Çiraya ku malê ra pêwîst be, jixwe meçîtê ra heram e

Çiraya ku malê ra pêwîst be, jixwe meçîtê ra heram e
Rast e ku wergerndina berhemên zimanên zindî, dikare bibe pira navbera gel, netew, qewm, kultûr û medenîyetên cuda lê gelo ev yeka han jibo milletên ku bi hezaran sal cînarên hevodin in jî derbasdar e!
Nexweşîyeke pir pir ecêb ketîye nav rewşenbîr, romannivîs, helbestvan, nivîskar, lêkoler, berhemdar û wêjevanê me Kurdan. Piranîya wan hez dikin ku berhemên wan bi zimanên din yên cîhanê bi taybet yên serdest yanê Farisî, Erebî û Tirkî ku malik li wan, li zimanê wan, li hebûna wan û berhemên wan xera kirîye, were wergerandin.
Ez îro ketim nav deşta bêserober ya interneta xopan û min malpereke Farisî dît ku tê da 10,000 pirtûkên Farisî hebûn(http://edownload.gigfa.com/%D8%AF%D8%A7%D9%86%D9%84%D9%88%D8%AF-10000-%D...). Ez hinek li ser hejmara pirtûkan sekinîm û min xwe xwe ra got: gelo hejmara pirtûkên Kurdî bi taybet ya Kurmancî digihîjin 2 yan 3 hezarî yan na!
Em bixwazin nexwazin vaye çend hezar sal in ku em bi cînarên xweyî Faris, Ereb û Tirk ra di Rojhilata Navîn bi taybet li Mezapotamya birîndar da bi hev ra dijîn. Ez dixwazim pirsek sade û hêsan ji we hêjayan bikim. Gelo netewên ku di 5-6 hezar salan da Kurd, Kurdî, Kurdistan û Berhemên wêjeyî, Dîrokî û Belgeyî yên Kurdan nas nekiribin, dê virha bikaribin, bixwazin yan bihêlin ku bikin!
Hêjayê gotinê ye ku xêncî helbestên kilasîk piranîya pirtûkên ku Kurdan nivîsîne bi Farisî, Erebî û hin jê jî bi Tirkî bûne wek mînak binavodengtirîn berhema dîrokîya ku li ser Kurdan hatîye nivîsîn bi Farisî bûye ya ku Şerefxanê Bitlîsî, Reyîsulumerayê Kurdan, 500 salan berîya niha nivîsîye. Hêjatirîn berhema ku 850 salan berîya nika li ser fîzîk, mekanîk, robot û amûrên otomat hatîye nivîsîn bi Erebî bûye ya ku Serokê Endazyaran, Bavê Robota Cîhanê, İsmayîlê Cizîyê Kurd nivîsîye.
Naxwe pêwîstîya me bi wergerandina berhemên Kurdî li ser zimanên İngilîsî, Firansî, Almanî, Îtalî, Japonî, Çînî, Rûsî û hwd zêdetir in nek bi Farisî, Erebî û Tirkî!
Rastîyeke tehl ya din jî ev e ku Kurd hê zaraweyên xwe yên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî, Hewramî û hwd baş fehm nakin û pêwîstîya wan bi fêrbûna qe ne 4 zaraweyên navbirî heye û ev jî tenê bi wergerandina berhemên zaraweyên Kurdî yên cuda li ser hevodin pêktê nek tişteke din!
Ecêba giran û ya herî sosret jî ew e ku hin rewşenbîr û xebatkarên me, dibêjin despêkirina xebatên wêjeyî baştir e ku ji wergerandina Kurmancî ser Farsîyê be nek berewajî wê çimku Kurdên ZirGundî yan LaplapBajarî di despêkê da nikarin xwe bidin ber nivîsîna Kurmancî lê dikarin xwe bidin ser nivîsîna Farsîya ku zimanê wanî zikmakî jî nîne!Ez ku 38 sal in di nav Farisan da dijîm, bi wergerandina Kurmancî ser Farisî, tenê ebûra xwe û ya berhemên Kurmancî dibim û hew.....!
Pir ecêb e, kesên Kurd ku piranîya xizmên wan Kurd in û Kurmancîya wanî xeberdanê pir pir baş e û tenê di medreseyan ew jî bi darêzorê Farisî fêr bûne, nişkava dikarin bibin FarsîNivîs lê nikarin bibin KurmancîNivîs.............!
Bi dîtina min kesên ku vê fikra xeternak di nav gencên meyî nûgihîştî ku dilê wan ji rewşa şerpeze ya zimanê wanî zikmakî ra dişewite, belav dikin, yan bi nezanî dibin sedema paşdamayîna rewşa kambaxa zimanê Kurmancî, yan bûne kardar û acendayên neyarên zimanê Kurdî yan jî bi zanebûn, bi mebest û armancek pilankirî ev yeka han dikin......!
Edoyê JiMeçîtQewirî û JiMalêQeşitî

Social

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Nivîsar

Ji kerema xwe hinek bifkirin

Michael Faraday(1821), elektrîsîteyê ixtira kir û Edison(1880)jî Lampê

Ku šêx bi Ronahîya wê here ser Minber û kursîya wez'ê....

Helbest

Min dil danîn bi çavên dilê xwe li meşa dilan
………………bi guman li dora xwe dinêrîn
Wek evdal bûn, peyam li min, pelik di dest de bûn