Dîmenê Kurd di romana „Malik ê Gur“ de

Ya nivîskarê swîsrî : George Halban

Cankurd
Pêşserên me berê digotin:“Ji çiya pê ve, dostên gelê Kurd nînin…Belê niha dostên me hene, hema em neyarên hev in“

Hema wekî dixuye, hinek dostên gelê Kurd jî hene, û yek ji wan nivîskarê Swîsrî George Halban e, ku xudanê romaneke balkêş û mijarxweşe. Roman bi sernavê „Malik ê gur“ e, ji 222 rûpelan e, û çapa wê ya yekê bi bergekî qaling û sor e. Roman bi zarê Almanî hatiye lêkirin, û di sala 1975ê de li München, ji aliyê weşanxaneya Piper & Co. ve, di bin jimareya fermî (01042/1) de, hatiye çapkirin û belavkirin.
Wekî dibêjin:“Name di navnîşanê re têye nasîn“, wilo em di diyariya nivîsevanê romanê re, dostaniya wî ji Kurd re ji serî de dibînin. Ew di destpêka diyarîkirina pirtûka xwe de, wilo dinivîse „Bo dostên min ên kurd û gelê wan ê wêrek…“. Lew re mirov dikane bibêje, ku ev roman xebata wêjevanî ya duwemîn e –li gor nasîna min-, ku bi Almanî tê de dîmenekî baş ê gelê Kurd hatiye xuyakirin. Xebata pêşîn romana nivîskarê Alman ê navdar e: Karl May, ku bi sernavê „Di nav Kurdistan a asê re“. Ew roman, a ku li Europa bi tevayî hatiye nasîn û pir bi hêjayî hatiye nirxandin, û taybet li Almaniya, Swîsra û Austriya…
Romana George Halban, ku niha li ber destên me ye, ji çiyayên Hekarê de, ku Reşba yê ji başûr ve hiltê, bi xwe re germî û tolazê tîne, dest pêdike. Di navbera rojavayê çiyayê Araratê û sînorên Iraq û Turkiye de, Malik ê gur, ku kolonêlekî amerîkî ye, ajanekî Ereb dide kuştin ji ber ku ew hatibû, da ser veşartgeha CIA di wan çiyan de vede, ku pişt re leşkerê Iraqî bavêje ser wê û wan kesên di wir de tune bike.
Li navçeya Hekarê, ku gelê Kurd dijî û ketiye ber pir astengî û kelemên ku leşkerê Turkî ji xelkê navçeyê re çêdike, û zorbaziyeke mezin li gundiyên hejar dike, di navbera Malik ê Gur û gundiyên Kurd de têkiliyeke gelek baş pêda dibe. Ew dikare xwe di nêv Kurdan de bê tirs bi cîh bike û bi harîkariya wan karê xwe bê astengî bike, û ewana jî bi hebûna wî di nêv wan de ji hêriş û teşqeleyên cendirme û leşkerê turk qurtal û azad dibin, tirsa wan kêmtir dibe.
Di teviya romanê de, dîmenê Kurd wekî mirovin ciyê baweriyê ne, wêrek in, rêzgirtina mirovên biyanî dikin, têdigihin çi siaysetên giran li ser welatê wan bi hev diçin, xudan dîrokeke têkoşer in, û ne tenê berdestiya mêvanên xwe dikin, belku ewana amadene ku xwîna xwe jî di ber mêvanên xwe de erzan û heban bidin, û dilê wan ji bo azadiyê liyane „aşiq e“…
Lê ji aliyekî dî ve niştê Kurdan ciyê dax û êş û kelemaê ye, hejarî û bêzarî ye, kevnecivaka mirovî ye, di nêv sê neteweyan de, Turk û Ereb û Fars, ku her yek ji wan bizava xwe dike wê civakê bi darê zorê di bin destê xwe de bihêle, bi ser ve jî, ew aliyê Kurdistanê bûye şergeha qaçaxciyên Heşîş û Efyûnê, ku paşmêr û bazarganên wan ên mezin gelek in, ji wan hene endam ên serhêz û siyasetmend ên Turkan in û firoşkarên Fars û ajanên Ereb in.
Nivîskar ne tenê wê navçeyê ji aliyê ciyografî ve baş dinase, ew ji aliyê civak û êl û ol û pevçûnên rengareng ve jî baş dinase, bi ser ve jî dîroka navçeyê, û diyare ku ew demekê li nêv Kurdan û bi Kurdan re jiyaye, an li wir, li Kurdistana „asê“ bi kêmtirîn kurtedemekê maye…
Ew jî wekî Kurdan dizane, çewa nêçîra guran bike, û tew ji ajal û cinawerên nêv çiyan natirse, û lew re Kurdan navê „Gur“ bi ser wî xistine, û ji ber wê yekê bi “Malikê Gur“ hatiye nasîn.
Malikê gur, ku yek ji kesên tev hêja, wêrek, çalak û xudan mejiyekî pir baş e, hem di cenga Korêya de û hem jî li Viyêtnamê xelatên tev baş û bilind birine, ew bo xebateke taybet û bi dizî ji nêv 200.000 serhêzên leşkerên amerîkî hatiye vebirrîn „veqetandin“. Xebata wî ewe, ku di dema tûjbûna Cenga Sar de, paş cengên Korêya û Viyêtnamê, wan ajanên Rûsî, bê ku MIT ê turkî bizane ew çi dike, tune bike, ewên bi dizî di Turkiye de dilivin, û agahiyan li ser Turkiye, ku endama NATO ye, dicivînin û hevalbendên Amerîka tune dikin. Bo serpêçana wî jî, karekî teknîkî, çavdêriya tangên leşkerê turkî, bi wî hatiye pesartin, û ew baş bi zimanê Turkî jî hatiye fêrkirin. Divê ew karê xwe di demekê de bike, ku Urisan 3 hêzên xwe yên giran, bi rakêt û tang û zirxan bi dizî amade kirine, ku kanibin bi zûkî di her demekê de, dakevine Rojhilata Navîn, da piştvaniya Ereban bikin, û ji aliyê dî ve, Pêntagon jî gelek rakêt û tang amade kirine, ku başûrê Sovyêtistanê bikine agir û xulî û di ser zireyê „deryayê“ reş re, bi zûkî kanibin „Binzik ê gevş ê Rûsiya“ bistînin, weku Churchêl ê Ingilîzî di Cenga Cîhanî ya Duwê de avêtibû ser „Binzik ê gevş ê Europa“, da zora leşkerên Hitler bibe.
Tiştê tev balkêş di vê romanê de ewe, ku mezinê „Malik ê Gur“, berî destpêkirina karê wî yê buve „dijwar“, di herêmeke pir nêz de ji sînor û serhedên Urisan ve, ji wî re dibêje, ku dostaniya gelê Kurd ji wî re giring e, û jê re dibêje, ku yê di wê herêmê de dixwaze biserkeve, pêwîste bibe dostê serhildêrên Kurd û nebe neyarên wan.
Nivîsevanê romanê bi firehî li serpêhatiyên gelê Kurd radiweste, xiniziya Mustafa Kamal bi gelê Kurd kiriye tîne zimên, her û her rûyê hêja yê gelê me tîne ber çavên xwendevanan û carina gota „Dilê Kurdistan“, di rewştên xwe yên kurt û kin de bi kar tîne.
Romaneke rast balkêş e, tevî ku ewqas ne naskirî ye… Wekî hemî romanên polîsî û yên li ser ajanên CIA û KGB ya Rûsî ye, di dema Cenga Sar de, hema dêmenekî kurdî, yê ewqas hêja, têde hatiye, ku mirov dikane nivîskarê wê wekî dostekî neteweya Kurd a binzorkirî, ji hevkirî û pereng perengî parçekirî, bijmêre.
Ya çêtir ewe, ku mirov bi xwe vê romanê bistîne û bi xwe bixwêne. Heger delîve û piştvanî ji min re çêbibe, ez ê bizava wergerandina wê bo Kurdî bikim.

Social