û nivisandin û li Petersburgê/Rûsiya hatiye belavkirin)

JI comerdiya xwe linka PDF binikilîne

Çîrok

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.

Nivîsar

Em hêvîdarim û daxwazîye Gel jî eve ku, PDK-T, PAK,BDP,PSK Û PLATFORMÊ ku hene bi yek rêzîtî, bi yek dengî û dibin çatıya partîke ku li her bajar û navçe de teşkîlatê hene biçin hilbijartinê û tim

Helbest

Ev heye 384 sal.
Tim em mirin.
Bi her rengî.
Dîse bernadin bejewendî.
Çiqas eyb û fêhête.
..Cîhan tevde bû Dewlet.
..Lê jimere bû qimhet.