Çîroka Kešfkirina Fosfor ji Mîza Merivan

Felsefe û Çîroka keşfkirina Fosforê(Phosphor):
Di sala 1669’an da Henning Brand ku kîmîgerek Almanî ye, hewl da ji kereste û mevaddên erzan, zêr çêbike. Jiber ku hingî, Zêr wek kamiltirîn metal dihate zanîn loma jê ra Metala Esîl digotin. Bi bawerîya merivên wî çaxî, tu tişt bi qasî meriv û maddeyên pêkhateya wî/ê, esîl, torin û yekta nînin. Loma texmîn dikirin ku hin unsurên bedena merivan bikarin vegerin forma metala esîl ya bi navê Zêr. Li ser bingeha vê ramanê, Brand, hinek mîza merivan tevlî Qûmê kir û wê germ kir.
Em nizanin, çima Brand, Qûm tevlî mîza merivan kir lê wek tê zanîn, kîmîyageran di tevhevkirina maddeyên curbecur û germkirina wan da, binavûdeng bûne. Dema ku Brand, hevlogevloya xwe li ser sobeyê rakir û wê hînik kir, bala xwe da ku ew di tarîtîyê da dibiriqe. Helbet Brand berê Zêr jî çêkiribû, lê vê carê maddeyek nerm, sipî û birqonekî, berhemanîbû. Ev madde di terkîba ku di mîza merivan heye da, hebû lê Brand vê yekê nedizanî.
Brand, navê yekemîn maddeya birqonekî, kire Fosfor. Fosfor peyveke Yewnanî ye û tê wateya Ronahî û Birqonek’ê. Jiber ku Fosfor nedihate parvekirin û teczîyekirinê, wek unsurekî hate naskirin.
Fosfor, yek ji unsurên Ne-Metal e ku di grûpa Nîtrogenê da cih digire. Ev unsur bi çend şêwazên Alotropî di xwezayê da tê dîtin û ji girîngtirîn unsurên heyatî û pêwîst jibo jîyana organîsmên xwezayî(Terkîba Candarên zindî) ye. Fosfor bi çend formên jêrê heye; Fosfora Sipî, Fosfora Sor û Fosfora Reş. Helbet rengên wan pir cîyawaz jî nînin. Fosfora Sipî, bi rîya senetî, tê berhemanîn û di tarîtîyê da diçilvile.Fosfora Sipî, dema li ber hewayê were danîn, xwexwe vêdikeve û alavên wê pir baş tên xuyan û pir pir jehrî ye jî.Fosfora Sor, jiber pêkhateya kîmyewîya xwe dikare ji rengê Narincîyê veguhere Erqevanîyê. Forma sisyan yan heman Fosfora Reş ku di jêr fişara zêde tê berhemanîn û dişibe Grafîtê, dikare wek Girafît, elektırîsîteyê biguhezîne û ji xwe derbas bike(derbasder).
Bedena merivan ji bilî av û xwerinê, pêwîstîya wê bi vîtamînên taybet û maddeyên madenî heye. Kalsîyom û Fosfor, 2 maddeyên madenî yên pir girîng di bedena merivan da ne ku bi alîkarîya hevodin, diran û hestûyan, çêdikin. Fosfor, 1% ji kêş û kîloya bedena merivan pêktîne. Loma jî eger kesek 75 kîlo be, bi qasî 750 giram Fosfor di bedena wî/ê da heye.
Piranîya Fosfora bedena merivan di diran û hestûyên wan da ne(85%). Fosforên mayî jî di sellûl û tîşûyên din yên bedenê da ne. Bandora Fosfor di Gurçikan da jibo parzandinê, pir girîng e. Fosfor hevkêşe û tewazona Asîd-Baz ya nava xwînê jî pêktîne. Fosfor bi pêkanîna cereyana enerjîya nava bedena merivan, dibe sedema daketina êş û elemên maskûlên wan. Bedena merivan jibo wergirtin û cezba hemû vîtamînên wek D, maddeyên Madenî, Yod, Kalsîyom, Menyezyom, Sifir û hwd, pêwîstîya wê bi Fosforê heye.
Jêder;
https://en.wikipedia.org/wiki/Hennig_Brand

Wergêr; Edo Makûyî

Social