BERGEHA ZIMAN Û EDEBIYATÊ

Her ziman bergehek e. Bêje û hevokên wî zimanî bergeha mirov diguherînin. Cûdatiya zimanan cûdatîya nêrîna mirovan e. Ku mirov bi zimanekî din dipeyive, derîyekî dinyakê din vedike. Ku mirov diçe dinyakê din ji xwe nêrîna mirov jî tê guhertin. Ew nêrîn hest û hişên mirov jî diguherîne.

Nêrîn, dîmen û bergeh, şibakeyên bibêje ne. Çawa dîmena her şibakeyê ne weke hev be, dîmena her bêjeyî jî ne weke hev e. Ew şibake bi hezar salan di mala ziman de hatiye çêkirin. Gel, xeratê van şibakeyan bi xwe ye. Gel; hest û hişê xwe bi bêje, hevok, biwêj û berhemên vegotinê şanî me dike. Her şibake her dem navebe. Her şibake bi her alî ve navebe. Bijartina bêjeyan, bijartina nêrîna dinyayê ye. Helbet şibakeyên vî gelî kevin jî dibin; lê remza jîyîna gel; remza berdewama gel, nûjenkirina bêje û edebiyata wê ye. Ev bi xwe jî bergeheke: “Ji bo berdewama gel, daxwaza nûjenkirina ziman” e. Gelek neteweyan, bi tevgerên xwe, bi dimançeya zimanê xwe, xwe kuştine.

Hilbijartina helbestvan û nivîskarên gel, pir caran bûye qedera gel. Vegotina van hûnermendan kiriye ku tevgerin li ber çavên gel şêrîn bibin an li ber çavê gel reş bibin. Hêza edebiyata devkî, ji çekên helbestên şevên dirêj tên. Her şev destanek bû. Di her destanê de guhdar ji xwe re rolek dihilbijart. Rola vegotinê, pêşkeşkirina rolên ji hev cûda bû. Kê kîjan leheng nêzîkî xwe didît; ew ji xwe re dihilbijart: Evîndarên nezan, dibûn Mem û Zîn; yê jêhatî û zane dibûn Tajdîn û Sîtî. Di civatên dengbêjan de ku bahsa Beko dibû; kes lê xwedî nederdiket; ji ber ku guhdar, di hişê xwe de serleheng bû. Bergehek wisa hebû ku te zanîba bê Beko li tenişta te ye jî; te nikarîbû eşkere bikira. Serlehengê wan civatan mitirb in. Rûbab didestê wî de ye û kê bi xwaze wan dixe kodika kemançê.

Derî û şibakeyên vî zimanî gelek in. Bêjeyên me ji pêş ve, ji paş ve û ji navê jî kari qertafa bistînin. Cîranên me gelik in maşallah, deriyê me ji hemûkan re vekiriye. Em karin bêjeyan ji wan bistînin. Hemû gel jî, ji gelên din bêjeyan distînin. Di vê danûstendinê de pêwist e bêtir bêjeyên nav hebin. Zimanên ku dev ji lêkerên xwe qeriyan, dest bi kuştina zimanê xwe kirin. Guhertina lêkeran wî zimanî edim dike. Lêker, tevgerên wî gelî ne. Guhertina lêkeran, bi encama asîmilasyonê dawî dibe. Zimanên ku lêkerekê ji zimanên biyanî distînin û bilêkereke alîkar ya zimanê xwe pêve dizeliqînin, dîsa wê xwe xelas bikin; lê yên ku “-miş”an bi lêkeran vekin nagihên sibehê.

Bergeha vî gelî, di remza gotinên pêşiyan de veşartiye; yên ku ji şîretan hez nakin nikarin fêm bikin. Vî geli dahûrîn kirine heta tu bibêje bes, fêm kiriye bê kurm ji çi ye; lê li hêviya nûjdarekî zane ye. Vî gelî ji mêrantiyê, ji esilbûnê û ji başbûnê hez kiriye. Firaq, wesite û derdor bên guhertin jî ev gel ji hêjahîyê û ji wesfên bikêrhatî hez dike. Ev gel rexnok e. Ji aqil sivikîyê heznake, ji nakokiyan hez nake, ji keran hez nake, ji bênamûsiyê hez nake, ji bêwefatîyê hez nake, ji xesîsan hez nake, ji nezanan hez nake, ji tiral û bêxîretan hez nake, çavên li deriyan naecibîne, ji minetan hez nake, ji bêxwedîtiyê hez nake, ji durûtiyê adiz e. Ji yên ku pesnê xwe dide adiz e. Gelek heywan di nav vî gelî de hene hinek rovî ne, hinek qîjak in, hinek kew in, hinek şêr; lê ew ji şêran hez dike. Ji mêvanan hez dike û ji piştgiriyê hez dike. Eger tê raje vî barê rexneyê pêş de were. Hedîsek Pêxember (saw) heye: Ku Xwedê xerekê ji qewmekî re bixwaze tevgerên wan yên nebaş, eybên nefsê wan şanî wan dike.”

Gotinên pêşiyan mîrata zimanê vî gelî ne. Gelo tê vê mîratê bêtir bike an tê pê pesnê xwe bide û tê wê mîratê biqedîne? Gotinên pêşiyan, kesayetiya vî gelî ye. Ev gotin; pend, bijartin, neqandin, hest û hişên gerdûnî ne. Ev gotin; daxwaza wî gelî şanî me dike: Ehlaqê xweş. Xwedê, herkes li ser ehlaqê xweş xuliqandiye, ev qanûna gerdûnî ye û navê vê xuliqandinê Îslam e.

Li pişt deriyê Edebiyata Klasîk de evîneke bêjahr ku bêhna mirov pê derdikeve heye. Ji şibakeyên wê evîna di heddê xwe de, dîmenên bi hîkmet xuya dikin. Di wê mala ku dilê te dixemilîne de, tu digihê qîmetê êş û hebûna xwe. Bi vî awayî ev edebîyat dibe dermanê serdema nûjen. Edebiyata Klasîk, ne tenê ji bo evînê bergeheke îlahî şanî me dike; lê belê ji aliyê hînkirina zimanên biyanî jî deriyeke jibîrkirî ji me re vedike: Bi helbestên sazûman, biwezin û lihevhatî hînkirina zimanê biyanî çêtir e. Wate, bêjeyên heman wateyî û berhev kirin dike ku hişê mirov bêtir ji ber bike û zêdetir bîr bibe. Ev bergeh, nêrîneke metodîk e.

Social

Helbest

Min dil danîn bi çavên dilê xwe li meşa dilan
………………bi guman li dora xwe dinêrîn
Wek evdal bûn, peyam li min, pelik di dest de bûn