Çend Gotin Liser Alfaba Kurdî

Çawa ku hun hemî jî dizanin ku alfaba Kurdî, Zanyarê Kurd Celadet Elî Bedirxan bikar aniye. Bi awayê ku wî pejirandiye tîpên alfaba Kurdi wiha ne;
A - B - C - Ç - D - E - Ê - F - G - H - İ - Î - J - K - L - M - N - O - P - Q - R - S - Ş - T - U - Û - V - W - X - Y - Z.

Yani 8 dengdêr û 23 ji bêdeng (dengdar), hemî 31 tîp in. Lê dema mirov li zimanê Kurdî dinhêre ev 31 tîpan (herfan) ji zimanê me re hindik in û têr nakin.

Weki -K- û -P- ya tenik yani a zirav. Halhalê bi van herdû tipan jî, gellek bêje (kelime) tênê nivîsandin û tu nikarî wan kelîma bi herfên din binivîsînî, ji ber ku wata (me'na) bêjan (keliman) xirab dibe, wekî;
kar (iş), Kar (oğlak),
Min karek dît (Ben bir iş buldum) -
Min karek sitend (Bir oğlak satın aldım)

kêm (irin), kêm (eksik),
Ji birîna min kêm tê (yaramdan irin akıyor)
Min perên xwe kêm dît (Paramı az buldum)
 

ka (hani), ka (saman),
Ka ahmed (Ahmed nerde) -
Min torbek ka kirrî - (Ben bir torba saman satın aldım)

kal (yaşlı), kal (ham),
Ez kal bûme (ben yaşlandım)
Zebeş kal bû (Karpuz yetişmemişti)
 

bikêr (yararlı), bi kêr (bıçaklı),
Ez mirovek bêkêr im (Ben yararsız biriyim)
Ez mirovek bêkêr im (Ben bıçaksız biriyim)

pîr (yaşlı), pîr (mezin-pîr, pîrê me),
Dîya min pîr bû (Anam yaşlıydı) -
Şeyx Seyda Pîr ê me bû (Şeyh Seyda pirimizdi)

pê (ayak), pê (onunla),
Pê min şikest (ayağım kırıldı)
Min pê nan û mast xwar (ben ekmekle yoğurt yedim)

par (pay), par (geçen yil), Par a min (arkam)
Par a min kanê? (Payım nerde?)
Sala par ez çûm Kurdistanê (Geçen yil Kurdistana gittim)
Par a min dêşê (sırtım ağırıyor)
û wek wan bi sedan kelime hene ku pêwîst e em wan bi tipên cûda binvîsînin.

Hinek dibêjin ku ji xwendina hevokê (cümlê) ev kelîmana tên fêm kirin, lê ne wisa ye. Pêwîst e ku em wata (mana) kelîma bi wan bizanibin, ne bi rewşa hevokê. Gelo qitlaxaya tîpan hatine? Ma ev gelên cîhanê çawa dinvîsin em jî wisan.

Bi baweriya min pêwîst e ku alfaba Kurdî hinek were guhertin, jiber ku em bikaribin zimanê xwe bi hêsanî binvîsînin û bixwînin. Dewr dewra Compûter û internetê ye. Bi van tîpan em nikarin ji van nî’metan îstifadê bikin! Ez bawer im ku îro Celadet Elî Bedirxan sax ba, wê bi vî awahi va alfaba çênekira.

Zimanzan ên kurd liser vê meselê rawestin wê baştir be, jiber sibê wê bi sed hezaran pirtûk werin nivîsandin û guhertin wê gelek zehmet be. Wek almana, îro dixwazin di alfaba xwe de guhertinê çêkin lê ji xwendevanan re hêsan nîne.
Di baweriya min da mirov işaretekê deyne ser hin herfan wê çareserbe!
Bi silavên biratî

M.Nûreddîn Yekta
01.09.1999
 

Social

Çîrok

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn

Pêkenî

Ubêyd Zakanî ji navdartirîn nivîskarên mîzahî û tanz li Îranê ye ku li
bajarê Qezvînê jîyaye. Ew rexnegirekî gelek wêrek û vekirî bûye û ji
gotina rastîyan tu carî netirsyaye.

Helbest

Qaliwek im le herdê rûyê min le asimîn
Şev û ro di’a dekim, melek dewêjin amîn
Di’ayî min mustecab ke, Xwudawendê alemîn
Ya Milwarîyê we min gihîn, ya canê min tu bistîn